• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Sedema rizîbûna civakî ji bîra xwe qutbûn e’

Wan / AW

6 TÎRMEH 2026 - 09:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn û Dayika Aştiyê Kewê Işik bal kişandin ser krîza civakî ya rizîbûnê. Dîba Keskîn destnîşan kir ku Kurd ji koka xwe hatine qetandin û got: “Sedema rizîbûna civakî ji bîra xwe qûtbûn e.”

Bi avabûna dewletan polîtîka û hêza xwe birêveberinê ji gel hat stendin û gel bûn xizmetkarên dewletan. Ev yek kir ku berjewendiyên dewletê ji hemû pîvan û rêgezên civakî û exlaqî pêşdetir hatin dîtin. Herwiha desthilatdar rizandin û ji koka xwe dûrxistina welatiyan ji bo kontrolkirin û domandina desthilatê weke çareseriyekê nirxand û polîtîkayên rizandinê bi awayeke berfireh û domdar meşandin.

Li Tirkiyeyê jî polîtîkayên red, înkar, tunehesibandin, asîmîlasyon, fihûş û hişbirê bi awayeke domdar hatin meşandin. Bi van polîtîkayan taybetî Kurd ji ax û warên xwe hatin dûrxistin, ji bîra xwe ya civakî hatin veqetandin û li bajaran zarokên Kurdan arasteyî hişbir, fihûş û torên çeteyan hatin kirin. Rizîbûn îro li seranserê welat bûye rojeveke sereke û civak bi van polîtîkayan hatiye dorpêçkirin.

Endama Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn û Dayika Aştiyê Kewê Işik derbarê polîtîkayên rizandinê axivîn.

‘Kevir li cîhê xwe giran e’

Dîba Keskîn destnîşan kir ku di sala 2026an de polîtîkayên siyasî bi her awayî bandorê li ser civakê kirin û got: “Koka me bi av û axa welatê me dihate xwedîkirin, lê em ji wir hatin qetandin. Gotineke Kurdî heye, dibêje ‘Kevir li cihê xwe giran e.’ Dema te kevir ji cihê wî rakir û leqand, êdî tu dikarî wî bizivirî. Îro civaka me bi destê pergalê, bi zanetî ji kokên xwe hate qetandin. Ev ne tiştekî biçûk e. Mînak, dema tu xortekî bîst salî bî û di nav wê civaka xwezayî de mezin bibî, tu ji dê, bav, ap, xal, cînar, mela û pîrên gund şerm bikî. Çima? Ji ber ku te dîtiye ku dê û bavê te hurmet nîşanî wan dane. Te dîtiye ku wan mezinan ji bo xweşî û qenciya derdorê tevgeriyane. Di hiş û dilê te de, di bîra te de tiştek çêdibe û tu dibêjî ev mirovên qenc in û divê ez hurmeta wan bigrim. Dema em ji wir hatin qetandin, bîra me hat xitimandin.”

‘Ez tu carî bêhêvî nînim’

Dîba Keskîn bilêv kir ku ew tevî hemû xesar û rizandinê bi hêvî ye û wiha pê de çû: “Em ê helbet di van merheleyên guherînê de derbas bibin. Hemû dinya jê derbas dibe. Îro li seranserî welat bayê rizandina civakî li pêş e. Lê mixabin, ji ber ku em ji ax, war, kanî, çem û çiyayên xwe qetiyane, em êşeke girantir dikişînin. Dîsa jî ez dibêjim; hema ku em li ser zimanê xwe bisekinin, xwedî li zimanê xwe derkevin û qedrê mezinên xwe bizanibin, ew koka di bin erdê de , ew giyayê ku ji erdê hatiye çandin ,dê dîsa rih bide me, dê dîsa ajar bide û şîn bibe, dê dîsa xortan bigihîne.”

‘Zarokên me di bajaran de bêxwedî man’

Dayika Kewê Işik destnîşan kir ku piştî koçberkirina ji gundan jiyan pir tehl bûye û got: “Niha em dikarin bêjin ku zeman ji bo canê me, ji bo hemû mirovan pir nexweş bûye, pir tehl bûye. Zarokên me ji gundan hatin, bê kar û tenê man. Hinekan dayik û bavên xwe winda kirin hinek li bajaran bêxwedî man. Kesekî xwedî li wan derneket. Dewletê destê xwe yê alîkariyê ji van mirovan kişand, çendek wan rubiruyê hişbirê kirin. Hişbirê bizanebûn dixin nav ciwanên me; dibin nav qehwexaneyan û ber dibistanan.”

‘Kînê dixin dilê ciwanan’

Kewê Işik bi lêv kir ku belavbûna hişbirê dilê dayikan dişewitîne û derbarê mijarê de wiha got: “Jehrê li dibistanan, kolanan li her derê didin zarokên me. Destê xwe dirêjî zarokên me dikin, hemûyan gêj kirin û xistin kolanan. Kîn û nefretê dixin li dilê wan. Gelek ciwan ku pereyên wan nîn in, dema bi vê hişbirê ve tên girêdan, tên li ber deriyê dikana te radiwestin, bi te ve dizeliqin, ji te pere dixwazin û te mecbûrê pere dayînê dikin. Herwiha gelek malbat ji gundên xwe koçber bûn; gelek ji wan jî bêkar in. Hinek malbat hene ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin, derfetên wan nîn in. Ciwanên li wan malbatan jî kînê ji dayik û bavên xwe, ji birayên xwe, ji cînar û hevalên xwe digirin. Jiyan li wan bûye zîndan. Êdî bela xwe li nav û hevalan didin; dema ew pere nedin jî lê dide û dikuje. Sedem ev hişbir e. Vê jehriyê didin zarokan.”

‘Li taxan komînan ava bikin’

Kewê Işik ji bo çareserkirinê bang li rûspiyan, aqilmend mele, dayik û bavan kir û wiha got: “Bila bikevin nav taxan û malbatan, ji nû ve li hev bicivin. Bila dîsa tifaq û germbûn di nav me de ava bibe. Divê em xwedî li hev derkevin. Bila kes nebêje, ‘Îro kurê vê dayikê ketiye rêya xirab, ji min re çi.’ Na Bila her kes xwedî li her zarokekê derbikeve. Berê eger tiliyeke kesekî bi xwîn biba, hemû tax radibû li ser pêyan. Di hemû taxan de komînan ava bikin û xwedî li hevdu derkevin.”

Etîket: Dayika Aştiyê Kewê IşikEndama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskînhişbirrizîbûna civakîtundî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026
Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

Alîgirên Amedsporê: Em ê li dijî hişbir, fihûş û çetetiyê li ber xwe bidin

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne