Stenbol – Beriya civîna NATOyê polîsan di danê sibehê de li Stenbolê avêt li ser gelek malan û gelek kesan binçav kir.
Beriya civîna NATOyê li Stenbolê polîsan avêt li ser gelek malan û gelek kes hatin binçavkirin. Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin. ÇHDê di ser medyaya dijîtalê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de gelek miwekîlên wan hatiye binçavkirin û xwest operasyonên ji ber civîna NATOyê pêk tên bila bidawî bibin.
Kesên hatine binçavkirin li Emniyeta Vatanê tên girtin û hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.












