• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Ji bo aştiyê divê em têkoşînê mezin bikin

Riha / AW

4 TÎRMEH 2026 - 20:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li navçeya Hewagê ya Rihayê bi karkerên tekstîlê, çandiniyê û gel re hevdîtin pêk anîn. Di rûniştinan de li ser newekheviya herêmî, qanûnên çarçoveyê û pêvajoya aştiyê nîqaş hatin kirin. Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo aştiyê divê rêxistinbûn bê xurtkirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya civînên gel de yên ku bi dirûşma “Em aştiyê bi gelan re ava dikin” li dar dixe, li navçeya Hewagê ya Rihayê bi welatiyan re hat cem hev. Di şandeya DBPê de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir û rêveberên partiyê cih girtin.

‘Ji bo pêvajoyê piştgiriyeke xurt hewce ye’

Keskîn Bayindir destpêkê li navenda navçeya Hewagê bi karkerên tekstîlê re hevdîtin pêk anî. Keskin Bayindir li vir axivî û bal kişand ser bandora şer a li ser aboriyê û wiha got: “Di nava 50 salên şer û pevçûnan de aboriya welat zirarên mezin dît. Heya niha 2 trîlyon dolar ji bo vî şerî hatiye xerckirin. Ji ber ku hemû pereyên welat ji şer re tên veqetandin, îro ji her sê ciwanan yek jê bêkar e. Li Rihayê ev rewş girantir e, ji du ciwanan yek bêkar e. Tabloya ku em jê re dibêjin newekheviya navbera herêman, bi temamî ev e.” Bayindir da zanîn ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re astengiyên aborî dê bên derbaskirin û asta refahê bilind bibe, ji bo vê jî bang li her kesî kir ku piştgiriyeke xurt bidin pêvajoyê.

‘Av li ber destê me ye lê em nikarin erdê xwe av bidin’

Karkerên tekstîlê yên ku eleqeyeke mezin nîşanî şandeyê dan, diyar kirin ku ji ber nebûna derfetên kar, mirov neçar dimînin ku koçî bajarên din bikin. Karkerekî bal kişand ser newekheviya herêmî û got: “Li vir sed donim erdê mirovan heye lê nikarin biçînin. Çar aliyên me bi avê dorpêçkirî ne, lê em nikarin xaka xwe av bidin. Ji vir bi tûnelan avê dibin Herrana ku 75 kîlometre dûr e. Li wir ji bo donimekî 500 TL tê girtin, lê av li ber destê me ye û ji bo donimekî 4 hezar û 500 TL ji me dixwazin.”

Karkerekî din jî daxwaz kir ku li navçeyê fabrîke bên avakirin da ku rê li ber koçberiya ciwanan bê girtin.

Keskîn Bayindir û şandeya pê re piştî tekstîlê, derbasî bajaroka Yaylaxê bû. Li vir pêşî bi karkerên çandiniyê re ku piraniya wan karkerên ji Kobanê bûn, hevdîtin hat kirin û li ser şert û mercên xebatê axivîn. Karkerên çandiniyê anîn ziman ku ew li bendê ne pêvajoya aştiyê di demeke nêz de bigihêje encamê.

‘Divê em ji bo aştiyê têbikşin’

Bayindir piştî serdana karkeran, derbasî civîna gel a li bajaroka Yaylaxê bû. Bi sedan welatî tevli civînê bûn û eleqeyeke germ nîşan dan. Di civînê de posterğ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Keskin Bayindir li vir behsa “Qanûnên Çarçoveyê” yên di çarçoveya pêvajoyê de tên bendewarkirin kir û wiha axivî: “Desthilatdariyê dixwest derxistina qanûnan paş bixe. Lê belê di mıtîngên me yên li Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê de ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, gelê me daxwaza xwe bi zelalî nîşan da. Dewletê jî ev dît û niha dibêje ku dê di meha tîrmehê de van qanûnan derxîne. Ji ber vê yekê divê em rêxistinbûna xwe hîn bihêztir bikin. Aştî tenê bi xwestinê nayê, divê em ji bo wê têbikoşin.”

Piştî axaftina Keskîn Bayindir, welatiyan mafê axaftinê girt û bêbaweriya xwe ya li hemberî dewletê anîn ziman. Welatiyan diyar kir ku gava dewlet di derxistina qanûnan de gavan giran diaveje, ev yek baweriya wan kêm dike û wiha gotin: “Em li ser rêya Rêber Apo dimeşin. Muxatabê vê pêvajoyê ew e. Qanûnên ku bên derxistin divê bi wî re bên axaftin. Heta ku ev neyê kirin, aştî nayê vê derê.”

Civîna gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Etîket: çandinîCivînên gelDBPHewagKarkerKeskîn BayindirRiha
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

30 ÎLON 2026
Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Meletiyê bi pileya 5.0 erdhej çêbû

Li Rihayê bi pileya 5.8 erdhej çêbû.

24 ÎLON 2026
Çelone: Komkirina giha hem zûtir dike hem jî hêsantir

Çelone: Komkirina giha hem zûtir dike hem jî hêsantir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne