Amed – Sînemagerên ku li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Nû hatine li gel hev, astengiyên li pêşiya sînema Kurdî û pêşeroja wê nîqaş kirin û gotin: “Çareserî bi hevgirtin û bi hişê kolektîf pêk tê.”
Komxebata ku bi pêşengtiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn tê birêvebirin, bi beşdariya gelek derhêner, lîstikvan û nivîskarên ji Kurdîstan û Tirkiyeyê hatine dest pê kir. Di destpêka komxebatê sînemagerên di têkoşîna hunerî de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî hatin bibîranîn.
‘Divê em bi zimanê xwe sînemayê bikin’
Di axaftina vekirinê de sînemager Aram Dildar bal kişand ser zehmetiyên sînema Kurdî û got: “Em ê li ser wê yekê nîqaş bikin ku em ê çawa bi zimanê xwe yê zikmakî sînemayê bikin. Her wiha em ê li ser vê yekê bisekinin ku çawa dikarin sînema kurdî bikin xwedî sazî û rêxistinbûyîneke xurt.”
‘Çareserî bi hişê kolektîf dibe’
Aram Dildar bi bîr xist ku zimanê Kurdî salên dirêj di bin qedexeyan de bûye û di vê oxirê de berdêlên giran hatine dayîn. Aram Dildar bal kişand ser girîngiya avakirina zemîneke hevpar û wiha dewam kir: “Heke pirsgirêkên sînema Kurdî hebin, ev pirsgirêkên me hemûyan in. Çareserî jî bi hevgirtin û bi hişê kolektîf pêk tê. Armanca me ev e ku em bi vê xebatê, model û rêyên çareseriyê yên ji bo pêşxistina sînema Kurdî bi awayekî rêxistinkirî diyar bikin.”
Piştî axaftina vekirinê, şêwirmendî ji çapemeniyê re hat girtin û xebatên komîsyonan ên der barê astengî û çareseriyên sînema kurdî de dest pê kir.














