* Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş qala hesret û êşa 27 salan a kurê xwe Mehmet Nezîr Gumuş ê di hucreya yekkesî de tê ragirtin kir û diyar kir ku daxwaza wê ya herî mezin aştî ye. Hanîfe Gumuş anî ziman ku heke aştî pêk were û kurê wê azad bibe, ew ê wisa hîs bike ku 27 salan ji kurê xwe qet dûr neketiye.
* Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşmeya “Ji bo Azadî Statu Hiqûqa Demokratîk” ya ku dê du rojan berdewam bike li Çand Amedê dest pê bike. (09:00-17:00)
* DBP Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ya ku dê du rojan berdewam bike dê li Çand Amedê li dar bixe. (09:00-19:00)
* Komxebata Sînemaya Kurdî ya ku du rojan berdewam bike dê li Şeredariya Bajarê Nû ya Amedê bê lidarxistin. (10:00-17:00)
* Komeleya Nivîskar û Wêjekarên Kurd ên Serhedê (KURDÎWAR) dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê yekemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. (10:00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiyên “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizdan” berdewam bikin. Li Amedê vê hefteyê serpêhatiya windakirina siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin dê bê xwendin. (12:00)
* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di çarçoveya bernameya partiya xwe ya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” dê li navçeyên Hewag, Pirsûs û Bêrecûkê yên Riha tev li civînên gel bibe û serdanan bike. (12:00-21:00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, dê yek ji kadroyê pêşeng ê PKKê Alî Haydar Kaytan li avahiya DEM Partiyê ya Wanê bi bîr bîne. (18:00)
* 8emîn Rojên Ma Musicê ku dê di roja duyemîn de li Baxçeyê Ma Musicê berdewam bike. (19:00)








