• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Navenda Nûçeyan/ AW

2 TÎRMEH 2026 - 14:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bi boneya 33yemîn salvegera Komkujiya Madimakê hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl meş li dar xistin û gotin: “Me komkujiya Madimakê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.

Di 2ê Tîrmeha 1993an de 33 rewşenbîr û hunermendên tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn li otela bi navê Madimakê hatin şewitandin û qetilkirin. Bi boneya 33yemîn salvegera Komkujiya Otela Madimakê bernameye bîranînê hat lidarxistin.

Li gel xizmên qurbaniyan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê CHPê yê hilbijartî Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Beşdarên bîranînê li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal li hev kom bûn. Piştre jî bi rengê kortejan ber bi Otela Madimakê ya berê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Ronahiya Sêwasê wê ti carî venemire” û “33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hatin vekirin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me”, “Sêwasî ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Kujer wê hesab bide gel” hatin berzkirin. Malbatan afîşên bi nivîsa “Madimak Muzeya Şermê” daliqandin.

Di bîranînê de destpêkê xizma Seher Gulateş axivî kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, “Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye û em ti carî qebûl nakin ku dem di ser re derbas bibe. Ji ber ku dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe. Ev der wê bibe muzeya şermê.”

‘Divê hevrûbûn çêbe lêborîn were xwestin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku bi îdîaya ‘dem di ser re derbas bûye’ dosyaya dozê hatiye girtin û got, “Nepêkan e ku ev bê qebûlkirin. Ne tenê ji bo Komkujiya Sêwasê her wiha ji bo komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm û Gaziyê jî canên Elewî li benda rûbirûbûneek heqîqî ne, li benda lêborîna fermî ne. Ev lêborîn divê bê xwestin.”

‘Di wijdana canên Elewî de muzeya şermê ye’

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku xizmên 33 kesên hatine şewitandin divê dixwazin Madimak wek muzeya şermê were ragihandin û got: “Ji ber ku nehate xwestin ku rûbirûbûn bi vê heqîqetê re bê kirin. Ew bi xwe îro li vir in, li pişt me ne, bi pratîkî tabeleya xwe daliqandin. Ya ku divê bê kirn ew e ku ev yek bi rêyên fermî pêk bihata. Lê belê di wijdanê canên me yên Elewî de ev der muzeyeke şermê ye, hîn jî li benda lêborînekê ne.”

Ozgur Ozel piştre axivî û destnîşan kir ku Komkujiya Sêwasê divê wke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ozgur Ozel got, “Heta ku dewlet vê derê weke muzeyeke şermê qebûl bike û 2ê Tîrmehê jî weke roja şermê qanûnî bike, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. 2ê Tîrmehê wê weke rojeke şermê bê bîranîn.”

Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî diyar kir ku yên li Madimakê mirov şewitandin ew mirov in ku AKP ava kirin û anî ziman ku AKP bi salan xwedî li kujeran derket.

Etîket: CHPÇigdem kiliçgun UçarDBPDEM PartîOzgur OzelSeyît AslanTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne