• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KURDÎGEH li Wanê vebû: Ziman bingeha jiyanê ye

Bazîd Evren - Firat Tûnç / AW

30 MIJDAR 2024 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Wan – Li Wanê komeleya zimanê kurdî KURDÎGEH ku nû dest bi xebatên xwe yên çand û ziman kir, vebû. Mamosteyê komeleyê Şevket Acar bal kişand ser hewcehiya saziyên bi vî rengî û banga hînbûna zimanê kurdî kir.

Li Wanê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî komeleyeke nû ku bi şîara “Ziman bingeha jiyanê ye” dest bi xebatên ziman dike vebû. Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ku heta niha weke Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSAyê xebat dikir, dest bi waneyên xwe kir. Di komeleyê de nêzî 80 şagirt di asta yekemîn, duyemîn, sêyemîn û mamsotetiyê de waneyan dibîne. Mamoste û rêveberê KURDÎGEHê Şevket Acar ji aşansa me re behsa xebat û armanca KURDÎGEHê kir.

‘Ev ziman emanetê dayik û bavên me ye’

Mamoste û rêveberê KURDÎGEHê Şevket Acar, da zanîn ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heya îro li hemû bajarên Kurdistanê polîtîkayên bişaftinê li ser zimanê Kurdî bê navber berdewam kiriye. Şevket Acar, diyar kir ku ji ber wê jî gelê Kurd bi saya dayîk, bav û kalên xwe zimanê xwe parastiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ziman emanetê dayik û bavên me ne. Em jî li bajarê Wanê kar û xebatê ziman dimeşînin ku zimanê me her alî ve pêş bikeve, bibe zimanê perverdehiyê û fermî.”

‘Her Kurd divê weke mamsoteyekê tevbigere’

Şevket Acar, bi bîr xist ku di 2016an de bi KHKyê saziyên ziman hemû hatin girtin û xwestin ku xebatên ziman tunne bikin. Şevket Acar, destnîşan kir ku wan dîsa saziyên xwe ava kirine û ev tişt got: “Li bajarê Wanê jî li KURDÎGEHê kar û xebatê ziman tên kirin. Lê tenê saziyek têrê nake, divê her kes xwedî li zimanê Kurdî derbikeve. Ji ber ku ev bar bar, barê me hemû Kurdan e. Kesên ku dibêjin ez kurdim, divê weke mamosteyek di malê de tevbigere, danûstandinên xwe de, kolanan de wî zimanî pêş bixe, biaxive û bike rojeva gel de. Wek saziya KURDİGEHê hewildana me jî em hemû kolan, kûçe û navçeyên Wanê xwe bigîhinên hemû kesî.”

‘Polîtîkayên li ser Kurdî bi tundî şermizar dikin’

Di berdewamiyê de Şevket Acar, bi lêv kir ku sedsala 21emîn de jî hêj zimanê Kurdî tê qedexekirin û asteng kirin. Şevket Acar, anî ziman ku tehemûla wan ji bo nivîsa “Pêşî peya” jî nîne û wiha pê de çû: “Naxwazin peyv û gotinên kurdî di cihekî de bên bikaranîn. Em jî wan polîtîkayên li ser zimanê kurdî bi tundî şermezar dikin û dibên her ziman rûmet û devlemendiyeke gelan û mirovahiyêye. Yek wan zimanên ku deh hezar salan in li ser wê axê cih digire zimanê Kurdî ye. Em jî ji bo pêşxistina zimanê Kurdî weke komeleya KURDÎGEHê kar û xebatên ziman dikin û em dixwazin ev ziman bi her alî ve pêş bikeve û bê parastin.”

Nêzî 80 şagirtên wan hene

Bi domdarî Şevket Acar, bal kişand ser xebatên komeleyê û da zanîn ku wan 3 meh beriya niha KURDÎGEH avakiriye. Şevket Acar, diyar kir ku polek asta yekemin, du pol jî asta dûyemîn hene û nêzî 80’ê xwendekar li KURDÎGEHê perwerde dibînin. Şevket Acar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî em amadehiya atolyeya zarokan dikin. Her wiha em poleke din a asta yekemîn û polek jî asta mamostetiyê vedikin. Hêj qeydên me bê navber ji bo her astê berdevam dikin. Em benda hemû kesên ku xwemxûrên zimanê kurdî ne û bila bên qeydên xwe çêbikin.”

‘Komeleya me li benda gel e’

Şevket Acar, bal kişand ser pîroziya zimanê Kurdî û banga xwedî derketinê kir. Şevket Acar, da zanîn ku bila civaka Kurd fêrî zimanê xwe bibin û bidin fêrkirin. Şevket Acar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku zimanê me zimanekî pîroz e divê em zêdetir biaxivin. Pêşvebirina ziman li ser me hemûyan ferz e û di vê em serfirazî zimanê xwe bigehînin pêşerojê. Divê em li hember êrîşên li ser zimanê me bersiveke xurt bidin. Lewma saziya me hertim vekiriye û li benda gel e.”

Hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin

Etîket: çandKURDÎGEHŞevket AcarWanêziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne