• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

Sêrt / AW

27 HEZÎRAN 2026 - 08:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER û DEM Partiyê yên Sêrt bi boneya “Mitînga Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê bang kirin û gotin: “Em dixwazin rojek beriya rojekê Rêber Apo bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî.”

Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 28ê Hezîranê de li Amedê bi diruşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiyê ve Dimeşin” li dar dixin. ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku wê bê lidarxistin dê Qada Îstasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê saet 17:00an de tê lidarxistin. Her wiha Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş tev li bibin. Û ew ê stranbêjên Kurd Kadîr Çat, Pinar Aydinlar û Serhado li ser dikê stranan bibêjin.

Gel wê tenê ne ji Amedê wê ji navçe û bajarên derdora Amedê jî weke Êlih, Mêrdîn, Riha, Dêrsim, Çewlig, Sêrt, Şirnexê jî tev li mitîngê bibe.

Rêveberên saziyên demokratîk ên li Sêrtê banga beşdariya mitîngê li gelê Sêrtê kirin.

‘Mitîng ji bo azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî ye’

Hevserokê TUAY-DERa Sêrtê Mûrat Gogun banga beşdariya mitîngê li gelê Sêrtê kir û got: “Ronahiya zindanan ronahiya civakê ye. Bi vê sedemê di 28ê mehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahiya girtiyên me yên siyasî em tên gel hev. Werin em ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya tevahiya civakê li qadê bin. Em li benda gelê xwe û malbatên xwe ne, werin em pêvajoya xwe xurt bikin û li pêş bixin û bi hikûmetê gavan bidin avêtin.”

‘Em tev bi hev re azad bibin’

Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûrrahîm Çetîn jî ji bo tevlibûna mitîngê wiha bang kir: “Em ji bo 28ê Hezîranê bangî hemû gelê xwe dikin ku werin tev li mitîngê bibin. Ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Serokatî û hemû girtiyên siyasî ye û em her kesî vedixwînin wê qadê. Ev mitîng di heman demê de azadiya Serokatî û neteweyên Rojhilata Navîn e. Bi taybetî jî azadiya neteweya Kurd e. Hemû gelên li mezopotamyayê, Rojhilata Navîn û Hîlala Zêrîn li ser vê axê dijîn û ew ê her azad bibin. Ger ku azadiyek hebe dê azadiya me tevan bi hev re bibe. Em bang li hemû gelên xwe yên welatparêz û xwedî wijdan dikin ku li Amedê dengê azadiyê bilind bikin.”

‘Hewceye ku em destê Rêber Apo xurt bikin’

Endamê DEM Partiyê Abdûllah Ep jî ev bang kir: “Ji bo ku ev pêvajo li pêş bikeve û bikeve meriyetê divê em her tim di nava hewldanan de bin. Hewceye ku em destê Rêber Apo xurt bikin û pêvajoyê li ser pêyan bihêlin. Banga me li hemû gelê me ye, di 28ê Hezîranê de li qadê bin û mitînga azadiyê xurt bikin. Em dixwazin rojek beriya rojekê Rêber Apo bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî.”

‘Divê gelê Kurdistanê were qada mitîngê’

Endamê DEM Partiyê Mûstafa Gunduz jî wiha banga beşdariya mitîngê li gel kir: “Tevî ku ev du sal in serok Apo pêvajoyek daye destpêkirin jî lê mixabin hê jî dewletê tu gaveke wisa şênber neavêtiye. Her roja ku saziyên dewletê dikevin pey xapandin û mijûlkirinê, nahêlin ku ev pêvajo bi ser bikeve. Ji ber vê yekê divê em destê serokatî xurt bikin û aştiyê li pêş bixin. Ji ber vê yekê di 28ê Hezîranê de dê li Amedê ‘mitînga azadiyê’ bê lidarxistin. Divê gelê me yê Kurdistanê jî li wir be û destê serokatiyê xurt bike, da ku aştiyeke meyînde pêk bê.”

Etîket: azadiya fizîkî ya Abdullah OcalanMitînga Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya civîna DEM Partiyê: Azadiya Ocalan pêdiviya bingehîn e

Encamnameya civîna DEM Partiyê: Azadiya Ocalan pêdiviya bingehîn e

14 TÎRMEH 2026
Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

29 HEZÎRAN 2026
Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

29 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

28 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne