• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Krîza perwerdeyê ya cîhanî bandorê li 258 milyon zarokan dike

Navenda Nûçeyan

24 HEZÎRAN 2026 - 16:04
Kategorî: CÎHAN
A A
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku li seranserî cîhanê zarok ji qada perwerdeyê dûr dikevin û eşkere kir ku hejmara zarokên ji ber şer û krîzan bandor bûne, bi awayekî bêhempa gihîştiye 258 milyonî.

Li seranserî cîhanê her ku diçe krîza perwerdeyê kûrtir dibe; şer û pevçûn bi milyonan zarokan ji mafê wan ê xwendinê bêpar dihêlin û ev yek jî pêşeroja nifşan dixe bin metirsiyeke mezin.

Neteweyên Yekbûyî raporek nû weşand ku tê de nexşeyeke metirsîdar a pêşeroja nifşekî tam eşkere dike. Li gorî daneyên însiyetîfa ‘Perwerde Nikare Bisekine’ (Education Cannot Wait), hejmara zarok û ciwanên ku ji ber şerên çekdarî, krîzên avhewayê û karesatên xwezayî ji dibistanê qut bûne, di nava 18 mehan de 21 milyon zêde bûye. Bi vî rengî, ev rêje gihîştiye asta herî bilind a dîrokî û 258 milyon zarokan derbas dike.

93 milyon zarok bi temamî ji pêvajoya perwerdeyê dûr in

Ji vê hejmarê, 93 milyon zarok bi temamî li derveyî pêvajoya perwerdeyê mane. Nêzî ji sedî 60ê hemû zarokên ku zirar dîtine, di nava 9 welatan de dijîn: Afganistan, Bangladeş, Komara Demokratîk a Kongo, Etiyopya, Myanmar, Nîjerya, Pakistan, Sûdan û Yemen. Bi milyonan zarokên din, her çend navên wan di lîsteyên dibistanê de hebin jî ji ber mercên giran nikarin fêrbûneke rastîn bi dest bixin.

Bêparbûna ji perwerdeyê li herêmên xizan û şerên bixwîn zêdetir dibe

Lêkolîn nîşan didin ku pêdiviyên perwerdeyê her ku diçe li herêmên herî xeternak kom dibin. Ji nav 182 milyon zarokên ku di bin bandora 20 krîzên herî giran de dijîn, 74 milyon jê bi temamî li derveyî dibistanê ne. Ev yek piştrast dike ku bêparbûna ji perwerdeyê êdî bi wekhevî belav nabe, lê belê li herêmên xizan û yên ku şerên bixwîn lê hene zêdetir dibe.

Xwendekar dibistanên xwe ji neçarî diterikînin

Analîzan nîşan da ku şer, tundî û girtina dibistanan li gel astengiyên aborî, dibin sedema qutbûna ji sedî 80ê xwendekaran ji dibistanê. Tevî nebûna ewlehî û zehmetiyên madî, malbat hê jî girîngiyê didin perwerdeya zarokên xwe. Zarok ne ji ber ku malbatên wan baweriya xwe bi perwerdeyê winda kirine, lê ji ber ku mercên hawirdorê tu alternatîfên din nadin wan, neçar dimînin dibistanan biterikînin.

Rêjeya xwendinê li gorî krîzan tê guhertin

Lêkolîner hişyariyê didin ku pirsgirêk tenê ne gihîştina fîzîkî ya avahiya dibistanê ye. Li gelek deverên krîzê, zarok ji qonaxên destpêkê ve di jêhatîbûnên bingehîn mîna xwendinê de paş de dimînin. Di polên şeşan de, rêjeya xwendina baş li welatên di bin şer de tenê digihîje ji sedî 30yî, li welatên bi krîzên aborî û civakî ji sedî 47 û li welatên ku rûbirûyî karesatên xwezayî tên dibin ji sedî 61 e.

Koçberî faktorekî sereke yê bêxwendiniyê ye

Her wiha raporê balê kişand ser barkêşiya giran a li ser milê zarokên ku neçar mane ji malên xwe koçber bibin (bi taybetî li Burkîna Faso, Komara Afrîkaya Navîn, Kongo, Malî û Somalyayê) Zarokên koçber li gorî hevsalên xwe yên cihwar, derfetên wan ên serkeftinê kêmtir in û pêşveçûna wan a fêrbûnê hêdîtir e. Di heman demê de, keç, penaber û zarokên xwedî pêwîstiyên taybet rûbirûyî astengiyên pir mezintir dibin ku şer windahiyên wan ên fêrbûnê kûrtir û dirêjtir dike.

Etîket: Neteweyên Yekbûyîperwerdehîzarokzarokên cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

Di şerê Ûkraynayê de zêdetir hezar bûyerên tundiya zayendî hat tespîtkirin

24 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

Rapora NYê xetereya darvekirina jinan eşkere kir

22 ÎLON 2026
ZIMANGER: Pêwîste ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigire

Lokman Babat: Divê siyaset zimanê Kurdî bike zimanê siyaseta xwe ya rojane

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne