• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

Amed / AW

15 HEZÎRAN 2026 - 11:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Partî, DBP û TJAyê li Amedê starta “Mitînga Azadiyê” dan. Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Mûhîttîn Mûgûç daxuyanî da û banga tevlibûnê li hemû hêzên demokratîk kir û wiha got: “Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye.”

“Mitînga Azadiyê” bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê wê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 17:00an de bê lidarxistin. Saziyên navborî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê starta “Mitînga Azadiyê” dan. Endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê ên Amedê, aktivîstên TJAyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya Azad ve Ber bi Civaka Demokratîk ve” hate daliqandin. Endamên Komîteya Amadekar ên Mitîngê Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç bi zaravayê Kurmancî daxuyaniyê xwend û Cîgira Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulîz Kaya jî bi Tirkî daxuyaniyê xwend.

‘Gel careke din dîtiye ku aştî çiqasî bi nirx e’

Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ku gelê Kurd bi dehan salan e ku têkoşîna azadî, nasname û jiyaneke bi rûmet dide û got: “Di vê têkoşînê de berdêlên giran hatine dayîn; ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwazin êşên mezin kişandin. Lê belê, ligel hemû zextan jî vîna azadiya gelan nehatiye teslîmgirtin. Bangawaziya ku di 27ê Sibatê de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji bo çareseriya demokratîk û jiyana hevpar bûye qonaxeke dîrokî. Ev bangawazî; perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azadî bijîn, derxistiye holê. Di pêvajoya borî de, bi sekinandina şer û pevçûnan re civak nefesek girtiye, hêsirên çavên dayikan sekiniye û gel careke din dîtiye ku aştî çiqasî bi nirx e.”

‘Divê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên sererastkirin’

Mûhîttîn Mûgûç di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku daxwaza gelan ew e ku ji bo aştiyeke birûmet û mayînde, gavên demokratîk demildest bên avêtin û ev tişt gotin: “Beriya her tiştî divê zagona ‘Têkoşîna li dijî Terorê’ were rakirin, divê zagonên antîdemokratîk demildest bên guhertin, Dawî li sepandinên qeyiman bê anîn, girtiyên siyasî bên berdan, qedexeyên li ser ziman û çanda gelê Kurd bi temamî bên rakirin. Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin û bi zagonê were garantîkirin, riya azadiya wî ya fizîkî bê vekirin. Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û krîzan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî pêdiviyeke wisa ye ku nayê paşxistin. Çareseriya demokratîk, ne tenê dahatûya gelê Kurd, dahatûya hevpar a hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn e.”

‘Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye’

Muhîttîn Mûgûç di dawiya axaftina xwe de derheqê mitînga “Hêvî û Azadiyê” de agahî da û got: “Ji ber vê yekê, em wekî gelê Amedê; di 28ê Hezîrana 2026an de, saet di 17.00 de li Qada Îstasyonê, bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin’ li qadan bin. Bi vê mabestê em bang li gelê xwe, li ciwanan, jin û kedkaran ango hemû hêzên demokratîk dikin da ku em werin cem hev. Niha dem dema bilindkirina dengê xwe ye! Niha dem dema bilindkirina daxwaza demokrasiyê ye. Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîMitînga AzadiyêTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne