• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

Stenbol / AW

14 HEZÎRAN 2026 - 18:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedara Kurd Dîba Keskîn ku di “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna  Demokratîk a Komarê” de axivî diyar kir ku divê jin di komara demokratîk de jî xwedî li mafê xwe derbikevin û got: “Heke em xwedî li mafê xwe dernekevin di komara demokratîk de jî dikarin mafên me desteser bikin.”

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa di Sedsala 2yemîn de Veguherîna  Demokratîk a Komarê” di roja 2yan de berdewam dike. Di roja 2yan a konferansê de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyên û kesên navdar li ser mijarên pê re eleqadar in nirxandin kirin.  Li cihê konferans hat li darxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hatin daliqandin.

Piştî rûniştinan konferans bi beşa forûmê berdewam kir. Di beşa forûmê ya ku Kuban Kural moderatoriya wê kir û mijara, “Komara kîjan kesî ye, pêşerojeke çawa?” hat gotûbêjkirin. Neslihan Acar ku li ser mijara, “Karker çawa ji hemwelatiyê hatin derxistin?” axivî li ser têkoşîna karkeran rawestiya û got: “Dewlet bi amûrên çewisandin û hiqûqê zextê li civakê dike û bi vê yekê wekheviya hiqûqê jî ji holê radibe.”

Rojnameger Yildiz Tar jî li ser mijara, “Tenêtiya sedsalan: Komar û rastiya LGBTÎ+ û lêgerîna çareseriyê ya sedsala nû” rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Dema em ji dîrokê ve jî lê dinerin kesên LGBT+ ji berê de hebûn. Ew pergal di kesayetan de şermê ava dike û derveyî civakê dihêle. Bi pakêta darazê ya 12an ve kesên LGBT+  yên şerm nakin û daxwaza mafê xwe û wekheviyê dikin ji cezayê girtîgehê ve rû bi rû ye. Yekperestiya komarê bûye sedema dijminatiya LGBT+ û di demên pêş de jî LGBT+ weke mijara pêkenokê hatin destgirtin. Demokratîkbûyîn bi derbaskirina tirsê pêktê. Ji bo wê jî di civaka demokratîk de kîjan nirxên civakê dê cih bigirin û divê em bi hev re diyar bikin û hevjiyaneke hevpar ava bikin.”

‘Divê jin xwedî li mafên xwe derkevin’

Siyasetmedara Kurd Dîba Keskîn ku li ser mijara, “Di pêşerojeke çawa de komara demokratîk ji jina oldar re çi pêşkêş dike?” anî ziman ku di sedsala derbasbûyî de komarê tiştek neda netewe û baweriyan û wiha pê de çû: “Komar ku li ser laîkbûnê avabû jinên sergirtî xistin pişt perdeyê. Ji aliyekî ve tarîkatan jin xistin pişt perdeyê ji aliyê din ve jî komarê jinên sergirtî weke ne ‘makbul’ pênase kir û pişt perde kir. Heke jin ji komara demokratîk nestînin, komar demokratîk be jî zilamên di nava komara demokratik de tiştek nadin jinan. Divê jin mafên xwe baş bizanibin. Komara demokratîk ji bo jinan kirdebûnê û di hemû qadên jiyanê de îradebûnê pêşkêş dike. Lê heke em xwedî li van mafên xwe dernekevin dikarin ji destê me bigirin. Tu jin divê ne li gor şêx û melêyan û bîrdoziyan; dê serê xwe bigire an serê xwe vebike, dê çawa bijî bixwe biyar bide. Di dîroka cîhanê de jî di dema têkoşînê de jin bi qastî zilman di têkoşînê de cih digirin lê piştî serkeftinê, dema ku dor tê desthilatiyê cih nadin jinan. Ji bo wê em weke jin xwedî li maf, hebûn û keda xwe dernekevin di komara demokratîk de jî destkeftiyên me dikarin ji destê me bigirin.”

Ayşegul Altinay ku li ser mijara,” Bi hevgirtina cîhanî aştiyê tevnandin” axivî bi lêv kir ku piştî komarê gelek netewe û bawerî rastî pişaftinê û helandinê hatin û li ser rewşa Ermenan rawestiya û qala serpehatî û bîranînên xwe kir.

Mehmet Ugur Korkmaz li ser mijara, “Ma komara gel pêşerojê ji ciwanan re dihêle?” axivî û ev tişt gotin: “Dewlet ji Parka Geziyê bigire heta Kurdistanê bi tang û topên xwe êriş kir. Dema ciwan polîtîk dibin jî rastî tundiya dewletê tên.”

Piştî axaftinan konferans bi dawî bû. Encamnameya konferansê dê ji raya giştî re bê parvekirin.

Etîket: axaftinbi dawî bûKomara DemokratîkKonferansRoja duyemîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

Roja duyemîn a bîranîna şehîdên Nisêbînê dawî bû

28 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

26 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin  Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin
Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

23 TEBAX 2026
Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne