• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanan ekolojî û jineolojiyê nîqaş kirin

Amed / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 16:18
Kategorî: CIVAK
A A
Yekemîn Hevdîtinên Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê ku di 12yê hezîranê de dest pê kir û wê sê rojan bidome, di roja xwe ya duyem de bi panel û çalakiyên cuda didome. Di bernameya îro de panelên ekolojî, jineolojî û kursiya serbest hat lidarxistin.

Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya ‘Em Ji Bo Siberojê Li Vir in’ bi dirûşma ‘Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve’ 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê li dar xist. Bernameya ku dê 3 rojan berdewam bike, îro di roja duyemîn de bi tevlîbûna hevşaredarên Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, endamên saziyên sivîl û gelek ciwanan li Parka 75ê ya Peyasê berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de werzîşa serê sibê hate lidarxistin û taştê hat xwarin. Paşê jî panelên ekolojî, jineolojiyê hat li darxistin û kursiya serbest hat danîn.

Di panela ekolojiyê de li ser bandorên civakî yên krîza ekolojîk û berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî nirxandin hatin kirin. Di panelê de hat diyarkirin ku ji bo avakarina jiyaneke ekolojîk, demokratîk û domdar divê têkoşîna ekolojîk li herêmê were xurtkirin. Di heman demê de komûnên ekolojiyê çawa bên avakirin û texrîbatên polîtîkayên dewletê li ser ekolojiyê hate nîqaşkirin.

Piştî panela ekolojiyê panela jineolojiyê hat lidarxistin. Di panelê de li ser xurtkirina jiyana wekhev a li ser perspektîfa jineolojiyê wekheviya zayenda civakî, xuyabûyîna keda jinan û di avakirina civaka demokratîk de rola jinan, nirxandin hatin kirin.

‘Zindan, makîneyeke ceribandina îdeolojîk û vînê ye’

Herî dawî girtiya siyasî a ku 31 sal di zindanê de mabû Şadiye Manap di çarçoveya bernameya Kursiya Serbest de derbarê bîranînê girtîgehê de axivî.

Şadiye Manap diyar kir ku têgeha ‘zindan’ê, ji bilî makîneyeke fîzîkî ya tecrîd an jî cezakirinê ye; wekî rastiyeke piralî ya ku berxwedan, bîra civakî û têkoşîna polîtîk lê digihêjin hev tê girtin û wiha got: “Ev qada xweser a ku wateya xwe ya hebûnî û rastiya xwe bi berxwedana kolektîf a li hundir ji nû ve hildiberîne, ji bo dînamîkên pêşeng ên civakê ne rewşeke girtîmayîna pasîf e, makîneyeke ceribandina îdeolojîk û vînî ye. Sîstem, girtîgehan ne wekî qadên girtinê yên asayî; lê wekî ‘laboratuwareke dijmin’ a ku armanc dike civakê li gorî sînorên xwe yên îdeolojîk teslîm bigire, veguherîne û dîzayn bike, kurgu dike. Polîtîkayên taybet ên ku li zindanan tên pêşxistin û sepandin, di rastiyê de prototîpa wî modelê zextê ye ku tê xwestin li ser civakê bê ferzkirin. Lê belê li hemberî van polîtîkayên şîdet û tecrîdê yên laboratuwarî, sekna herî xweser, bêhempa û radîkal ji aliyê girtiyên jin ve tê nîşandan. Hebûn û tecrubeya jinan a li zindanê; hem li dijî amûrên zextê yên hişmendiya dewletparêz û baviksalarî serhildaneke bingehîn e, hem jî hûnandina jiyana hevbeş a azad û alternatîf a di bin wan şert û mercên giran de ye.”

Roja duyemîn dê bi bernameyên Faaliyetên Werzîşî, Lîstokên Kevneşopî yên Kurdî berdewam bike û bi bernameya guhdarkirina muzîkê bi dawî bibe.

Etîket: ciwanHevdîtinên Ciwanan a Werzîş û Çandê ya PeyasêŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

Xebat Dîcle: Ciwan avakerên paşerojê ne

16 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne