• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DBP ji bo pêkanîna aştî û azadiyê dadikeve qadan

Amed / AW

12 HEZÎRAN 2026 - 12:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – DBP bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” dest bi xebatên “Mitînga Azadiyê” û pêkanîna aştiya civakî û azadiyê ku dê li gelek bajaran civîn, hevdîtin û xebatan pêk bîne.

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de dê di 27ê Heziranê de li Wan û Mêrsînê û di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” “Mitîngên Azadiyê” werin lidarxistin. Partî, sazî û komeleyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo mitîngê ketine nav hewldaneke mezin da ku bi van mitîngan dengê azadiyê bilind bikin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî xebatên mitîngê û xebatên pêkanîna aştiya civakî û azadiyê bernameya xwe ya li gelek bajaran bi nivîskî parve kir.

‘Em ê rexne û pêşniyarên gel guhdar bikin’

DBPê diyar kir ku ew ê ji bo ku rast e rast bi gel re hevdîtinan bikin, pirsgirêkên civakî di cih de guhdar bikin, binirxînin û bingeha aştiya civakî bi awayekî xurt ava bikin dê di 16ê Hezîranê de xebata xwe ya mitîngê bidin destpêkirin û wiha got: “Xebata ku wê nêzî heyvekê berdewam bike, wê li gelek bajar, navçe, gund û taxan pêk bê. Di çarçoveya vê xebatê de parlamenterên me, endamên meclisa partiya me, endamên rêxistinên navçe û bajaran ên partiya me û tevî qadroyên partiyê yên li bajar û herêmên xwe wê bikevin nav liv û tevgerê. Taybetî û rêbaza vê xebatê ew e ku; hevdîtin ne di saziyan de, dê li qadên jiyane yên gel pêk bên. Li taxan, li gundan, li qadên hilberînê û sûkan, li qadên xebat û kedê bi kurtasî li tevî qadên jiyanê em ê pirsgirêkên gel, rexne û pêşniyarên wan guhdar bikin, bi wan re binirxînin.

Armanca bingehîn a vê xebatê nirxandina bi hev re ya pirsgirêkên civakî û bihêzkirina pêwendiya siyaseta civakî ye. Her wiha, bi vê xebatê yek ji armancên me jî ew e ku; di sazkirina aştî û avakirina civaka demokratîk de îradeya gel derbixin pêş û bi vê yekê re bingeha lihevkirina civakî xurt bikin. Di vê çarçoveyê de, nêzikatiya kedkar û saziyên çapemeniya ji bo vê xebatê gelek bi wate û girîng e. Şopandin û ragihandina tevî bernameyên vê plansaziyê gelek biqîmet û hêja ye.

Ji ber vê yekê, em rojnameger û kedkarên çapemeniyê vedixwînin xebata xwe ya ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ ku wê di 16ê Hezîranê de dest pê bike.”

DBPê diyar kir ku di çarçoveya xebatan de dê li ser van sernavkan bisekinin:

“• Nêrînên gel ên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de,

• Pirsgirêkên ku di warê cotkarî, ajalvanî û aboriyê de diqewimin,

• Pirsgirêkên wekî bêkarî, çetewarî û madeyên hişbir ên ku ciwan bi wan re rû bi rû tên hiştin,

• Gefên ku li dijî xweza û qadên ekolojiyê pêk tên,

• Pirsgirêkên herêmê û civakî û rageşiyên ku di navbera civakê de pêk tên,

• Pirsgirêkên ku gelên li ser xeta sînor cih digrin dijîn,

• Xwerêxistinkirin û beşdarbûna civakî.”

Di çarçoveya plansaziya ku DBP kiriye de, di meha Hezîranê de xebatên hevserok, endam û rêveberên wan wiha ye:

“Hevseroka me ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar wê di 16-17-18ê Hezîranê de li Şirnexê, di 19-20ê Hezîranê de li Sêrtê, di 21-22-23yê Hezîranê de li Mêrdînê, di 24-25-26ê Hezîranê de li Êlihê û di 28ê Hezîranê de jî li Mitînga Mezin a Amedê be.

Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir jî wê di 19-20-21ê Hezîranê de li Colemêrgê, di 22-23-24ê Hezîranê de li Wanê û di 27ê Hezîranê de jî li Mitînga Mezin a Wanê be.”

Etîket: DBPgelguhdarkirinMitîngên Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

DBPê ferdên malbata Dedeogûllari bi bîr anî

30 TÎRMEH 2026
Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

Rêzeçalakiyên jinan ên li dijî tundiyê dest pê kir

29 TÎRMEH 2026
Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

Li taxa Duzyolê li dijî hişbirê civîn

26 TÎRMEH 2026
Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

Ûzûnay: Armanca civînên me rêxistinkirin û sazkirina hişmendiya komûnal e

21 TÎRMEH 2026
DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

DBP: Destkeftiyên Rojava, xwedîderketina israra ya aştî û civaka demokratîk e

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne