• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jinên Kurd ne amûra henekên hişmendiya mêrserwer in’

Îzmîr / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 17:30
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Tevgerên jinan li Îzmîrê li dijî gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jinên Kurd di navenda pergala mêrperest û tirkperestî de rûbirûyê cihêkariyeke piralî tên.

Tevgerên jinan li Îzmîrê li dijî gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek dan. Li ser navê jinan nûnera Komeleya Çand û Hunerê ya Azad Belkisa Suleymanoglu destnîşan kir ku jinên Kurd di navenda pergala mêrperest û tirkperestî de rûbirûyê cihêkariyeke piralî tên.

Belkisa Suleymanoglu di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rûyê qirêj ê vî zimanî û destnîşan kir ku ev gotinên ku di 5ê Hezîranê de ketine rojevê, qet nabin mijara ‘henek’ an jî ‘pêkenokan’, berevajî vê ev yek hilberîna ji nû ve ya pêşdaraziyên dîrokî yên li dijî jinan û gelê Kurd e û wiha got: “Maka vê çîrokê û bingeha vê qaşo mîzahê li ser wê fersendê hatiye avakirin ku jinên Kurd ji gotinan fêm nake. Ji ber vê yekê, li vir ne tenê riswabûna nasnameya Kurdî heye; di heman demê de nêrîneke çavnebar û zayendîperest ku jinan biçûk dibîne heye. Jin bi sedsalan e ji aliyê hişmendiya mêrserwer ve bi nezanî û kêmperweriyê re têne hevdukirin; Kurd jî her dem di bin herka polîtîkayên de mane. Jinên Kurd tam di navenda van zextan de cih digirin; hem ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê hem jî ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyê cihêkariyeke piralî û kûr dibin.”

‘Dînamîka herî xurt a têkoşînê jinên Kurd in’

Belkisa Suleymanoglu di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku jinên Kurd her dem ev rolên ku sîstemê li wan bar kirine qetandine û avêtine û wiha pê de çû: “Jinên Kurd di dîrokê de her bûne pêşeng û kirdeyên têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê. Îro li Rojhilata Navîn û heta Tirkiyeyê, dema ku behsa herika têkoşîna azadiya jinan tê kirin, dînamîka herî xurt û herî birêxistinbûyî têkoşîna jinên Kurd e. Tam ji ber vê çendê, ev zimanê ku jinên Kurd dike babeta şablonên nizm, ne tenê gotineke ji rêzê ye; ev rasterast êrîşeke li dijî hebûna jinan, têkoşîna wekheviyê û vîna jiyana hevpar a gelan e.”

‘Ev zimanê jehrî ne mîzah e û ne jî azadiya îfadeyê ye’

Belkisa Suleymanoglu, li ser navê TJA, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBPê wiha bang li raya giştî kir: “Em bi dengekî bilind dibêjin: Jin ne amûr û mergên henekên hişmendiya mêrserwer in. Jinên Kurd ne babetên şablonên we yên cihêkar in. Gotinên ku bi rûreşkirina beşên civakê têne hûnandin, ne mîzah e û ne jî di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye. Bi taybetî gava kesên ku bandora wan li ser civakê heye vî zimanê jehrî bi kar tînin, pêşdaraziyan kûrtir dikin û normalkirina cihêkariyê re rê vedikin. Ji ber vê, li dijî vî zimanê nefretê, meşandina têkoşîna hiqûqî û civakî wezîfeya herî pîroz a civaka demokratîk e. Em ê parastina azadiya jinan, rûmeta jinên Kurd û wekheviya gelan bi biryardarî bidomînin.”

Etîket: İzmirrêxistinên jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

10 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne