• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Stenbol / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 12:42
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1106emîn de li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên beriya 32 salan hatibûn kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku înfazên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê komeke girêdayî Mehmet Agar û Korkût Eken, ve pêk hatiye û hat gotin ku dê her dem aqûbeta Buldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1106emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1106emîn de li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay e berî 32 salan yanî di 3yê Hezîrana sala 1994an de hatin qetilkirin, hat pirsîn û daxwaza darizandina kujeran hat kirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Dayikên Şemiyê Besna Tosûn ve hate xwendin.

‘Tevî hemû hewldanên malbatan jî dosyayên wan pêş ve neçû’

Besna Tosûn anî ziman ku ew ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay edaletê dixwazin û wiha got: “Di hefteya 1106emîn de li pêşiya bendên polîsan bang dikin; windakiriyên di binçav de ne sûcê taybet in. Ev tevahî sûc bi hêza dewletê pêk hatin û heta îro jî polîtîkayên bêcezahiştinê didome. Di hefteya 1106emîn de em dosyaya Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê ku heqîqet tê înkarkirin parve dikin. Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay berî 32 salan di 3yê Hezîrana sala 1994an de li Stenbolê ji hêla 7-8 hêzên paramîlîter ên bi çek û telsîz ve hatin binçavkirin. Di şeva 4ê Hezîrana sala 1994an de li derdora navçeya Yiglicaya Bolûyê cenazeyê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ê îşkencekirî ji aliyê gundiyan ve hatin dîtin. Tevî hemû hewldanên malbatan jî dosyayên wan pêş ve neçû. Di 19ê Mijdara sala 2013yan de îdianameyeke nû hate vekirin û tev li Doza JÎTEMê ya Enqereyê hate kirin.”

‘Hemû bersûc hatin berdan’

Besna Tosûn destnîşan kir rêveberê MÎTê Mehmet Eymur lîsteyeke ku navê karsazên Kurd ên bên kuştin radestî dadgehê kir û ev tişt anî ziman: “Mehmet Eymur diyar kir ku înfazên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê komeke ku serkêşa wan Mehmet Agar û Korkût Eken in, Îbrahîm Şahîn û Emîn Aslan ve pêk hatiye. Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ji aliyê kîjan komê ve hatine binçavkirin, kuştin, bi talîmatê kî ve hatine kuştin di raporê dewletê ya Sûsûrlûkê û îdianameyê Ergenekonê de bûn û ev jî di îdianameya Doza JÎTEMê ya Enqereyê de cih girt. Tevî van agahiyan jî doza 13yê Mijdara sala 2019an de Mehmet Agar û bersûcên din beraat kirin. Di Nîsana 2021an de Dadgeha Herêma Enqereyê ya Daîreya Cezaya 1an piştî serlêdana îstînafê biryarê xira kir û dosyayê dîsa şand dadgeha xwecihî. Lê dadgeha xwecihî di 26ê Gulana sala 2023yan de carekî din biryara beraatê da. Dadgeha Bilind jî 15ê Cotmeha sala 2024an de biryarê erê kir. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbetên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay bipirsin.”

‘Kujerên 3 kesan nehatin darizandin’

Pervîn Bûldan jî diyar kir ku di 32 salan de ew serî li herderî dane û wiha got: “3 cenaze hat destê me, jî wê demê vê kujer nehatin darizandin û parastin. Kujerên 3 kesan xwe eşkere kirin lê dîsa jî nehatin darizandin. Mehmet Agar got ‘ez wî kevirî bikişînim dê her tişt xira bê’ lê ew nehat darizandin. Prensîba di dewletê de berdewamî esas e, pêk hat.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.

Etîket: Adnan YildirimDayikên ŞemiyeHaci KarayKorkût EkenMehmet AgarSavaş Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne