• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Îro dora CHPê be, sibê dora AKPê ye

Enqere / AW

2 HEZÎRAN 2026 - 14:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de nerazîbûn nîşanî biryara “betalkirina teqez” a li ser CHPê da û got: “Polîsên ku îro çûn CHPê, sibê wê biçin ber deriyê AKPê jî. Ew ê rojek jî biçin MHP, DEVAyê, Partiya Gelecekê û Partiya Saaedetê.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî. Gelek Dayikên Aştiyê jî tev li komcivînê bûn. Tuncer Bakirhan bi xêrhatina dayikan kir.

Bakirhan bal kişand ser Doza Kumpasê ya Kobanê û got: “Hevalên me deh sal in girtî ne. Hema bêje ji malbata her hevalek me bav, dayik, xwişk û birayên wan wefat kirin. Nikaribûn tev li cenazeyên wan jî bibin. Divê êdî ev şerm û heya bi dawî bibe.”

‘Dixwazin pêşî li siyaseta demokratîk bigirin’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku li Tirkiyeyê li gel krîza aborî krîzek siyasî ya dijwar jî diqewime û wiha got: “Biryara ‘betalkirina teqez’ a li ser CHPê nîşaneya herî berbiçav a vê krîza siyasî ye. Ev şerm ne bes e, polîsan dişînin ser navenda CHPê. Ev biryara ‘betalkirina teqez’ ne meseleyek hiqûqî ye, eleqeya wê bi hiqûqê re nîn e. Bi vê biryarê dixwazin siyaseta demokratîk bi darê zorê teşe bikin. Bila tu kes qala rêgezek din neke. Dixwazin siyaseta demokratîk bi destwerdana hiqûqî teşe bikin. Bila tu kes nebêje, ‘ev biryara darazê ye’ û gelê Tirkiyeyê pê nexapîne. Li Tirkiyeyê şahidê herî ku zêde baş vê rejîmê nas dike em in. Ev cambazî kirin e kevneşopiyek û me tu carê li vê cambaziyê mêze nekir. Ez dixwazim carek din bêjim ku em ê tu carî guh nedin vê cambaziyê.”

Îro dora CHPê ye sibê ya we ye

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ew ê tu carî qebûl nekin ku bi biryarnameya darazê îradeya sindoqê were betalkirin û wiha axivî: “Kes jî nikare bi me bide qebûlkirin. Em pirr bi zelalî dibêjin; ji bo me têgeha kilîda siyaeta Tirkiyeyê meşruiyeta demokratîk e. Ji ber vê yekê em vê yekê bi eşkereyî radigihînin; biryara ku Dadgeha Îstînafê daye; tenê ne partiyek siyasî hemû siyaetê û qada civaka sivîl dixe bin gefê û li ser jiyana demokratîk, mafê rêxistinbûnê û siyasetê dixwe. Bi vê biryarê re tu ewlehiya partiyên siyasî û civaka sivîl nemaye. Divê Dadgeha Bilind bicive û demildest dawî li vê ecêb û sosretê bîne. Divê li Tirkiyeyê pêşî li jiyana demorkatîk û sivîl bê vekirin. Bêhiqûqî bi serdegirtina navnîşanê dest pê dike lê tu carî li şûna xwe namîne. Feraseta ku îro deriyê partiyekê dişkêne, sibê wê biçe ber deriyê hemû siyasetê.

Me vê di raboriya xwe de jî dît û tecrûbe me heye. Polîsên ku îro çûn CHPê, sibê wê biçin ber deriyê AKPê jî. Ew ê rojek jî biçin MHP, DEVAyê, Partiya Gelecekê û Partiya Saaedetê. Jixwe her tim hatin ber deriyê me û avêtin ser avahî û malên me. Em vê bêhiqûqiyê baş nas dikin. Ew jî me baş nas dike. Ev feraset were ber deriyê me jî nikare tiştekî bigire, jixwe pergal bi xwe jî vêya dizane.”

Etîket: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer BakirhanKomcivîna DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026
Hatîmogullari: Divê beriya betlaneyê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê

Hatîmogullari: Divê beriya betlaneyê çarçoveya qanûnî were rojeva Meclîsê

23 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne