• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

Seyîtxan Uzun / AW

1 HEZÎRAN 2026 - 12:02
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di 28ê Sibata 2026an de, bi navê Operasyona Epic Fury, Îsraîl û DYA ya ku di bin serokatiya Trump de êrîşeke hevbeş a berfireh birin ser Îranê. Şer û êrîş hê jî didomin. Bi êrîş û şer re qeyrana heyî kûrtir bû lê mijara Kendava Hurmuzê jî li ser qeyrana heyî qeyraneke din zêde kir.

Di 13yê Hezîrana 2025an de, Îsraîlê bi operasyoneke mezin êrîşî saziyên nukleerî yên wek Natanz, Fordow, Isfahan, baregehên mûşekan û serokên leşkerî yên Îranê kir. Ev êrîş piştî salên dirêj li hemberî komên piştgiriya Îranê dikin ên wek Hizbulah, Hûsî, Hemas bû bersiveke rasterast.

Îranê jî bi mûşek û dronên balîstîk bersiv da êrîşa Îsraîlê , lê parastina hewayî ya Îsraîlê û bi alîkariya DYAyê piraniya van mûşek û dronan hatin rawestandin. Şer 12 rojan dewam kir û di encamê de bi rêya her du aliyan 24 Hezîranê agirbest hate îlankirin. Lê ziyanên mezin li bernameya nukleerî û mûşekî ya Îranê bûn. Ji aliyê Kurdan ve,  ev êrîş weke derbeyek li ser zilmkarê herî mezin ê Kurdan (Komara Îslamî) tê dîtin.

Şerê 2026an: Qonaxa Destpêkê ya Mezin

Di 28ê Sibata 2026an de, bi navê Operasyona Epic Fury, Îsraîl û DYA ya ku di bin serokatiya Trump de êrîşeke hevbeş a berfireh birin ser Îranê. Di saetên destpêkê de bi sedan hedefên nukleerî û leşkerî yên Îranê hatine hedefgirtin. Gelek fermandar û rayedarên payebilind ên di nav de Ayetullah Elî Xameneyî jî hebû hatin kuştin. Ve yekê şer ber bi qonaxeke nû ve bir.

Îranê jî bi mûşekên ber bi Îsraîl, binkeyên Amerîkî û hevalbendên herêmî ve bersiv da. Hizbulah ji Lubnanê ve tevlî vî şerî bû û li tevahiya cîhanê metirsiya şerê berfirehtir bibe zêde bû. Di encama êrîşên beramberî hev de bi hezaran sivîl û leşker hatine kuştin, ziyanên aborî yên mezin çêbûn û qeyrana Kendava Hurmizê hêj kûrtir bû. Di nîvê Nîsanê de cardin agirbest hate îlankirin lê qeyrana Kendava Hurmuzê hêj didome.

Derfet û xetereya ji bo Kurdan

Ji perspektîfa Kurdî, ev şer ne tenê şerê Îsraîl-Amerîkayê ye, lê derbeyeke giran li ser Komara Îslamî ye ku ji 1979an vir ve yek ji mezintirîn zilmkarên Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ye. Partiyên Kurdî yên wek PJAK (Partiyta Jiyana Azad a Kurdistan), PDKÎ (Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê), Komela û yên din, bi giştî piştgiriya xwe ji bo lawazbûna rejîmê anîn ziman lê hetanî niha bi hişyarî tevgeriyan.

Xeter: Kurd dîsa dibin qurbaniyên şer. Êrîşên Îranê yên li ser herêmên Kurdistanê, metirsiya koçberiyê, zêdebûna darvekirina Kurdan, di dîzaynkirina sînorên nû de cih nedana kurdan.

Derfet: Lewazbûna Îranê derfeteke dîrokî dide Kurdan ku weke Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî otonomiyê di nav Îraneke demokratîk de.

Rejîma Îranê hîn jî li ser lingan e lê lawaz bûye. Aborî di rewşeke xerab de ye û darvekirin siyasî ji her demî zêdetir bûne.

Zêdebûyîna darvekirinan

Belê, agahiyên heyî û raporên rêxistinên mafên mirovan vê îdîayê bi piranî piştrast dikin ku  rejîma Îranê bi salan e cezayê darvekirinê li dijî muxalîf, protestovan û dijberên rejîmê weke amûreke sîstematîk a çavtirsandinê bi kar tîne. Ev meyl di dawiya 2025an û bi taybetî di destpêka 2026an de bi bûyerên xwepêşandinan re zêde bûye.

Tê diyarkirin ku li Îranê di salên 2025-2026 an de heta niha herî kêm 1639 û 2159 kes hatine darvekirin. Ev hejmar ji 1989an vir hejmara herî bilind a darvekirinan e. Rejîma Îranê darvekirinê wek amûreke stratejîk digire dest û dixwaze bi darvekirinan re  pêla ‘tirsandinê’ ji ser gelên aştîxwaz kêm nebe. Amnesty International û Iran Human Rights jî darvekirinan wekî ‘amûra tepisandinê’ bi nav dikin.

Rewşa aborî

Ji bo hemû meylên siyasî yên Îraniyan, ji ber ku bihayê her tiştî her diçe zêdetir dibe jiyan jî her ku diçe li Îraniyan heram dibe; heta carinan digihîje astên wêrankeriyê. Beriya şer enflasyon jixwe di astên du reqemî yên bilind de bû; bi şer re jî rewşê hîn xerabtir bû. Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF), ji bo sala 2026an enflasyona ji sedî 68,9 pêşbînî dike. Ev ji sala 1979an vir ve rekora herî bilind e. Bihayên gelek tiştên xwarinê di 12 mehên dawî de du yan jî sê qat zêde bûne.

Îraniyan her çiqas ji ber şer kêmbûna girîng a tiştan rapor nekin jî, her ku biha bilind dibin, hejmara kesên ku dikarin tiştên li bazarê bikirin kêm dibe. Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), di rapora xwe ya dawî ya 21ê Gulanê de ya derbarê rewşa piştî şerê Îranê de ragihand ku pirsgirêka sereke êdî peydakirin nîn e, hêza kirînê ya ku bi lez dihele ye.”

Enflasyon û xerabûna şert û mercên jiyanê, bi salan e li Îranê bûye sedema protestoyên mezin. Protestoya herî dawî di dawiya meha Kanûnê de pêk hatibû. Ji ber daketina tund a nirxê pereyê wan li hember dolar, esnafan dest bi xwepêşandanê kir û ev bû mezintirîn tevgera protestoyî ya deh salên dawî. Xwepêşandan belavî her derê Îranê bû. Ev rewş bû sedema êrîşên kujer ên hêzên dewletê. Rejîma Îranê bi hovane êrîş bir ser gelan. Li gorî rêxistinên mafên mirovan; herî kêm 7 hezar kes hatin kuştin. Li gor çavkaniyên herêmî hejmara kesên hatine kuştin pir zêdetir e.

Dema ku cîhan pêşketina hêdî ya danûstandinên dawîkirina şerê di navbera Tehran û Washingtonê de dişopîne, Îraniyan bala xwe dane ser bûdceya xwe. Li ser enflasyona bilind, ji destpêka şer ve windabûna mezin a kar û bar û qutkirina înternetê ya ji aliyê dewletê ve jî hatî, dahatên karsaziyên serhêl tune kir. Xizmetên înternetê vê hefteyê vegeriyan, lê hin pargîdan dibêjin ku ziyana wan nayê tamîrkirin.

Bi taybetî Îraniyên dahata wan naguhere û gihiştina pereyên biyanî tune, zêdebûna bihayan pir ji kûr ve hîs dikin. Bi taybetî çavkaniyên proteînê pir biha bûne. Farhadê ku li bajarekî navîn ê Îranê dijî dibêje: “Goştê sor ji sifrêya gelek malbatan winda bûye.” Li Okala pakêtek 500 gram qîmeya çêlekan bi 1 milyon 366 hezar û 500 tûmen (nêzîkî 7,40 dolar) tê firotin.

Etîket: AmerîkaÎranÎsraîlKendava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

Wezîrê Îngilîz Falconer: Li Îranê Kurd bi zexteke giran re rû bi rû ne

29 HEZÎRAN 2026
Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Îran Hurmizê girt: DYA û Îran li Swîsreyê tên ba hev

21 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne