• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Navenda Nûçeyan / AW

27 GULAN 2026 - 13:49
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Di roja yekem a Cejna Qurbanê de li Colemêrg, Stenbol, Heleb û Efrînê gel berê xwe da pakrewangehên şehîdan. Di serdanan de soza xwedîderketina li têkoşîna cangoriyan hate dayîn, daxwaza pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ hate kirin û êrişên dewleta Tirk ên li ser pakrewangehan hatin şermezarkirin.

Bi boneya Cejna Qurbanê, li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê malbatên şehîdan, xizmên windayan û welatiyan serdana goristanan kirin û cejna xwe li gel şehîdan pîroz kirin.

Colemêrg: Bi diayan qurnefîl hatin danîn

Li Colemêrgê bi pêşengiya MEBYA-DERê di roja yekem a cejnê de serdana Goristana Serê Solan hate kirin. Li ser goran dia hatin xwendin û qurnefîl li ser kêlikên şehîdan hatin danîn. Di serdanê de ku xizmên windayan jî amade bûn, piştî axaftinan cejna malbatan hate pîrozkirin. Serdan bi diayan bi dawî bû.

Stenbol: Girse bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ meşiya

Li Stenbolê jî bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Anatoliyayê Winda Kirine re (ANYAKAY-DER), serdana gorên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin. Girseya ku li Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê li hev civiya, ji Cemxaneya Gaziyê heta Goristana Gaziyê meşiya û di meşê de bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

‘Bi hişmendiya mêtînger nêzî axa Kurdan dibin’

Li goristanê Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkarkirina Kurdan. Çinar wiha axivî: “Dewletê timî got ‘Gelê Kurd tune ye’ û Kurd înkar kirin. Bi hişmendiyeke mêtinger nêzî xaka Kurdan bû. Heke em îro li vir serdana gorên hevrêyên xwe dikin, qala hebûna xwe dikin û dikarin vîna xwe bînin ziman, ev bi saya hevrêyên me yên şehîd e. Ji ber ku wan jiyana xwe fedaî têkoşînê kirin, em wekî jin, wekî gelê Kurd û gelan îro dikarin gotina xwe bibêjin. Ji ber vê yekê em ê her tim xwe deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd bibînin.”

‘Pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka ewleyê tê dîtin’

Arîfe Çinar, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev peyam da: “Di ser banga 27ê Sibatê ya Birêz Abdullah Ocalan re sal û nîvek derbas bû. Tevgera Azadiya Kurd di vê pêvajoyê de gavên şênber ên ku diviyabû bên avêtin, pêk anîn. Lê dema em li zîhniyeta dewletê dinêrin, em dibînin ku hê jî bi hişmendiya ku gelê Kurd wekî ‘pirsgirêka ewlekariyê’ dibîne, nêzîk dibe. Lê belê gelê Kurd tevî dostên xwe hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê, ji bo avakirina aştî û civakeke demokratîk bi hev re têkoşînê dimeşîne.”

‘Divê demildest Mafê Hêviyê bê naskirin’

Çinar destnîşan kir ku berpirsyariyeke dîrokî li ser milê wan heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em ji nêrîneke wisa nêz bibin ku têkoşîna me mezin dike û berpirsyariyên me tîne bîra me. Em ji vir bang li dewletê dikin: Divê demildest prensîba ‘Mafê Hêviyê’ bê naskirin û ev pêvajo bê lezkirin. Li pêşberî hemû şehîdên me, ez bi rêzdarî û bi minet bejna xwe ditewînim.”

Heleb û Efrîn: Berteka li dijî rûxandina pakrewangehan

Li Rojavayê Kurdistanê jî şêniyên Heleb û Efrînê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de berê xwe dan pakrewangehan. Şêniyan li ser gorên şehîdan fatîhe xwendin û gul danîn ser goran. Di serdanan de polîtîkayên qirêj ên dagirkeran û xirabkirina goristanan jî hate bibîrxistin. Hate destnîşankirin ku komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk, di dema êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de gorên şehîdan xera kiribûn.

Soza parastina nirxan dan

Her wiha di sala 2018an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir, Pakrewangeha Şehîd Seydo ya li Çiyayê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê bi temamî xera kiribû û li gundê Metîna yê Efrînê jî li ser Pakrewangeha Şehîd Refîq avahiyek ava kiribû. Welatiyan li hemberî van êrişên ku li dijî nirxên mirovahiyê ne, hêrsa xwe anîn ziman û soza xwedî derketina li nirxan dan.

Etîket: cangorîCejna QurbanêColemêrgEfrinHelebKurdistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

30 TÎRMEH 2026
Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

26 TÎRMEH 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne