• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Berxwedan ji Îmraliyê heta Sêrtê didome’

Sêrt / AW

1 SIBAT 2025 - 15:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
 Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd ji Îmraliyê heta Tişrîne û ji Tişrinê heta Sêrtê didome û dê her tim li ber xwe bidin.

Çalakiyên gel ên li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariyê di roja 4an de berdewam dike. Hevşeredarên Sêrtê Sofya Algaş, Mehmet Kaysi, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên Sêrt û Amed ên DEM Partiyê û gelek welatiyên Sêrtê li pêş şeredariyê kom bûn çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî da û pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hilgirtin. Girseyê bi dirûşmeyên nerazîbûna xwe anîn ziman.

Ewilî hevserokê DBPê yê Sêrtê Mustafa Dayanan axivî û diyar kir ku tayinkirina qeyûm înkara vîna gel e û got: “Qeyûm talan e. Em vî sucî qebûl nakin û şermezar dikin. Ew ji ber ji destkeftiyên kurdan zêde ditirsin, êrişî destkeftiyên me dikin. Em weke gelê kurd vê yekê qebûl nakin. Hûn duh çawa têk çûn dê îro jî têk biçin. Em li hemberî wê serê xwe natewînin. Teqez hûn ê têk biçin.”

Armanca qeyûm dizî ye

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî gotina şanogerê kurd Bavê Teyar ku di êrişa SÎHAyê de hat kuştin bibîr xist û wiha axivî: “Weke Bavê Teyar dibêje, ‘Em ji we natirsin. Qeyûmê xwelî li ser, em ji we natirsin’. Tu xwelîser e. Heke tu netirsiya tu ye bitene derketina der. Bi salan em bê ehlaqiya qeyûman bêjin naqede. Armanca wan tene dizî ye. Qaşo li Tirkiyeyê hilbijartin û demokrasî heye. We gund şewitandin û welatiyên Sêrtê kuştin. Lê gel dîsa xwedî li vîna xwe derdikeve. Heta dawiyê jî wê li ber xwe bide. Em ê jî ji bo mafê hemû gelan li ser pîyan bin. Dibêjin em aştiyê dixwazin. Lê bi vê durûtiyê aştî nabe. Şêx Saîd dibêje em ê li mahşerê mafê xwe ji wê bipirsin. Lê em mafê gelê kurd nahelin mahşerê. Em ê îro bixwazin.”

‘Em ê tekoşîna xwe bidomînin’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku li dijî polîtikayên dijî kurd ew ê berxwedana xwe bidomînin û got: “Gelê kurd tu car li dijî qeyûm û êrişan serî netewandiye. Hertim li ber xwe daye. Gelê me li her derê li berxwe daye. Li Sêrtê Newala Qasaba heye. Ew der cihê berxwedanê nîşan dide. Îro bi hezaran girtiyên me yên siyasî li ber xwe didin. Birêz Abdullah Ocalan ku di 15ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî hat girtin 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û îro muhatabe herî sereke ye. Îro li Tişrînê berxwedan heye. Tevî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, şanogerê Kurd Bavê Teyar û bi gelek sivîlan jî berxwedan didome. Berxwedana gelê kurd li Îmrali ye heta Kobanê, Tisrinê, Sêrtê û tevahiya welat ew berxwedan yek e. Çawa ku berxwedan ji Îmraliye heta Sêrtê didome, dê Azadiya li Îmraliyê pêk bê jî li Sêrtê belav bibe. Em hevalên çareserî û aştiyê ne. Heta çareseriyê dê têkoşîn bidome. Ji ber wê gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ giranbiha ye.”

Etîket: Abdulah OcalanAzadibavê teyarBerxwedanKamûran TanhanNewroz UysalTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

11 ÎLON 2026
Parlamenter Newroz Ûysal nûçeyên ajansa me ji wezaretan pirsî

Parlamenter Newroz Ûysal nûçeyên ajansa me ji wezaretan pirsî

1 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne