• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê: Windakirina di bin çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Îzmîr / AW

17 GULAN 2026 - 19:11
Kategorî: ROJANE
A A
Di Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya 17-31ê Gulanê de, ÎHDyê xwest ku aqûbeta hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerekirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên Di Bin Çavan De daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê hat lidarxistin de, pankarta “Aqûbeta windakiriyên di bin çavan de bê aşkerekirin, dawî li polîtîkaya bêcezakirinê ya ku kiryar û berpirsyaran diparêze bê anîn, edalet bê dabînkirin” hat vekirin. Di çalakiyê de pir caran dirûşmên “Bila kesên winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û “Windakirina di bin çavan de sûcekî mirovahiyê ye” hatin berzkirin. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hat xwendin.

‘ÎHD ji bo dengê xizmên windayan bide bihîstin têdikoşe’

Zîlan Gumuş anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûq, pir caran ne ji bo derxistina rastiyê, lê wekî amûrekî parastina bêcezakirinê tê bikaranîn û bi bîr xist ku yek ji mînakên herî giran ên vê yekê di doza Kerboranê de hat dîtin. Zîlan Gumuş destnîşan kir ku dosya Kerboranê jî mîna dozên Vartînîs û Qulpê, tevî têkoşîna bi salan a malbatan û parêzvanên mafên mirovan, ber bi demboriyê ve hatiye birin û got: “Komeleya Mafên Mirovan ji dema damezrandina xwe ve, di têkoşîna rastî û edaletê ya li dijî windakiriyên di bin çavan de buye yek ji rûmetên herî bingehîn. ÎHDê serlêdanên windayan belge kirine û ji raya giştî re ragihandine, pêvajoyên dozan şopandine, li dijî polîtîkayên bêcezakirinê têkoşîna hiqûqî meşandiye û bi salan e ji bo dengê xizmên windayan bê bihîstin xeteke bênavber a pişgirtiyê hûnandiye. Bangên ji bo eşkere kirina aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin, darizandina kiryaran û rûbirûbûna dewletê ya bi rabirdûyê re biriye mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî. Li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Riha, Gever û li gelek bajarên din, ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve her roja şemiyê bi daxwaza edaletê çalakiyên rûniştinê tên li dar xistin. Ev têkoşîna ku ÎHD dimeşîne, ne tenê ji bo dîtina windayan e; di heman demê de ji bo parastina bîra civakî, bidawîkirina bêcezakirinê û ji bo neqewimîna binpêkirinên bi vî rengî têkoşîneke girîng a mafên mirovan e.”

‘Divê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerekirin’

Zîlan Gumuş anî ziman ku aştiyeke civakî ya rastîn tenê gava ku rûbirûbûna binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên di rabirdûyê de çêbibe pêkan e û da zanîn ku li cihê ku rastî dernekeve holê, edalet dabîn nabe û bêcezakirin berdewam bike aştî nayê avakirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

*Aqûbeta hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerekirin.

*Sûcê bi zorê ya windakirina mirovan di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi awayekî aşkere bê birêkûpêk kirin.

*Di hemû dosyayan windakiriyên di bin çavan de dawî li sepanên bêcezakirinê bê anîn.

*Berpirsyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de derkevin pêşberî edaletê.

*Qedexeya mekan a dervayî makeqanûn û hiqûqê û sînorkirina hejmarê ya li Qada Galatasarayê tavilê bê rakirin, da ku Mirovên Şemiyê bikaribin daxwazên xwe bi awayekî azad bînin ziman.

*Tirkiye, Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesên li Dijî Zorla Windakirinê îmze bike, pesend bike û bi awayekî bibandor bixe meriyetê.

*Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser zorla windakirinê bêkêmasî bên sepandin.”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

Etîket: ÇalakîÎHDİzmirkujerWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026
Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne