• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

Navenda Nûçeyan / AW

16 GULAN 2026 - 14:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr/Enqere – ÎHDa Îzmîrê ji bo girtiyê nexweş ê giran Abdulmenaf Aytaç banga berdanê kir û got ku rêjeya astengdariya wî ji sedî 65 e û nikare bi tenê serê xwe bijî. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê xwest girtiyê nexweş Ebubekir Yulu yê nexweş ku 33 sal in girtî ye bê berdan.

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê daxuyaniyek da. Çalakiya hefteya 378an ji bo Abdulmenaf Aytaç ê 71 salî ku girtiyê nexweş ê giran e û li Girtîgeha Tîpa Ryê ya Menemena Îzmîrê tê girtin, hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hat vekirin. Daxuyanî ji Rêvebira Şaxa ÎHDe ya Îzmîrê Vetha Aydin xwend.

‘Rehabîlîtasyon veguherandine tecrîdê’

Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Vetha Aydin diyar kir ku Aytaç di hucreyeke yekkesî de tê girtin û got: “Wekî rojê eşkere ye ku kesekî 71 salî, bi kursiya bixarkok ve girêdayî û nexweşê pênçeşêrê ya piralî ye, nikare sênasî û lênihêrîna xwe ya kesane bi tenê serê xwe bike. Tevî vê yekê, bi hinceta ku ‘girtiyekî din ê ji heman siyasetê nîn e’ bi tenê tê girtin. Ev rewş ji mafê tenduristiyê wêdetir, binpêkirina giran a mafê jiyanê ye. Her wiha ev îzolasyon tenê bi hucreyê re sînordar namîne; girtî bi heman hincetê, ji bo hewşê, sohbetê û hemû çalakiyên din ên hevpar jî bi tenê tê derxistin. Armanca girtîgehên tîpa R rehabîlîtasyon e, lê ev pêvajo ji bo Abdulmenaf Aytaç veguheriye tecrîdeke giran.

‘Ji girtiyên nexweş re azadî’

Vetha Aydin bang li hemû saziyên peywendîdar kir ku berpirsyariyê bigirin ser xwe û bang li raya giştî kir ku bibin dengê Aytaç. Vetha Aydin di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ji bo berdana Aytaş wiha rêz kir: “Ji ber temenê mezin ê Abdulmenaf Aytaç, rêjeya astengdariya wî ya ji sedî 65 û nexweşiyên wî yên xetereya jiyanê çêdikin, divê ew bê berdan. Heta ku teheliya wî pêk tê, divê dawî li ferzkirina girtina yekkesî bê anîn, lênihêrîna girtî û tedawiya wî ya di hawîrdoreke steril de bê misogerkirin. Em; heta ku mafê jiyanê û mafê gihîştina tedawiyê ya girtiyên nexweş bê misogerkirin û di pergala înfazê de dadrêsiyên ku rûmeta mirovahiyê esas digirin bikevin meriyetê, dê daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ENQERE

?Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 610emîn de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin û dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin. Rêveberê şaxa ÎHDê ya Enqereyê Kezîban Kalin metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebubekir Yulu ku 33 sal in di girtîgehê de ye.

‘Girtiyê nexweş Ebubekir Yulu berdin’ 

Kezîban Kalin derbarê rewşa Ebubekir Yulu ku li Girtîgeha Tîpa Syê ya Kirşehîrê ragirtiye de diyar kir ku nexweşiyên wî her ku diçe girantir dibe û got: “Divê ku Ebubekir Yulu di 30yê Gulana 2024an de bihata berdan lê Lijnêya Îdarê û Çavderiyê bi hinceta ‘rewşa baş’ berdana wî taloq kir. Di 30yê Adara 2026an de car din berdana wî 6 meh hate dirêjkirin. Rewşa Ebubekir Yulu di girtîgehê de girantir dibe. Divê demildest bê berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk dikin ku ji bo azadiya Ebubekir Yulu dengê xwe derxînin. Derengmayîn, her roj jiyana wî dixe bin xeteriyê.”

Etîket: girtiyên nexweşÎHDa ÎzmîrêÎnîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

‘Tevî raporê girtiyê nexweş ê giran Necdet Koç bernadin’

15 TEBAX 2026
ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

8 TEBAX 2026
Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak demildest bê berdan

1 TEBAX 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
34 sal in li benda berdana bavê xwe ye!

34 sal in li benda berdana bavê xwe ye!

28 TÎRMEH 2026
ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne