• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Êlih-Sêrt / AW

15 GULAN 2026 - 19:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlih û Sêrtê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û daxuyanî hatin dayîn.

Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Êlihê li parka Yilmaz Guney 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin û daxuyanî hat dayîn. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, DÎAY-DER, Komeleya 78an, endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn dowîzên ku li ser wan “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Ziman şitila avakirina civakê ye” nivîsandin û pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya arî (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha ve hat xwendin.

SÊRT

Bi pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Sêrtê ji Rêya 3yemîn heta Rêya Guresê meşiyan û piştre jî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê, aktîvîstên TJAyê, ÎHD û OHDê yên Êlihê, TUAY-DER, MEBYA-DER, endamên Komeleya Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Girseya ku kom bibûn pankarta “Her dem Kurdî, Li her der Kurdî “hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserok BOTAN-DERê Çîçek Polat ve ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê ya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi vî rengî ye:

“Di 15ê Gulana 1932ande di pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mîr Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir. Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.

Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike. Em dizanin! pirsgirêka ku ji 100 salan zêdetire weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in.

Di sedsala 21êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê  yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne. Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”

Weke hûn zanîn li tirkiyê, ve demeke dirêj e pêvajoya çareseriyê heye. Lê mixabin gavên kanûnî nehatine avêtin û desthilatdarli gora hêviyên rayagiştî tev nagerên e. Ev xemsariya desthilatdariya tirkiyayê gumanan ji me re çêdike. Banga me ji deshilatdariyê re heye,demildest gavan bavêje kanûnîn pêvajoyê hêsan bike bavêje.Lê em ê dîsa di asta herî bilinde li vê qadê bi îradeyeke xwurt xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin.Em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên kurdî û demokratîk re dirûşmeya “ Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina ve stûnê ye. Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname,  ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car nepejirîne.  Heta ku ev daxwazên gelê kurd pêk werin, dê gelê kurd vê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomîne. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve.”

Etîket: Cejnam Zimanê KurdîdaxuyanîÊlihsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

2 TÎRMEH 2026
Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

1 TÎRMEH 2026
Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne