• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Peyasê Yekeya Parastina Zimanê Kurdî vekir

Amed/AW

15 GULAN 2026 - 15:18
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şaredariya Peyasê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya şaredariyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî vekir. Hevşaredar Cengîz Dundar destnîşan kir ku dê yekeya wan li dijî qedexeyan bersivek e. Hevşaredar Berîvan Gulşen Sîncar jî diyar kir ku ew ê li her qadê parastina bi Kurdî bidomînin.

Îro bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên gelek rengîn tên lidarxistin û meş û daxuyanî dê bên lidarxistin. Şaredariya Peyasê jî bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, çalakî û bernameyên cuda li dar xist. Di çarçoveya van çalakiyan de, li avahiya şaredariyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi awayekî fermî hate damezrandin û vekirin. Di merasîma vekirinê de hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Meclisa Ziman, Gerînendetiya Çand û Karên Ciwanan, xwendekarên biçûk ên Zarokistanan, xebatkar û gelek hemwelatî beşdarî vekirin û pîrozbahiyê bûn.

Meşa Zarokan û dengê govendê

Bername li ber avahiya şaredariyê bi meşa zarokan dest pê kir. Zarokên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn, heta ber deriyê şaredariyê meşiyan û bi stranên Kurdî girse coşandin. Piştî stranên zarokan, li baxçeyê şaredariyê merasîma vekirina Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hat lidarxistin.

Cengîz Dundar: Ev yeke li dijî qedexeyan bersiveke

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar di merasîmê de bal kişand ser dîroka 15ê Gulanê û wiha got: “Di sala 1932an de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî yên rewşenbîr gaveke dîrokî hate avêtin. Tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên netew-dewletan, em îro wekî dewamkerên wê mîratê, vê asîmîlasyonê qebûl nakin. Ev yekeya ku em vedikin, li dijî qedexeyan bersivek e.”

Berîvan Gulşen Sincar: Zimanê me jiyana me ye

Hevşaredar Berîvan Gulşen Sincar jî destnîşan kir ku ziman nasnameya wan e û got: “Tevî ku piştî Peymana Lozanê asîmîlasyoneke giran li ser zimanê me hat ferzkirin jî, rewşenbîrên me ev qedexe qebûl nekirin. Em ê weke şaredarî di her qadê de xebatên parastina Kurdî bidomînin.”

Hawar dengê zanînê ye

Endamê MED-DERê Rifat Ronî jî deşîfreya rûpela yekem a Kovara Hawarê bi bîr xist û wiha axivî: “Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîn e. Kesê ku xwenas dike, dikare xwe bide naskirin jî.”

Piştî axaftinan, deriyê “Yekeya Parastin û Pêşvebirina Ziman” bi merasîmekê hat vekirin. Hat diyarkirin ku ev yeke dê ji bo zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî xebatên akademîk û civakî bimeşîne. Piştî vekirina fermî, welatî û beşdarên merasîmê li baxçeyê şaredariyê bi hev re govend gerandin.

Pîrozbahiya li Zarokistanan

Di heman demê de, li Kreş û Mala Lênihêrtinê ya Perperik û Xalxalokê ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, zarokên ku perwerdeya pirzimanî dibînin, bi coş û kêf Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.
Zarokan bi cil û bergên neteweyî û herêmî xwe xemilandin, stranên Kurdî gotin, govend gerandin û bi çalakiyên hunerî û çandî yên cuda kêf kirin.

Xebatkarên kreş û zarokistanê diyar kirin ku ew bi perwerdeya pirzimanî re dixwazin çand, huner û kevneşopiyên dewlemend û giringiya vê rojê ji zarokan re ragihînin û bi vî awayî binyata hişmendiyê ya nasnameya wan xurt bikin. Bi vê armancê, bi boneya 15ê Gulanê çalakî û şahiyên taybet ên cihêreng hatin lidarxistin.

Mamoste û zarokan di vê şahiya germ de kêlî û bîranînê xweş jiyan kirin û bi coş Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Etîket: 15ê GulanêCejna Zimanê KurdîŞaredariya PeyasêYekeya Parastina Ziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

13 TEBAX 2026
Şahiya havînê ya gerok dê her herfte li parkekê be

Şahiya havînê ya gerok dê her herfte li parkekê be

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne