• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşeredarên Sêrtê: Em biryara qeyûm nas nakin

Mahmût Altintaş / AW

31 ÇILE 2025 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt– Hevşeredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku Wezîrê Tirk qeyûm tayînî şuna wan kir, diyar kirin ku ew biryara qeyûm nas nakin û gotin: “Em vê biryarê qebûl nakin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Wê dîsa nekaribin bi serbikevin.”

Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir. Piştî qeyûm tayinî şeredariyê hat kirin hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ji pêywîrê hatin dûrxistin û li şûna wan Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya pêywîrdar kirin. Bertekên gel li dijî tayinkirina qeyûm didomin. Her roj gelê Sêrtê bi hevşeredarên xwe re li ber avahiya şeredariyê biryara qeyûm protesto dikin. Hevşeredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî jî her roj bi welatiyên Sêrtê re li ber avahiya şeredariyê bertekan nîşanî biryara qeyûm didin û di nava çalakiyan de cih digirin. Hevşeredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî tekildarî tayinkirina qeyûm a şeredariyê ji Ajansa Welat re (AW) axivîn û bertek nîşanî biryarê dan.

‘Biryareke siyasî ye’

Sofya Alagaş anî ziman ku ji ber kar û xebatên rojnamegeriyê ceza li wê hatiyê birin û wiha got: “Doza min berdewam dikir. Di nav dosyayê de gelek kemasî hebûn. Divê ew kemasî bihatan temamkirin. Lê dadgehê ew kemasî li berçavan negirt û lez û bez biryara ceza da. Ew biryareke siyasî ye. Jixwe dema ku em di vê dosyayê de hatin darizandin jî siyasî bû. Zexteke li ser rojnamegerên kurd bû. Piştî ku ez bûm hevşeredar jî ji bo qeyûm biavejin ji xwe re kirin hincet. Nezîkatiya heyeta dadgehê me zanî ku talîmateke siyasî girtine. Tevî kemasiyên di nava dosyayê de jî bi lez û bez ev ceza dan. Bila dadgeh nebêje em li gor hiqûqê tevgeriya ne. Ew li gor talîmatê tevgeriyane. Ev biryar li dijî vîna gelê kurd e. Li dijî vîna civan û jinan e. Li dijî vîna gelê Sêrtê ye. Bi vê biryarê dibêjin hûn bên hilbijartin jî em we nas nakin. Dibêjin ‘Me ev ax dagir kiriye û em metingeriya xwe li ser didomînin. Em nahêlin hûn bibin xwedî maf.’ Dijminatiya sed salan e.”

‘Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin’

Sofya Alagaş di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî biryara qeyûm têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Em vê biryarê nas nakin. Em vê biryarê qebûl nakin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Bila nebêjin ew ê vê biryarê qebûl bikin. Çi pêkanînên wan ên qirêj hebin em ê derxînin holê û teşhir bikin. Bila nebêje ez ê bi rihetî rûnim. Ew rihetî ji wî re tune ye. Em ê çalakiyên xwe bidomînin û wî teşhir bikin. Hemû kiryarên wan ên qirêj derxînin hole. Hê duh li ser masayê rûniştiye û 2 otobusên ku ji ber pêdiviyê me dabûn Misircê kişandiye. Ji bo ku ew şeredarî ya DEM Partiyê ye, dijminatiya xwe didomîne. Duh serdana esnafan kiriye. Tu bi çi rûyî dikeve nava gel. Tu dizî. Tu ji bo metîngeriyê hatiye. Rûye wan tune ye. Kolanên Sêrtê bikin zêr jî ew memûr e. Li Enqerê çi bibêjin li gor wê tev digerin. Tu mafê wan li vir tune ye. Bi rihetî nikare li Sêrtê bigire. Bi hezar kesî re digere. Ji ber ku ditirse.”

‘Em bi ferqa 2 hezar deng bi ser ketin’

Mehmet Kaysî jî bi lêv kir ku cara 3emîn qeyûm tayinî şeredariya Sêrtê hatiyê kirin û ew biryar li dijî hiqûqî ye. Mehmet Kaysî da zanîn ku bi lez û bez ceza li hevşeredara wan birîn û got: “Bi vê biryarê dibêjin hûn kurd in ji ber wê jî ji we re qada siyasî qedexe ye. Em 2 caran ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Carekê di pêşhilbijartinê de, carekê jî di hilbijartinên herêmî de em hatin hilbijartin. Tevî ku ji derve gelek kes anîn jî, nekarîn bi serbikevin. Em bi ferqa 2 hezar dengan bi ser ketin. Em dema hatin ser kar jî me dît şeredarî ji aliyê qeyûman vê hatiyê talankirin. Yên ku ne ji vî gelî bin derdê gel nizanin. Ji derve tînin û dikin şeredar.”

‘Bi tirsandinê nikarin encam bigirin’

Mehmet Kaysî diyar kir ku desthilat ji aliyekî ve qala pêvajoyê dike û ji aliyê din ve jî sepanên qeyûm berdewam dike û wiha axivî: “Ev dirûtî ye. Çi dikin bila bikin em ji doza xwe û têkoşîna xwe gav paşde naavêjin. 3 carên din jî qeyûm tayin bikin jî em ê dîsa şeredariya xwe bistînin. Îro jî em tax bi tax xebatên xwe didomînin. Em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. 40 sal in çi ji destê wan hatiyê kirine. Lê nekarîn bi serbikevin. Wê dîsa nekaribin bi ser bikevin. Bi tirsandinê nikarin bi me gavan paşde bidin avêtin. Banga min li gelê me yê Sêrtê, gelê kurd, ereb û tirkan ew e ku xwedî li şeredariya xwe, xwedî li vîna xwe derbikevin. Ev zilm e, heqerete û bêhiqûqî ye.”

 

Etîket: Mehmet KaysiQeyûmŞaredarsêrtSofya Alagaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne