• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îzmîrê ji bo sosyalîstên 100 roj in girtîne banga piştevaniyê hat kirin

Îzmîr / AW

13 GULAN 2026 - 20:34
Kategorî: ROJANE
A A
ESPê di 100emîn roja girtina 85 sosyalîstan de li Îzmîrê çalakî li dar xist û bal kişand ser bêhiqûqiya li girtîgehan û bang li saziyên demokratîk kir ku li dijî faşîzmê mil bi mil têkoşînê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, gelek partiyên siyasî û rêxistin cih girtin. Beşdaran pankarta “Di roja 100emîn de ji sosyalîstên girtî re azadî” hildan û dirûşmên “Bila zindan bên rûxandin, ji girtiyan re azadî” û “Em hebûn, em hene, em ê hebin” berzkirin.  Daxuyanî li ser navê partiyên beşdar, ji aliyê endamê ESPê Onder Aktaş ve hate xwendin.

Onder Aktaş diyar kir ku dê dorpêça faşîst bê şikandin û da zanîn ku di 3yê Sibatê li dijî saziyên sosyalîst ên ku ESP di navenda wan de ye, operasyoneke binçavkirin û girtinê hatiye kirin û got: “Hevserokê me yê Giştî Murat Çepnî jî di nav de , 85 sosyalîst hatin girtin. Îro roja 100emîn a girtina wan e. Rejîmê bi hedefgirtina partiya me dest bi ‘xurtkirina eniya hundir’ kir.”

‘Bi sosyalîstan re di nav piştevaniyê de bin’

Onder Aktaş da zanîn ku “şahidên veşartî” û îfadeyên îftirakaran wekî hinceta girtinê hatine nîşandan û wiha dewam kir: “Ev îftirakarên ku kesayetiya xwe firotine, îro di binçavkirinên li ser şaredariyên CHPê de jî tên dîtin. Ew rêgezên hiqûqê yên herî hêsan binpê dikin û bi derewan ji pêşeroja mirovan didizin. 100 roj derbas bûn, lê hê jî îdianameya piraniya hevalên me nehatine amadekirin. Divê dawî li van girtinan were û sosyalîstên girtî di zûtirîn dem de azad bibin. Em bang li hemû kes û saziyên şoreşger û demokrat dikin ku bi sosyalîstan re di nav piştevaniyê de bin.”

Daxuyanî piştî axaftinên nûnerên partî û rêxistinan, bi dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” bi dawî bû.

Etîket: bangÇalakîESPgirtiİzmirpiştevanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne