• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Wê çanda dengbêjiyê winda nebe’

Sema Gezîcî / AW

13 GULAN 2026 - 08:42
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Çanda dengbêjiyê bi sedê salan e li Kurdistanê heye û tevî amûr û pêşketinên teknolojiyê jî li ber xwe dide. Dengbêj Îkram Koç jî bal kişand ser pêşketina teknolojiyê û diyar kir ku tevî vê yekê jî dengbêjiyê xwe parastiye û winda nabe.

Di çanda Kurdan de dengbêjî ne tenê vegotina kilaman, di heman demê de vegotina dîrokê ye. Dengbêjên Kurd bûyerên ku bûne şahid û bihîstine, bi rêya dengbêjiyê heta îro anîne. Lewma dengbêjî di nava Kurdan de cîhekî gelek taybet û girîng digire. Her çend medyaya dîjîtal û şertên nû yên jiyanê bandorê li çanda dengbêjiyê kiribe jî, gelek kes hin jî vê çandê diparêzin. Dengbêj Îkram Koç ê ji navçeya Payîzavaya Wanê ku di malbatek dengbêjan de mezin bûye, her dem bi kilam û çanda Kurdewar rabûye. Îkram Koç dibêje ku çanda dengbêjiyê ji malbata xwe girtiye.

‘Mehmûdê Çelo bi lîstokan dengbêjî fêrî me dikir’

Dengbej Îkram Koç behsa jiyana xwe ya dengbêjiyê kir û got ku bavê wî dengbêj bûye û hem kilamên dengbêjiyê hem jî stranên govendê gotiye. Îkram Koç anî ziman ku wî dengbêjî ji bavê xwe û civaka gund girtiye û got: “Min kilam dengbêjiyê û stranên govendê bi xwe çêdikir û digot. Di ciwantiya xwe de dema ez diketim govendekê, min dikarî 3-4 saetan ser hev kilaman bibêjim. Bi saya dengbêjiyê Kurdbûna me winda nabe û hê jî dewam e. Gelek dengbêjên mezin li devera me hebûn. Mehmûdê Çelo hebû li gel axayekî ji vê deverê digeriya û li ser bûyeran kilam digot. Dema dihat gundê me, zarok kom dikir û bi lîstokan dengbêjî fêrî me dikir. Me dengbêjî ji wan girt. Lê mixabin di roja îroyîn de celatiyek mezin heye û kesên dengbêjiyê dikin weke dîn an jî kêmaqil dibînin. Tevî vê hişmendiyê jî dengbêjiyê xwe parast û me jî berdewam kir.”

‘Dengbêjî winda nabe’

Îkram Koç bal kişand ser pêşketina teknolojiyê û derketina înternetê û wiha got: “Derketina telefon û înternetê bandoreke mezin hem erênî hem jî neyînî li ser dengbêjiyê kir. Ciwan niha berê xwe didin dengbêjiyê û jê hez jî dikin. Lê belê derketina stranên din ên ji çanda me ne, zêdetir bala gel dikşînin. Lê ez di wê baweriyê de me ku çanda dengbêjiyê winda nabe. Bi piştgiriya civakê û çapemeniyê ev çand dê xwe li ser pêyan bigire.”

 

Etîket: çanda dengbêjiyêDengbêjîkilamSema Gezîcî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

5 COTMEH 2026
‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

‘Dengbêjî sûreta tevahiya dinyayê ye’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

25 TÎRMEH 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne