• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Divê her kes di bin sîwana yekitiyê de cih bigirê

Enqere / AW

11 GULAN 2026 - 14:10
Kategorî: ROJANE
A A
Enqere – Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di salvegera yekêmîn a damezrandina xwe de bi daxuyaniyeke niviskî bang li hemû partî û hezên Kurdî kir ku di bi sîwana yekitiyê de cih bigirin.

Însîyatîfa Yekitiya Demokratîk di salvegera yekêmîn a damezrandina xwe de peyameke niviskî belav kir. Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk di peyama xwe de bi lêv kir ku însiyatîf di encama pêwistiya gel de derketiyê holê û ji bo pêkanînê soza yekitî û azadiyê dan.

Înîsiyatîfa Yekitiyê ya Demokratîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di nava salekê de hemû hevdîtin, konferans û civîn di çarçoveya yekîtiya demokratîk a Kurdistaniyan de hatine pêkanîn û wiha got: “Tenê ne li bajar û navçeyên Kurdistanê, di heman demê de di nava gelê me yê ku li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê dijîn de jî xebatên yekîtiyê hatin meşandin. Bi van xebatan cardin bi awayekî zelal hat fêmkirin ku gelê Kurd û hemû Kurdistanî yekîtiya neteweyî wekî yekanê riya rizgariyê dibînin.

‘Divê her kes di bin sîwana yekîtiya demokratîk de kom bibe’

Di daxuyaniyê de Înîsiyatîfê bang li partî û hezên Kurd kir û ev tişt anîn ziman: “Ji ber vê, Înisîyatîfa Yekîtiyê dengê Ehmedê Xanî ku ji 400 sal berê tê, bihîst û daxwaza yekîtiyê ya civakî li ser xwe girt. Lewra bi sedan salan e bi her awayî berdêlên giran ên parçebûn û bêtifaqiyê hatin dîtin. Ezmûna dîrokî û banga pêşangan li ser her partiyên sîyasî û saziyên Kurdistanî ferz dike ku divê her kes di bin sîwana yekîtiya demokratîk de kom bibin û di avakirina siberojeke azad de cih bigirin. Lewra sedsalek, wekî sedsaleke wenda derbas bû; lê divê em sedsala nû bi yekîtî, piştevanî û hevgirtinê teqez bi dest bixin.”

‘Înisîyatîf wekî bersiveke Kurdistanî dest bi kar kir’

Înîsiyatîfê bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha pe de çû: “Bi taybetî, yekîtiya me ya demokratîk di qonaxa ku li cîhanê guhertinên mezin diqewimin de pêwistiyeke jiyanî ye. Lewra di serî de li Rojhilata Navîn, li her çar aliyê cîhanê şerên çekdarî û aborî didomin û dixuye ku pergaleke nû ya cîhanî ji nû ve tê avakirin. Ji aliyekî din ve pirsgirêka Kurd jî wekî pirsgirêkeke herêmî roj bi roj xwe dide der. Li hemberî geşedanên krîtîk û guhertinên dîrokî tu kes nikarê bê bertek biminê, nikare wekî hişmendiya berê tevbigere. Li hemberî van geşedanan, Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk wekî bersiveke Kurdistanî dest bi kar kir.”

‘Yekitiya demokratik mifteya çareseriyê ye’

Însîyatîfê destnîşan kir ku civak li benda gav avetina weke diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev ev tişt gotin: “Yekîtiya demokratîk, di heman demê de mifteya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ye. Lewra feraseta yekîtiya demokratîk ku jiyaneke bi edalet, wekhevî, aştiyane û bi hev re jiyînê diparêze, hemû gelan ber bi hevdû ve tîne. Bi vê hişmendiyê, Înisîyatifa Yekîtiya Demokratîk bi awayekî xurt piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike. Lê divê were dîtin ku civak êdî li benda gavên berbiçav e û dîyarkirina statuya Birêz Abdûllah Ocalan e.”

‘Em ê xebatên yekitiyê xurtir bikin’

Di dawiyê de Înîsiyatîfe da zanîn ku ew di salvegera yekêmîn de bi bîr xist ku yekitiya demokratik pêwistiyeke bingehîn e û wiha derbirî: “Em di 1emîn salvegera damezrandina Înisîyatifa Yekîtiya Demokratîk de cardin binî xêz dikin ku yekîtiya neteweyî pêwistiyeke jêneger e. Ji ber vê, banga me li hemû Kurdistaniyan e ku werin di bin sîwana yekîtiyê de cihê xwe bigirin. Lewra civaka me ya Kurdistanî ji hemû aliyên sîyasî, sazî û kesayet dixwazin ku dest bidin hevdû û hêviya yekîtiya neteweyî xurttir bikin. Anku gelê me yê rûmetdar, bêguman menzîla me ya serfiraziyê nîşan dide. Em jî soz didin ku em ê xebatên xwe yên yekîtiyê xurttir û berfirehtir bikin da ku xwe bigihînin kongreya neteweyî ya Kurd.”

Etîket: daxuyanîderxistina qanûnangavên pêwîstÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîksalvegera damezrandinêYekîtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne