• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Bi qeyûman aştî pêk nayê
Bayindir: Em vê dagirkeriyê qebûl nakin

Sêrt /AW

29 ÇILE 2025 - 15:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokên DEM Partiyê û DBPê û Hevberdevka HDKê li ber Şeredariya Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûm dan û anîn ziman ku tayînkirina qeyûm li ser şeredariyan wek “dagirkeriyê” pênase kirin û gotin: “Aştî û lihevkirin bi qeyûm pêk nayê. Li hemû dinyayê navê vê yekê dagirkerî ye. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin.”

Piştî ku di 28ê Çile de cezayê hepsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hat birîn, vê sibehê Wezareta Karên Navxwe waliyê Sêrtê wek qeyûm danî ser Şaredariya Sêrtê. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev cara sêyemîn e qeyûm tayîn ser Şaredariya Sêrtê dike.

Bi tayînkirina qeyûm re nerazîbûna gelê Sêrtê berdewam dike û gel dibêje ku ew qeyûm naxwazin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş wek şandeyê hatin bajarê Sêrtê. Hevserokan li dijî tayînkirina qeyûm li ber avahiya şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Qeyum darbeya li dijî vîna gel e” dinivisî hat hilgirtin

Ewilî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku cara sêyemîn e vîna gelê Sêrtê hatiyê desteserkirin û wiha got: “Gelê Sêrtê îradeya xwe radestî wan nake. Gelê Sêrtê li dijî yên ku wan înkar dikin û diziyê dikin bi serket. Lê dîsa jî ji têkçûyinê têr nebûn û îradeya gel desteser kirin. Vîna gelan tune hesibandin. Li tu cihekî dinyayê talaneke bi vî rengî tune ye. Gel her tim bi awayekî xurt we di sindoqan de têk dibe lê hûn dîsa şerm nakin û qeyûm tayîn dikin. Walî jî weke ku bi xwe serketiye wêne dikişînê. Meriv hinek şerm dike. Em jê re dibêjin tu kesî deng neda te. Vî gelî her tim desthilata zilmkar di sindqan de têk bir. Ji bo diziya xwe vêşerin ala Tirk daliqandin. Lê hûn hemû alan bînin jî nikarin diziya xwe vêşerin. Em bang li qeyûm û yên ku ew tayîn kirine dikin ku vî gelî tu car dev jê berneda û polîtikayên we têk birin. Êdî fam bikin gelê Kurd naşikê û wê her tim xwedî li vîna xwe derbikeve.”

‘Bi tayînkirina qeyûman aştî nayê’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi berdewamkirina van polîtîkayan û tayînkirina qeyûman aştî pêk nayê û wiha axivî: “Em dibêjin diyalog, lê ew dibêjin qeyûm. Bi vî awayî aştî nabe. Bi destdanîna ser şeredariyên Kurdan qetilkirina rojnamegerên Kurd, girtina siyasetmedaran aştî nabe. Bi tayinkirina qeyûman aştî nayê. Ez bang li Bahçelî dikim; tu bi vî awayî çawa aştî pêk bînî. Heke baweriya we bi we hebe sindoqan deynin û rêzê ji vîna gel re bigirin. Ez bang li welatiyên Ereb jî dikim û dipirsim yanî ji zilmekî wisa re çi dibêjin. Dest datînin ser vîna we. Divê êdî van qeyûman li vir paqij bikin û bişînin. Em her tim vê şeredariyê bi dest dixin û xizmet didin gel lê bi diziyê desteser dikin. Ew ê bidizin û şeredariyê bixin bin deynan. Ji bo wê ez bang li we dikim ku li dijî vê yekê bitêkoşin. Ew dizê qeyûm ala Tirk datîne û dixwaze talanê bike. Meriv hinek şerm dike. Gelê me divê li tu cihekî rê nede vê talanê. Heta ku pêkanîna qeyûm têk biçe, em nasekinin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hezar sal ji derbas bibin em ê xwedî li vîna xwe derkevin û bitêkoşin. Ez bang li gelê me dikim ku bi destê van dizan negirin û xwedî li hevşeredarên xwe derbikevin.”

‘Tirkiye dewletek bêhiqûq e’

Piştre Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir axivî û wiha got:

“Em bejna xwe li ber têkoşîn û berxwedana we ditewînin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila dagirker baş bizanibin em ê serî netewînin. Qeyûm talan e.

Tirkiye dewleteke bêhiqûqî û bêedaletî ye. Ev desthilat bi hiqûqî û bi bêedaletî tevdigere. Ev cara sêyemîn e ku şaredariya Sêrtê tê dagirkirin. Ev desthilat dibêje em dewletek hiqûqî ne. Hûn nikarin bi zarokekî û kesekî jî bidin fêmkirin ku hûn li ser esasê hiqûqê tevdigerin. Lê baş bizanibin heta ku xwîn di canê me de em ê van qeyûmên we qebûl nekin û em ê qet nekin.

Li Enqereyê dibêjin ‘em ê li hev werin, em ê 85 milyon kes li hev bînin’. Lihevanîna we tayînkirina qeyûman e? Girtina rojnamegeran e? Girtina siyasetmedaran û şer e? Lê vaye hûn eşkere neyartî û dijminatiya gelê Kurd dikin. Hûn li ber biratiya bi gelê Kurd re durû ne.

Birêz Ocalan dibêje ev firsetek dîrokî ye. Lê ev desthilat û dagirker guh nade firsetan. Her kes û her partî piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Em jî dibêjin vê pêvajoyê ji bo berjwendiyên xwe xerc nekin.

Ev yek dagirkerî ye

Tenê armancek vê desthilatê heye ku îradeya gelê Kurd desteser bike. Hûn bi zordariyê van şaredariyan ji destê gelê Kurd distînin. Ev desteserkirina îrade û hebûna gelê Kurd e. Navê vê yekê dagirkerî ye. Em vê dagirkeriya we qebûl nakin.

Wê ev rûreş têk biçin

Bila baş bizanibin û em bi xwe bi bawer bin. Tu hêvî, rê û çare ji wan re nemaye. Lê rêya me û pêşiya me vekirî ye. Em daxwazên mafên xwe yên rewa û demokratîk dikin. Lewma em mafdar in. Em ê heta serkeftinê û azadiyê em ê têkoşîna xwe berfireh bikin. Roj roja xwedî derketina li vîna xwe ye û roj roja berfirehkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Wê ev rûreş li ber têkoşîn û berxwedana me têk biçin. Bila gelê me yê hêja bi têkoşîna xwe ya deh salan bi bawer be. Bijî azadî, bijî berxwedan û bijî têkoşîn.”

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî axivî û ev yek anî ziman:

“Gelê me yê hêja yê Sêrtê; em berxwedan û têkoşîna we ya bi rûmet pîroz û silav dikin. Sêrt her tim li ser pêya bû, îro jî li ser pêya ye û wê her daîm li ser pêya be. Kes nikare îradeya gelê Sêrtê tune bihesibîne. Hezar silav ji gelê me yê Sêrtê re.

Hûn darbekar in

Em dizanin çawa ceza dane hevşaredara me. Em dizanin ku darazê çawa wek çek û amûrê bikar tînin. Ev hemû darizandin komplo ne. Ji darazê bingeha tayînkirina qeyûman amade dikin. Hûn darbekar in. Hûn komploger in. Hûn ne rewa ne. Bi qasî serê derziyê jî hiqûq li vî welatî nemaye. Êdî daraz ne serbixwe û bêalî ye. Li ber van kirinên we ji bilî berxwedanê tu rêyek gelê me nemaye. Gelê Kurd baweriya xwe bi we nayîne û ray nade we. Êdî viya bixin hişê xwe û bi vê zanibin. Hûn hezaran kes jî veguhezînin vir, hûn ê têk biçin. Gelê me hevşaredara xwe dibêjere. Îsal we nêzî 10 hezar hilbijêrên sexte anîn. Hemû tişt di destê we de ye lê dîsa jî hûn nikarin zora Kurdan bibin. Hûn bêar û bê hurmet in.

Ji Plana Şerq Islahatê ve Kurdan tune dihesibînin. Lê Kurd tu carî û tu demê teslîm nebûn. Gelê Kurd dibêje; Em ê bi hebûn, nasname, ziman û çanda xwe li ser axa xwe bimirin. Me her tim got bêdeng nemînin, heke hûn bêdeng bimînin wê dora we jî were. Em ê pirr bi heybet û berfirehtir li ber xwe bidin û têbikoşin.

Wî karmendê ku navdankê daniye ber xwe ne masûm e. Em dipirsin te wê navdankê kengê amade kir? Wisa bi kêfxweş rûniştiye, diyar e ku wê talanê bike.

Em ji we natirsin

Em ji bend û rêgirtinê we natirsin. Hûn dizanin dixwazin heta hetayê van bend û rêgirtinên xwe ranekin. Sûcê herî mezin darbekarî û kûmpasî ye. Helbet wê rojek roja we jî were. We nikaribû Sêrtê teslîm bigirin û hûnê nikaribin jî.”

 

 

Etîket: DBPDEM PartîKeskîn BayindirQeyûmsêrtTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne