• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

Amed / AW

28 NÎSAN 2026 - 13:26
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da zanîn ku ew ji ber nûkirin û ferehkirina rê, çêkirina peyarê û nûkirina ronîkirina li Bûlvara Firatê ya navçeya Peyasê daran vediguhêzin. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê jî bertek nîşanî veguhestina daran da û destnîşan kir ku dê dar ji veguhestinê zirar bibînin û destûrê nadin veguhestinê. Hate zanîn ku Şaredarî û saziyên civakî yên têkildarî mijarê bir armanca peydakirina çareseriya hevpar hevdîtinan pêk tînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca nûkirina li Bûlvara Firatê, nûjenkirina ronîkirinê, sererastkirina peyarê ya navçeya Peyasê ya Amedê cihên beşek darên li werçerwê vediguhêze. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, baro û welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan. Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç têkildarî mijdarê da zanîn ku darên 20 û 30 salî tên veguhestin û wiha got: “Ev dar darên herî kevin ên navçeya Peyasê ne. Em veguhestina daran qebûl nakin. Her yek ji wan daran jiyaneke û vehûneke bajêr e. Veguherandina hafizaya vê derê em qebûl nakin. Me ji şaredariyê re jî got. Lê di vê projeyê de israr kirin. Serê sibê darek veguhestin lê me mudaxile kir. Şaredariyê û Odeya Endezyarên Ziraetê daxuyanî jî dan. Em jî niha li wir in em ê veguhestina daran asteng bikin. Çawa ku li Pîrejman û gundên din li ber xwe didin em ê li vir jî li ber xwe bidin.”

‘Darên beriya niha şaredariyê veguhestibûn hemû hişk bûne’

Sabrî Kiliç da zanîn ku darên beriya niha şaredariyê veguhestibûn hemû hişk bûne û wiha berdewam kir: “Em pêşdibînin ku ev darên ku ji vir bên veguhestin jî dê hişk bin. Em ji xwe li dijî veguhestinê ne lê bên veguhestin jî dê hişk bibin. Darên 20-30 salî dema hatin veguhestin jiyana vir jî vehûna bajar jî tê guhertin. Heke vê niha asteng nekin em nikarin pêşiyê li vê bigirin. Ji me re gotin li Xaçerêya Medyayê jî xebatên rê hene dê li wir jî hinek dar bên veguhestin. Me jî got ev tişt bi van deran bisînor namîne û em mudaxileyeke guherîna vehûna bajar dibînin.”

‘Divê dar li cihê xwe bimînin’

Sabrî Kiliç destnîşan kir ku dê destûrê nedin veguhestina daran û wiha pê de çû: “An divê proje bê guhertin ku dar li cihê xwe bimînin an jî em destûrê nadin. Em ê li vir bimînin. Em dixwazin ev hişmendî were guherîn. Şûna ku rêyên çar-pênc şirît bên çêkirin bila gel teşwîqî veguhestina komelî bê kirin. Me feraseta şaredariya ekolojîk li vî bajarî zêde nedît. Ji ber vê yekê hêvî dikim ku dest ji van berdin. Ji bilî peyzajê em dixwazin bêtir xebatên ekolojîk bên kirin.”

Şaredarî: Dar dê li cihên cuda dîsa bên çandin

Şaredariya Bajarê Mezin jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglû, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku binesazî û peyzaja bulvarê ya 20 sal berê ye û êdî li hemberî pêdiviyên îro û mezinbûna bajêr têr nake. Bekiroglu anî ziman ku rewşa heyî ji bo trafîka wesayît û peyayan rîskan çêdike û anî ziman ku kombûna ava baranê û kêmasiya binesaziya kanalîzasyonê dibe sedema pirsgirêkên hawîrdorê. Bekîroglu got ku ji ber vê yekê nûkirina bulvarê bûye pêdiviyeke girîng a gel.

‘Proje li gorî hevsengiya ekolojiyê ye’

Bakiroglû diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi berpirsyariya li hemberî daxwazên gel û pêdiviyên nûjen ên bajêr, projeyeke berfireh a ku hevsengiya ekolojîk diparêze hatiye amadekirin. Di daxuyaniyê de xebatên ku di çarçoveya projeyê de hatine plankirin wiha hatin rêzkirin:
“Rê dê bê firehkirin û bibe 6 şerît.

Sêwirana peyarêyan a nûjen dê bê kirin.

Rêya bîsîkletan dê bê çêkirin.

Binesaziya ava baranê dê bê nûkirin.

Sîstema ronahiyê dê bê nûjenkirin.

Sêwirana xaçerêyan, refûja navîn û xebatên peyzajê dê bên kirin.”

‘Ji sedî 96ê gel erê kiriye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema amadekirina projeyê de hemû hûrgilî bi awayekî şefaf bi welatiyên li bulvarê dijîn, xwediyên kargehan û kesên ku rê bi kar tînin re hatine parvekirin. Bakiroglû da zanîn ku di vê çarçoveyê de bi hezar kesî re anketa rûbirû hatiye kirin û di encama dengdana gel de ji sedî 96ê beşdaran proje erêkirine.

‘Dar nayên birîn, tên veguhestin’

Bakiroglû bal kişand ser hevdîtinên bi rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ekolojiyê re jî û wiha got: “Pêvajoya amadekariyê bi sazî û tevgerên ekolojiyê re hat parvekirin û gelek civîn hatin kirin. Di encamê de nakokî bi lihevkirina hevpar hatin çareserkirin. Proje, ne bi ferzkirinê, bi hişmendiyeke hevpar û beşdariyê hatiye çêkirin. Em hestiyarî û hesasiyeta raya giştî ya demokratîk û ekolojîk di cih de dibînin. Di vê çarçoveyê de, tenê hejmareke kêm a daran bi rêbazên zanistî ji cihê wan hatine girtin û li cihên guncav ji nû ve bi axê re hatine gihandin.”

Şaredarî û rêxistinên sivîl li çareseriyek hevpar digerin.

Her wiha hate zanîn ku li gel nakokiyan jî Şaredarî û saziyên sivîl ên li dijî veguhestina daran derdikevin, di têkiliyê de ne û hewil didin çareseriyek hevpar peyda bikin.

Etîket: Bûlvara FiratêHevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî KiliçMeclisa Ekolojiyê ya AmedêSaredariya Bajare Mezin a AmedeSekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar BakiroglûVeguheztîna Daran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne