• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

Omer Demîr / AW

28 NÎSAN 2026 - 09:43
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Stenbol – Endamê Komeleya Karkerên Veguherîna Bermahiyan Mustafa Ay diyar kir ku ew ê li Qada 1ê Gulanê bibêjin ew dixwazin werin naskirin û got: “Em bi hezaran kes in û li kolanan in. Bila pergal me nas bike û bizanibe ku em hene.”

Li Tirkiye û Kurdistanê rewşa xebatkar û kedkaran her ku diçe zehmettir dibe. Taybetî şert û mercên kar, bidestxistina heqdestê xwe û mafên xwe yên bingehîn gelek caran dibe sedema nerazîbûn û binpêkirina mafan. Yek jî karê herî zor û pirsgirêk karê veguherîna bermahiyan e. Li Stenbolê bi hezaran kes vî karî debara xwe dikin. Karker, bi erebeya çekçekê li kolanên Stenbolê bi saetan digerin û kaxez, plastîk û poşetan hatine avêtin kom dikin. Gelek karker zêdetirî 10 saetan dixebitin. Karkerên ku li Stenbolê dixebitin, gelemperî ji bajarên bakurê Kurdistanê koçî Stenbolê kirine û ji bo debara xwe û malbata xwe bikin dest bi karê komkirina berheman kirine. Karkeran, ji bo ku mafê xwe biparêzin Komeleya Karkerên Veguherîna Bermahiyan avakirine. Endamê komeleyê Mustafa Ay têkildarî karê veguherîna bermahiyan û daxwazên wan ên li qada 1ê Gulanê ji ajansa me re axivî.

‘Karê me gelek zehmet e’

Mustafa Ay destnîşan kir ku di sala 2002an ji navçeya Sêwregê ya Rihayê koçî Stenbolê kiriye û got: “Hevalên me jî ji salên 90î koçî Stenbolê kirine û dest bi karê veguherîna bermahiyan kirine. Hevalên me gelemperî ji Amed, Sêwreg û Çewligê ne. Karê me gelek zexmet e. Kesên ku hatin Stenbolê ji bo debara xwe bikin dest bi kare komkirina kaxez û plastîkê kirin. Gelemperî ciwan vî karî dikin û ew jî ji ber neçariyê dikin. Emrê me li koçberiyê derbas dibe. Me jî dixwest li welatê xwe bixebitin, lê belê ji ber nebûna kar me koçî vir kir. Hevalên me ji bo debara malbatên xwe li vir dixebitin.”

‘Em herî kêm 12 saet dixebitin’

Di berdeama axaftina xwe de Mustafa Ay anî ziman ku saeta karê komkirinê tune ye û da zanîn ku ew gelemperî serê sibehê dest bi kar dikin. Mustafa Ay destnîşan kir ku ew rojê herî kêm 12 saet dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev saet gelek caran ji 12an jî dibore. Li navçeya Kadikoyê hevalên me şev dixebitin. Ji ber ku li wir şev zêdetir kar dibe. Li navçeya Sultanbeylî û Umraniyeyê jî em roj dixebitin. Carna dibe ku hevalên me 17 saet jî dixebitin, ji ber ku di vî karî de tu çiqas zêde tişt kom bikî ewqas zêde pere qezanç dikî. Hevalên me bi erebeyên çekçekê bi saetan li kolanên bajar digerin. Em gelemperî tiştên veguheradinê yên weke kaxez, plastîk, hêsin, poşet hwd. kom dikin.”

‘Em dixwazin werin naskirin’

Mustafa Ay diyar kir ku wê Komeleya Karkerên Veguherîna Bermahiyan di 1ê Gulanê de ji bo mafê xwe li qadan bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ji 1ê Gulanê re tê gotin ‘Cejna karkeran’, lê belê gelek hevalên me di roja 1ê Gulanê de jî dixebitin. Ev çend sal in em wekî komele tevli 1ê Gulanê dibin. Em ê îsal li qadan bang bikin û bibêjin ‘em dixwazin werin naskirin.’ Em hezaran kes in û kolanan in. Herkes li kolanan me dibîne. Lê em dibêjin ‘divê pergal jî me bibîne.’ Pergal li dijî me çawê xwe digire. Lê belê bila pergal bizanê ku em hene û em li kolanan in. Em karekî zehmet dikin, gelek kes jî feyde ji karê me digire. 1ê Gulanê em ê ji bo tevahî karkeran li qadan bin û ji bo Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîşê edaletê bixwazin. Em li dijî bêedaletiyê disekinin.”

Etîket: BermahîEndamê Komeleya Karkerên Veguherîna BermahiyanKarkerMustafa Ayveguherîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

30 ÎLON 2026
Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

29 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

25 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne