• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

Mahmût Altintaş / AW

28 NÎSAN 2026 - 08:46
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Enqere – Karkerên Madenê ku ji bo heqdestê xwe li Enqereyê çalakî li dar dixin, 9 roj in di dorpêça polîsan de ne û tên binçavkirin. Her wiha li gelek bajaran karker 1ê Gulanê bi berxwedanê pêşwazî dikin.

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn zêdetirî 5 meh in ku nikarin heqdestê xwe werbigirin. Karkeran ji bo heqdestê xwe bi dest bixin li Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşek dan destpêkirin. Karker di 20ê Nîsanê de gihîştin Enqereyê xwestin bimeşin ber Wezareta Enerjiyê. Lê karker rastî êrişa polîsan hatin û gelek karker hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê karkeran dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya greva birçîbûnê ya karkeran di roja 9an de berdewam dike.

Karkerên li Parka Kurtuluşê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe didomînin. Duh jî karkeran xwest bimeşin ber Wezareta Enerjiyê rastî êrişa polîsan hatin. Di êrişa polîsan de, Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe Başaran Aksu û Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir hatin biçavkirin.

Her wiha karker jî rastî êrişa tund a polîsan hatin û tevî vê yekê jî karker çalakiya xwe bi israr didomînin. Karker diyar dikin ku heta heqê xwe bi dest nexin dê bi paş ve gav neavêjin.

Dewlet sermayedaran diparêze

Karkerên Madenê ku zêdetirî 5 meh in nikarin heqdestê xwe bistînin xwestin bi Wezîrê Enerjiyê re hevdîtinê bikin. Lê karker ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Her wiha dema karkeran xwest bimeşin ber avahiya Holdînga Yildizê jî ji aliyê polîsan ve dîsa hatin astengkirin û nehiştin karker ji bo heqdestê xwe biçin ber avahiya Yildiz Holdîngê. Rewşa karkerên madenê ku di bin dorpêçe de ne bi awayekî eşkere têkiliya dewlet û sermayedaran radixe ber çavan. Dewlet bi awayekî eşkere bi dorpêçkirin û binçavkirina karkeran, sermayedaran diparêze û nahêle karker heqê xwe ji wan bistînin. Karkerên di dorpêçê de ne bi berzkirina dirûşmeyan bal dikişînin ser têkiliya dewletê û sermayedaran û bertek nîşanî parastina sermayedaran didin.

Xwediyê Yildiz Holdîngê parlamenterê berê yê AKPê ye

Şîrketa Madenê ya Dorukê piştî lêpirsîna ji doza Fethullah Gulen di sala 2022yan de bi îhaleyê ket destê Yildiz Holdîngê. Xwediyê Yildiz Holdîngê parlamenterê berê yê AKPê Sebahattîn Yildiz e. Her wiha Sebahattîn Yildiz xwedî xelata xizmetên paya bilind a Meclîsê ye. Yildiz Holdîng ji bo li ser nedana heqdestê karkeran hincetên weke ji ber rewşa piyasayê wan di meha Adarê de hilberîna ceyranê rawestandiye û ji ber vê yekê pereyên wan tune ne. Piştî berxwedana karkeran xwediyên şîrketê daxuyanî dan ku wan hinek pereyên karkeran dane û ji bo yê mayî jî bidin dê bidin karkerên ku dixebitin. Lê karker jî dibêjin heqdestê hatiye dayîn li gorî heqdestê mayî pereyekî pir kêm e. Tê gotin ku Yildiz Holdîng di dema AKPê de mezin bûye û ji ber têkiliya wan bi desthilata AKPê û MHPê re xurttir dibe û ji aliyê wezaretê vê jî tên parastin.

Karkerên Madenê: Mirin heye lê veger tune ye

Karkerên madenê ku 8 roj in li Enqereyê di greva birçîbûnê de ne tevî birçîbûn, serma û baranê jî bênavber çalakiya xwe didomînin. Karker di her çalakiyê de dibêjin; ‘Mirin heye lê veger tune ye’. Karkerên Madenê ku ji bo heqdestê xwe di greva birçîbûnê de ne ji ber ku karê xwe bi laşê xwe dikin, bi awayekî tazî dikevin bin erdê û madenê derdixînin, di çalakiyê de jî ji bo rewşa xwe nîşan bidin cilên xwe derdixin û bi awayekî tazî çalakiya xwe pêk tînin. Karkerên ku bi rojane bi awayekî birçî li park û qadên Enqereyê ne dixwazin heqdestê xwe werbigirin û vegerin malên xwe.

Karker 1ê Gulanê bi berxwedanê pêşwazî dikin

Ji bilî karkerên madenê li Tirkiyeyê 14ê çalakiyên karkeran hene. Li bajarên weke Edenê, Bursa, Kocaelî, Mersîn, Antalya, Manîsa (Soma), Sêwaz û Muglayê çalakiyên karkeran berdewam dikin. Piraniya çalakvanan karkerên madenê, tekstîl û şeredariyan e. Di hemû çalakiyan de jî daxwaz hevpar in. Karker ji bo heqdestê xwe, tazmînat, mafê sendîkabûyînê û zemkirina muçeyên wan di çalakiyê de ne. Karker 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li qadan bi berxwedanê pêşwazî dikin û li kolan û qadan bertek nîşanî pergalê û desthilatê didin. Karker weke her sal dê îsal jî li dijî xîzanî, birçîbûn û kedxwariyê daxwaza mafên xwe bikin.

Etîket: 1ê Gulaneberxwedana karkeranKarkerKarkerên madenêMahmût Altintaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

‘Tişta ku wezaret û Holdînga Yildizê li me dikin bê wijdanî ye”

20 TEBAX 2026
Karkerên li ber xwe didin: Bila dewlet qeyim biavêje ser holdîngê jî!

Karkerên li ber xwe didin: Bila dewlet qeyim biavêje ser holdîngê jî!

19 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Çalakiya karkeran di roja 8an de ye: Dê çalakiya me 24 seatan bidome

17 TEBAX 2026
Karkerên madenê: Sebahattîn Yildiz bûyê patronê wezaretê jî

Karkerên madenê: Sebahattîn Yildiz bûyê patronê wezaretê jî

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne