• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Koma Xebatê ya Vateyê civîna xwe ya 41emîn pêk anî

Amed / AW

25 NÎSAN 2026 - 13:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, CIVAK
A A
Koma Xebatê ya Vateyê ya ku ji bo standartkirina Kirmanckî (Zazakî) xebatan dike, 41emîn civîna xwe bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Amedê pêk anî.

Koma Xebatê ya Vateyê ya ku akademîsyen, nivîskar û mamosteyên di warê zazakî de dixebitin tîne cem hev, 41emîn civîna xwe bi bernameyeke ku 4 rojan dewam kir li Amedê li dar xist. Di civînê de 25 nivîskar û mamosteyên ji bajarên cuda beşdar bûn.

Koma Xebatê ya Vateyê, ji sala 1996an û vir ve di civînên xwe yên li Ewropa û Tirkiyeyê de ji bo ku kirmanckî bibe zimanekî nivîskî yê standart, xebatan dimeşîne. Koma ku di civînên xwe yên heta niha de rêzikên rastnivîsînê diyar kirin, li ser zêdetirî 10 hezar peyvên bingehîn û 60 hezar varyantên wan analîzeke hevpar kir.

Di xebatan de pîvanên zanistî yên wekî hevgirtina herêmî, lêkolînên etîmolojîk, berawirdkirina bi zaravayên din ên kurdî û zimanên cîran esas têne girtin. Koma navborî di gelek waran de wekî anatomiya, hiqûq, şaredarî, erdnîgarî, wêje û perwerdeyê de li ser têgînên teknîkî jî xebatan dimeşîne.

Encamên civînê di Kovara Vateyê de tên weşandin

Di civînên Koma Xebatê ya Vateyê de mijarên wekî alfabê, nav, rengdêr, cînav, pêşgir, lêker û gihanekan têne nîqaşkirin. Raporên hatine amadekirin bi nêrînên beşdaran tên gotûbêjkirin û bi nêrîna piraniyê biryar tên girtin. Biryarên ku di civînan de hatine girtin, di kovara Vateyê de tên weşandin û bi raya giştî re tên parvekirin.

Kovara Vateyê ku ji sala 1997an û vir ve tê weşandin, heta niha gihîştiye 82 hejmaran. Her wiha komê berhemên giring ên wekî Ferhengê Kirmanckî-Tirkî, Ferhenga Tirkî-Kirmanckî û Rastnuştişê Kirmanckî jî weşandin.

Koma Vateyê 30 sal in bênavber dixebite

Serokê Koma Xebatê ya Vateyê Mehmet Uzun anî ziman ku kom ji sala 1996an û vir ve bênavber ji bo standartbûna zazakî dixebite û xebatên xwe bi rêkûpêk di kovara Vateyê de diweşînin.

Uzun diyar kir ku Weşanên Vateyê zêdetirî 150 pirtûkên zazakî çap kirine û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di mijara têgînên şaredariyê de ji wan daxwaza xebatê kiriye. Uzun qala kêfxweşiya xebatê kir û wiha got: “Em bi Şaredariya Bajarê Mezin re di vê mijarê de bi kêfxweşî û bi hev re dixebitin. Me 6 civînên xwe li ser xebatên têgînên şaredariyê derbas kirin. Bi giştî me 40 civîn kiribûn, ev jî 41’emîn civîna me ye.”

Uzun bal kişand ku dîtbarbûna zazakî û kirmanckî di saziyên wekî şaredariyan de girîng e û destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di vê mijarê de xebatên girîng dimeşîne.

‘Armanc me dîtbarkirina Zazakî ye’

Uzun anî ziman ku di Koma Xebatê ya Vateyê de endamên ji herêmên cuda, ji Ewropayê, ji zanîngehan û akademiyê hene û got ku ew pêşîniyê didin beşdarên jin jî. Uzun diyar kir ku di pêşketina ziman û veguheztina wî ya ji nifşekî bo nifşekî din de, jinan roleke girîng girtine ser xwe.

Uzun di dawiyê de ev yek anî ziman: “Wekî Koma Xebatê ya Vateyê, em her dem ji bo xebatên hevpar ên bi saziyên civaka sivîl û dezgehan re amade ne. Armanca me ew e ku Zazakî dîtbartir, standarttir û bi awayekî çalak bê bikaranîn. Em bi Şaredariya Bajarê Mezin re li ser hilberîn û tespîtkirina têgînên kêm berdewam dikin.”

Etîket: Koma Xebatê ya VateyêSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zarokan bi hunerê re tîne cem hev

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne