• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

Abdullah Esen / AW

25 NÎSAN 2026 - 11:45
Kategorî: ROJANE
A A
Sêrt – Hevşaredarên Misircê Alî Riza Bîngol û Sadiye Aktîn der barê karesata lehiyê ya li navçeyê de axivîn û diyar kirin ku tevî hemû serlêdanên wan jî saziyên dewletê tu tedbîr negirtine û gotin: “Gelek malbatên me bê mal mane.”

Ji ber barîna barana zêde ya îsal, li gelek bajarên Kurdistanê karesata lehiyê rabû û gelek xesar da derdorê. Navçeya Misircê ya Sêrtê jî yek ji wan cihan e ku ji sê aliyan ve di bin lehiyê de ma. Ji ber lehiyê avê nêzî du mîtroyan avêt nîvê xaniyên welatiyan û xesareke mezin da zad û heywanên wan. Hevşaredarên Misircê Alî Riza Bîngol û Sadiye Aktîn qala şeva karesatê û xebatên şaredariyê kirin.

‘Me welatî bi kemçeyan xelas kirin’

Hevşaredar Alî Riza Bîngol diyar kir ku beriya lehî rabibe ew gelek caran bi Midûriyeta Karesatên Xwezayî re ketine têkiliyê û anî ziman ku daxwazên wan bêr bersiv mane. Alî Riza Bîngol diyar kir ku ew wekî şaredarî ji êvarê heta sibehê li qadê bûne û wiha axivî: “Gelek mirovên me yên ku ketibûn tengasiyê me wan bi agirkuj û kemçeyan xelas kir. Kêfxweşiya me ya herî mezin ew e ku windahiyên canî çênebûn, lê mixabin gelek heywan telef bûn û zadên gel perçivîn. Şaredariya Mezin a Amedê di van sê rojan de bi me re bû alîkar, em spasiya wan dikin.”

Alî Riza Bîngol bal kişand ser xemsariya saziyên dewletê û wiha pê de çû: “Ger saziyên dewletê, Karên Dewletê yên Avê û Midûriyeta Rêyên Bejahiyê karê xwe baş bikirina, ev karesat wisa nedibû. Me gelek caran bi fermî serî li wan da, lê daxwazên me bê bersiv hiştin. Niha em ê dîsa serî li cihên fermî bidin da ku welatî heqê xesara xwe bistînin.”

‘Av wekî çem diherikî’

Hevşaredar Sadiye Aktîn jî destnîşan kir ku lehî ji aliyê gundên Eynikê, Kotîvê û Zoqeydê ve wekî çem herikî nav bajêr. Sadiye Aktînê der barê xebatên paqijkirinê de ev agahî dan: “Taxên Sumer û Yenîmahaleyê xesareke giran dîtine. Di hundirê xaniyan de nêzî 15 santîman herî kom bûye. Me komîsyonek ava kir û em li malbatan digerin. Her wiha personelên şaredariyê yên din jî dişînin malbatan û aliyê wan dikin û xaniyên wan paqij dikin. Xaniyên yek qatî û koxikên heywanan bi tevahî di bin avê de mane. Tişta ji destê me bê em ê ji bo gelê xwe bikin.”

Sadiye Aktîn di dawiyê de anî ziman ku her çend birîndar hebin jî, teseliyeke wan a mezin e ku tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û xebatên wan ên ji bo tespîtkirina xesarê berdewam dikin.

Etîket: Hevşaredarên Misircê Alî Riza Bîngol û Sadiye AktînlehîMisirc
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Farqînê lehî rabû

Li Farqînê lehî rabû

2 COTMEH 2026
Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

Ji ber lehî û hezazan zêdetirîn 100 kes mirin

28 ÎLON 2026
Bîlançoya lehiya li Taylandê: 8 kes mirin 

Bîlançoya lehiya li Taylandê: 8 kes mirin 

28 ÎLON 2026
Bîlançoya Nepalê: 1003 mirî, hezaran winda hene

Bîlançoya Nepalê: 1003 mirî, hezaran winda hene

1 ÎLON 2026
Li Nepalê karesata lehiyê: Hejmara miriyan gihişt 750 kesan

Li Nepalê karesata lehiyê: Hejmara miriyan gihişt 750 kesan

30 TEBAX 2026
Li Nepalê hejmara miriyan gihişt 469 kesan

Li Nepalê hejmara miriyan gihişt 469 kesan

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne