• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

Şirnex / AW

24 NÎSAN 2026 - 14:49
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Derbarê nûçegagihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç de biryara tehliyeyê hat dayîn. Her wiha 19 welatiyên din jî ku dihatin darizandin derbarê wan de jî biryara tehliyeyê hat dayîn.

Danişîna ewil a doza nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin.

Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç di 14ê Çileyê li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Tevî Nedîm Oruç, 8 jê zarok bi giştî 20 welatî bi îdiaya “Tev li çalakiyan li dijî êrişên Rojava bûne”, “Fîşekên hewayî avêtine polîsan”, “Zirar dane malê cemaweriyê” hatibûn girtin. Danişîna ewil a Nedîm Oruç û 19 kesên din li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Oruç û 19 welatiyên din bi tevî parêzerên xwe ve di danişînê de amade bûn.

Rêveber û endamên DFGê, rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan doza Oruç û welatiyên din.

Îdiayan red kir, rojnamegeriyê parast

Şandeya dadgehê ji rojnameger Nedîm Oruç xebatên rojnamegeriyê û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal pirsî. Nedîm Oruç îdiayên derbarê xwe de red kir û destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebata xwe ya rojnamegeriyê de li wir amade bûye û wî nûçeyê şopandiye. Nedîm Oruç anî ziman ku armanca wî ew bû ku raya giştî agahdar bike û ev yek jî karê rojnamegeriyê ye.

Her wiha hemû kesên parastina xwe kirin îdiayên li ser xwe red kirin û dan zanîn ku ew bi zora polîsan û zexta derûnî îfade dane.

Parêzeran parastina muwekîlên xwe kirin û diyar kirin ku nehatiye piştrastkirin ku muwekîlên wan tev li çalakiyan bûne. Parêzeran anî ziman ku bêyî piştrastkirin polîs îdia kirine ku yên rûyên wan girtî ne muwekîlên wan in. Her dawî parêzeran diyar kirin ku doz li ser çalakiya teqandina fîşekên hewayî hatiye avakirin, xwestîn dîmen û wêneyên çalakgeran werin hevrûkirin û muwekîlên wan werin berdan.

Hemû girtî hatin berdan

Şandeya Dadgehê tevî rojnameger Nedîm Oruç derbarê 19 welatiyan de biryara tehliyeyê da. Dadgehê bi biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat de biryara tehliyeyê da.

Navên welatiyên dihatin darizandin ev in: Abdullah Turay, Hanemir Duymak, Mervan Kaya, Muhammed Sansak, Erkan Sarak, Rehber Duymak, Renas Duymak, Umut Boz, Yusuf Dal, Ozcan Sarak, Muhammed Barin, Mehmet Saît Malkaç, Hûseyîn Kolanç, Hûseyîn Bengî, Ertan Kolanç, Celal Turay, Alî Ekber Ozer, Unal Çelebî, Hazret Ekîcî

Etîket: Doza Nedîm OrûçNedîm Orûç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

11 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

2 HEZÎRAN 2026
Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

17 GULAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne