• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

Îzmîr / AW

21 NÎSAN 2026 - 22:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Karşiyakayê, têkildarî dirûşmeyên nîjadperest ên di maça Bandirmaspor û Amedsporê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê û hemû saziyên rayedar hat kirin ku li dijî sûcên nefretê helwesteke zelal nîşan bidin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a navçeya Karşiyakayê ya Îzmîrê, ji bo bertek nîşandana li dijî gotinên nîjadperest û êrîşên fîzîkî yên di maça 19ê nîsanê de li Bandirmayê li hemberî futbolîst û rêveberên Amedsporê pêk hatin, bi beşdariya koma “Barikat Ege” li avahiya navçeyê daxuyanî da çapemeniyê.

‘Ev mudaxaleya organîzekirî ya li dijî îhtimala aştiyê ye’

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Karşiyakayê Yaşar Şeren ve hat xwendin. Yaşar Şeren diyar kir ku maça li Bandirmayê “rojeke şermê” bû ku tê de nefreta organîze, nîjadperestî û provokasyona siyasî hebû. Yaşar Şeren da zanîn ku komeke bi navê alîgiran, bi awayekî sîstematîk çêrên giran, nîjadperest û cudaxwaz li nirxên gelê Kurd kirine û piştî maçê êrîşa fîzîkî li rêveber û lîstikvanên Amedsporê hatine kirin û got: “Pêvajoya ku di 27ê sibata 2025an de bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aramiya civakî derfeteke nû afirandiye. Lê belê, çiqas kesên ji bo serkeftina vê pêvajoyê hewl didin hebin, ewqas jî kesên ku xwe bi şer, xwîn û dijminatiyê xwedî dikin û dixwazin vê zeminê sabote bikin jî hene. Tiştên li Bandirmayê qewimîn, tam jî mudaxaleyeke organîze ya van navendan e ku li dijî îhtîmala aştiyê pêk hatiye.”

‘Ne tenê Amedspor, gelê Kurd jî hat hedefgirtin’

Yaşar Şeren bal kişand ser wê yekê ku maç di TRT Kurdî de zindî hatiye weşandin û ev bûyer li ber çavê bi mîlyonan mirovî qewimîne û wiha lê zêde kir: “Yê ku hatiye hedefgirtin ne tenê Amedspor e, hemû gelê Kurd û vîna jiyana hevpar e. Ji ber vê yekê, hêviya raya giştî ya wekî ‘Divê Amedspor ji qadê vekişiya’ nîşaneyeke xurt e ku ev bûyer ne wekî rûdaneke werzişî ya asayî, her wiha wekî gefeke aşkere ya li ser pêvajoya aştiyê tê dîtin.”

Yaşar Şeren diyar ku ew ji raya giştî re radigihînin ew ê parastina aştî, wekhevî û hewldana jiyana hevpar bidomînin û got: “Ev xerabiya organîze ya li Bandirmayê, bi ruhê pêvajoya aştiyê re di nav nakokiyekê de ye. Divê destûr neyê dayîn ku qadên werzişê bibin cihê hilberîna nefret, nîjadperestî û çanda lîncê. Divê berpirsiyar demildest bên tespîtkirin û derxin pêşberî dadgehê. Nexwe, dê rûbirûbûna bi vê rastiyê re ku ev pratîkên nefreta organîze bêceza dimînin û bi awayekî neyekser tên teşvwîqkirin, bêçare be. Em tiştên qewimîn protesto dikin; em bang li hikûmetê û hemû saziyên peywendîdar dikin ku li dijî sûcên nefretê helwesteke zelal û cezakirî tev bigerin.”

Etîket: AmedspordaxuyanîDEM PartîêrîşKarşiyaka
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Amedspor: Me destpêkek baş kir

Amedspor: Me destpêkek baş kir

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

Li Xaçerêka Stadyûma Amedê xebatên paqijiyê

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne