• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Dem dema avakirina jiyaneke nû û pêşerojeke demokratîk e

Navenda Nûçeyan/ AW

19 NÎSAN 2026 - 11:43
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DBPê encamnameya civîna xwe ya 16ê Nîsanê pêkhatiyî weşand. Di encamnamê de ev tişt hatin gotin: “Ev ne dema li bendê mayînê ye ku statuya heyî bi tena serê xwe hilweşe; ev dem dema bi hêza gelêrî ya rêxistinkirî bi awayekî hişmendî, sîstematîk û bi biryardarî avakirina jiyaneke nû û pêşerojeke demokratîk e.”

Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di serdemeke ku pêvajoya siyasî gihîştiye asteke dîrokî de, bi rojeva diyarkirina stratejiya avakirinê ya serdema nû û nirxandina raporên herêmî di 16ê Nîsanê de li Amedê civiya. Di civînê de, li gel nirxandina rewşa siyasî ya heyî, analîzên berfireh li ser paşxaneya dîrokî, karakterê çînî û sêwirandina nû ya herêmî hatin kirin. Meclisa Partiyê, ji bo derbaskirina astengiyên rêxistinî û zelalkirina rêyên çareseriyê, xeta têkoşînê ya qonaxa pêşiya me şênber kir. DBPê encamnameya civînê weşand.

‘Qeyrana ekolojîk bûye beşek ji qeyranên piralî’

DBPê diyar kir ku di tevliheviya ku ji ber qeyrana kûr a modernîteya kapîtalîst derdikeve holê de, gavên hêzên hegemonîk ên cîhanî ji bo ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn bi leztir dibin û wiha got: “Pêvajoya şer, ku bi êrîşên Îsraîl û Amerîkayê re li dijî Tehranê di 28ê Sibata 2026an de ket qonaxek nû, tevî rawestandinên demkî, herêmê dixe nav aloziyek pir hişk û demdirêj. Ev rewş ji şêweyên klasîk ên pevçûnên navbera dewletan derbas bûye û veguheriye şerekî sîstemîk ê piralî ku armanc dike destkeftiyên demokratîk ên gel tasfiye bike. Eşkere ye ku ev şer ne tenê li eniyên leşkerî tê meşandin. Saziyên perwerdehiyê û xweza, ku qadên jiyanê yên herî bingehîn ên civakê ne, jî bûne hedefên rasterast ên vê pêla êrîşan. Zêdebûna êrîşên dawî yên li ser dibistanan ne tenê bûyerek e ku ewlehiya fizîkî tehdît dike, di heman demê de beşek ji meyleke sîstematîk e ku ber bi têkbirin û kontrolkirina îdeolojîk a qada perwerdehiyê ve diçe, ku pêşeroja civakê dîzayn dike. Leşkerîkirin û paşveçûna perwerdehiyê nîşaneye polîtîkayên ku armanc dike ku ramana azad û rexnegir ji holê rake. Bi heman awayî, nêzîkatiya hikûmetê ya li hember xwezayê ne tenê tercîheke aborî ye; ew hişmendiya rêveberiyê ye ku li ser talan û îstismarê hatiye avakirin. Wêrankirina bêsînor a daristanan, çavkaniyên avê û jîngehan ji bo berhevkirina sermayeyê wêrankirina ekolojik kûrtir dike û rasterast mafê jiyanê yê gel tehdît dike. Di vî warî de, qeyrana ekolojîk bûye beşek ji qeyranên piralî yên ku ji hêla pergalê ve hatine afirandin. Têkoşîna li dijî metakirina xwezayê yek ji hêmanên damezrîner ên avakirina civakek demokratîk e.”

‘Nêzîkatiya desthilatê ya li hember meseleya Kurd, dibe sedema bêçareseriyê’

Di berdewama encamnameyê de hate destnîşan kirin ku di vê qonaxa dîrokî de, helwesta siyasî ya ku ji hêla gelê Kurd ve tê pêşxistin ne tenê reflekseke parastinê ye; ew di heman demê de îlankirina îradeya damezrandinê ye. DBPê bal kişand ser perspektîfa yekîtiya demokratîk a ku li Rojhilatê Kurdistanê hat pêşkêş kirin û ev tişt got: “Temsîla paradîgmaya neteweya demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan e. Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî ne hilbijartinek taktîkî ye; ew pêdiviyek dîrokî ye di diyalektîka hebûn û nebûnê de. Gelê Kurd, li dijî şer û polîtîkayên parçebike-birêvebibe yên hêzên serdest, îdîaya xwe ya avakirina modela civaka xwe ya demokratîk bi stratejiya Rêya Sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan didomîne. Ev rê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê xwedî potansiyela çereseriyeke demokratîk e. Nêzîkatiya desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê ya li hember meseleya Kurd, bi dûrketina ji bingehên herî kêm ên demokratîk û qanûnî, dibe sedema kûrbûna rewşa bêçareseriyê. Siyaseta tecrîdê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê kiryarek takekesî ye; ew li dijî mafê aştiyê yê gelan mudaxileyeke sîstematîk e. Ji ber vê yekê, ewlekirina azadiya wî ya fîzîkî û qanûnîkirina statuya wî ya wekî muzakerevanekî sereke ji bo aştiya herêmî û çareseriyek demokratîk wekî astên krîtîk têne dîtin.”

‘Avakirina civakeke demokratîk peywireke ku nayê paşxistin e’

DBPê anî ziman ku Meclisa Partiya wan, bi hişê berpirsiyariya dîrokî, pirsgirêkên ku di avahiyên wan yên rêxistinî de derketine holê bi awayî xwerexneyî girtine dest. DBPê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku xetimandina rêxistinî, qelsiyên îdeolojîk û kêmasiyên koordînasyonê wekî faktorên ku kapasîteya wan a têkoşînê sînordar dikin hatine dest nîşankirin û got: “Li gorî vê, erka herî bingehîn a ku ji bo serdema pêş de hatiye destnîşankirin; zêdetir rêxistîbûyîn, zelalkirina îdeolojîk û hûnandina ji nû ve avakirinê ye. Qeyrana aborî ya kûr û xizaniya di warê civakî de wekî encameke rasterast a polîtîkayên şer hat hesibandin. Biryar hat dayîn ku li dijî polîtîkayên tiryak, çete û çekan, xeteke têkoşînê ya navendî û bi berdewama ku li ser ciwanan raweste were avakirin û pêşxistina qadên jiyanê yên alternatîf, hilberîna kolektîf û torên hevgirtinê dê stûnên bingehîn ên vê têkoşînê bin.

Têkoşîna azadiya jinan, ku di serdema nû de hêzek pêşeng e, teqez kiriye ku ew ê ne tene temsîliyeta xwe di qada siyasî de zêde bike, di heman demê de dê bibe hêzek pêşeng a guhertin û veguherînê ya di avakirina civakek komînal a aştiyane û demokratîk de. Di derbarê plansaziya pêşerojê de; kûrkirina pêvajoyên perwerdehiya îdeolojîk, temamkirina kongreyan, xurtkirina têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan di girtîgehan de û xurtkirina têkiliyên bi gel re di asta herêmî de vedihewîne. Di xeta berfireh a têkoşînê ya ku ji 1ê Gulanê heya berxwedana ekolojîk didome de, nêzîkatiyek domdar û rêxistinkirî, dê were pejirandin. Meclisa Partiya me tekez kir ku hemû kadro û avahiyên rêxistinkirî dê bi berpirsiyarî û înîsiyatîfê li gorî ruhê pêvajoyê hîn bi hêztir beşdarî xebatan bibin. Avakirina civakeke demokratîk peywirekeke ku nayê paşxistin e û ev peywir tenê bi îradeya rêxistinkirî ya gel dikare biserkeve.”

Etîket: 16ê NîsanêDBPEncamnameya Civîna Meclisa Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DBP: Ma Şorişê Rojava bi şeref û bawerîyêka pîle silam kenê.

DBP: Nabe ku operasyonên siyasî li hember fikr û ramanê pêk werin

17 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026
Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

19 COTMEH 2026
Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

16 COTMEH 2026
Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 COTMEH 2026
Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

9 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne