• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MXDŞ: Biryara efûyê xiyaneta li qurbaniyan e

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2025 - 13:47
Kategorî: ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber biryara Efûya Giştî ya Parlamentoya Iraqê rabû ku metirsî heye DAIŞiyên girtî bên berdan û destnîşan kir ku ev biryar xiyaneta li xwîna qurbaniyên fermanê ye.

 

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamentoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û fikarên xwe anî ziman ku bi vê biryarê re çeteyên DAIŞê yên ku destê wan di fermanê de hene dikarin bên berdan.

Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Hevserokê MXDŞê Nayif Şemo ve hate xwendin.

Nayif Şemo di destpêka daxuyaniyê de işaret bi kiryarên çeteyên DAIŞê yên li dijî civaka Êzidî hate kirin û goti: “Di havîna 2014an de, em û civaka me rastî qirkirinek bi plan ya çeteyên DAIŞê yên sûcdar hatin. Di encamê de, bi hezaran jin û mêr hatin qetilkirin û zêdetirî ji 6000 jin û keç hatin êsîr kirin, li bazaran hatin firotin. Kal, pîr û zarok jî bi armanca tunekirina pêkhateya Êzidî ji ser rûyê erdê hatin qetilkirin.

Parlamenta Iraqê heta îro ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan bêdeng maye û neketiye nava hewldanê. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya ku di 22’yê vê mehê de ji aliyê Parlamenta Iraqê ve hate pejirandin, bi tundî şermezar dikin û red dikin.

Pêkanîna vê biryarê bûye sedema vekirina birîna civaka Êzidî, ku hîn jî pêwîstiya wê bi edaletê heye. Diviya Parlamenta Iraqê ji bo lêgerîna jin û mêrên dîl hatine girtin, zelalkirina çarenûsa bi hezaran Êzidîya winda û vekirina bi dehan gorên komî ketiba nava tevgerê û biryar daba. Li şûna ku em bi lêgerîna windayan, azadkirina kesên revandî, qerebûkirina kesên ziyandar û jinûveavakirina herêmên me, Parlamenta Iraqê ji bo kesên ku raste rast di êrîşa qirkirinê ya li ser gelê me di cih girtine, biryara azadiyê dide.

Destûrdana bêcezakirina kesên sûcdar ku ev hovîtî kirine, xiyaneteke li xwîna qurbaniyan û binpêkirina prinsîbên edalet û mafên mirovan e. Ev biryar ne tenê binpêkirina mafên qurbaniyan e, bi awayekî eşkere piştgiriyeke nerasterast e ji bo baskên siyasî yên li Parlamenta Iraqê yên ku hewl didin wêneyê tawankaran paqij bikin û çanda bêcezakirinê bi pêş bixin. Ev yek hevahengiya di tawanên li dijî Êzidiyan de nîşan dide.

Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku demildest vê biryarê betal bike, bi cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan pabend be û nehêle ku sûcdar azadiya xwe bi dest bixin. Em bang li civaka navdewletî jî dikin ku di vê doza dadperwer de li kêleka me raweste û fişarê li Hikûmeta Iraqê bike ku tawankar bên cezakirin.

Em ê ji daxwaza xwe ya edalet û hesabpirsînê venegerin û rê nedin êşên gelê me ji bîra dîrokê bên paqijkirin.”

Etîket: DAIŞÊzidîIraqSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

Şandeya leşkerî ya Iraqê serdana Şengalê kir

22 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne