• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaxên Egîtîm Senê êrişa li Siwêregê şermezar kir: Divê Yusuf Tekîn îstîfa bike

Navenda Nûçeyan / AW

15 NÎSAN 2026 - 14:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Şaxên Egîtîm Senê li dijî êrişa li ser lîseyê ya Siwêregê rojek dest ji kar berdan û êriş protesto kir. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat xwestin ku berpirsiyar hesab bidin raya giştî û Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn îstîfa bike. 

Duh li navçeya Siwêregê ya Rihayê kesek êrişî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu kiribû. Di encama erişê de 10 xwendekar, 4 mamoste, karkerek kantînê û polîsek birîndar bûbûn.

Şaxên Egîtîm Senê yên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî êrişê rojek dest ji kar berdan û êriş protesto kirin. Gelek bajaran endamên Egîtîm Senê çalakî li dar xistin.

ENQERE 

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) û sendîkayên perwerdehiyê li dijî êrişên ser dibistanên navçeya Sêwereg a Rihayê û Mereşê li ber Wezareta Perwerdehiyê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê dest bi “Nobeda Jiyanê” kirin. Endam û nûnerên sendîkayan pankart û dovîzên di destê wan de li deriyê hewşa Wezaretê daliqandin û li wir dest bi rûniştinê kirin.

Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş bi lêv kir ku li navçeya Sêweregê di encama êrişa bi çek li dibistanê de mamoste û şagirt jî di nav de 16 welatî birîndar bûn û wiha got: “Dema me li vir li dijî vê yekê daxuyanî da agahiyeke komkujiyê jî li Mereşê hat. Di êrişa dibistana li Mereşê de heta niha 6 şagirt û mamosteyan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 40 kes jî birîndar bûne. Weke Egîtîm-Sen me jî beriya berdana kar a rojeke da bû. Lê li ser vê bûyera em biryara xwe ya berdana kar 2 rojan dirêj dikin û di 16 û 17ê Nîsanê de li ber Wezareta Perwerdehiyê dest bi nobedê kir. Em li vir bang li hemû endam û welatiyan dikin ku xwedî li nobeda me derkevin.”

Endam û nûnerên sendîkayan ku îro piştî daxuyaniyê dest bi nobedê kirin dê heta derengiya şevê li ber wezaretê bin û sibê û du sibe jî çalakiya xwe bidomînin.

 

STENBOL

Li Stenbolê endam û rêveberên Egîtîm Senê li pêşiya Rawestgeha Tramvayê ya Beyazitê kom bûn û heta Midûriyeta Bajêr ya Perwerdehiyê meşiyan. Berî ku girse bigîhije pêşiya midûriyetê polîsan bend danî pêşiya girseyê, lê girseyê li ber xwe da û polîs neçar man ku pêşiya girseyê vekin. Endam û rêveberên Egîtîm Senê, nûnerên sendîkayan û gelek mamoste tev li çalakiyê bûn.

Piştî meşê li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Stenbolê Huseyîn Tosun ve hat xwendin.

Huseyîn Tosun anî ziman ku îro dibistan bûne cihê tundiyê û wiha got: “Berpirsiyarê tundiyan polîtîkayên desthilatê ye. Ji bo pêşiya tundiyê bê girtin divê pergala perwerdehiyê ji nûve were înşakirin. Em wekî Egîtîm Senê banga hesapdayînê dikin. Têkoşîna me ya perwerdehiya zimanê zikmakî û demokratîk dê bidome.”

Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.

WAN

Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê derbarê êrişa li Siwêregê ya li ser dibistanekê ku 16 kes birîndar bûn, li ber Şekerbankê heta Qada Bajêr meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Di perwerdehiyê de ji tundiyê re bibêje na” û “Ji tundiya li ser mamosteyan re na” hat vekirin û di dirûşmên “Dijminê mamosteyan Yusuf Tekin îstifa” û “Bijî berxwedana kedkaran” hatin berzkirin. Gelek welatî û mamoste tev li meşê bûn. Piştî meşê li Qada Bajêr daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê Fîdan Demîr Bozkurt ve hat xwendin. Fidan Demîr Bozkûrt di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundiyê û xwest kes û saziyên nikarin xwendekar û mamosteyan biparêzin divê hesab bidin raya giştî.

AMED

Şaxên Egîtîm Senê yên Hejmara 1 û 2yan ên Amedê li ber avahiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr û Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yan jî li navçeya Erxeniyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniya hevpar Sekretera Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1an a Amedê Arzû Koç xwend. Li Erxeniyê jî metna daxuyaniyê Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yan a Amedê Serdar Kaya xwend.

ENQERE

Navenda Egitîm-Sen jî di nav de gelek sendîkayên perwerdehiyê li dijî êrişên li ser dibistana li navçeya Siwêreg û dibistana li Mereşê li ber Wezareta Perwerdehiyê dest bi “Nobeda Jiyanê” kirin û bang li Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn kirin ku îstîfa bike.

Navenda Giştî ya Sendikaya Kedkarên Perwerdehî û Zanîstê (Egitîm-Sen) li dijî êrişa li ser dibistaneke navçeya Sêwereg a Rihayê û dibistanek l Mereşê li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Di heman wexte de gelek sendîkayên perwerdehiyê jî bi pankart û filamayên xwe hatin ber wezaretê û bertek nîşan dan. Endam û nûnerên sendîkayan xwestin bimeşin ber avahiya Wezareta Perwerdehiyê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan û bi berzkirina dirûşmeyên, “Yusuf Tekîn îstîfa bike”, “Em naxwazin di dibistanan de werin kuştin” û “Barîkatan vekin” demekê dirêj çalakiya xwe domandin.

Endam û nûnerên sendîkayan li ser astengiya polîsan xwestin dorpêçê hilweşînin û li ser vê yekê di navbera polis û endam û nûnerên sendîkayan de gengaşî derket. Li ser israra girseyê polis neçar man xwe rakin û girseyê li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da.

‘Bila Yusuf Tekîn îstîfa bike’

Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş li vir axivî û anî ziman ku di dibistanan de ewlehiya mamoste û şagirtan nemaye û wiha got: “Wezareta Perwerdehiyê zarokan û mamosteyan naparêze. Bi pergala perwerdehiya dijberbûnê dibe sedema êrişên bi vî rengî. Li dijî vê pergalê divê pergaleke perwerdehiyê ya aştiyane û dijberî û rekabetê li ser zarokan ferz neke bê damezrandin. Her tişt bi perwerdehiyê dest pê dike. Aştiyeke civakî jî bi perwerdehiyê pêkan e. Em li vir bang li Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn ku berpirsê van bûyeran e îstîfa bike.”

Gelek nûnerên sendîkayên perwerdehiyê jî li vir axivîn û bertek nîşanî êrişên li ser dibistanan dan û xwestin Yusuf Tekin îstîfa bike. Her wiha nûnerên sendîkayan xwestin di dibistanan de ewlekar bên peywîrdarkirin û gotin heta daxwazên wan pêk were ew dê çalakiya xwe bidomînin.

Nobet hate destpêkirin 

Di kêliyên daxuyanî dihat dayîn de agahiyek din a êrişa li dibistanekê ji Mereşê hat. Li ser vê yekê girseyê bertek nûşan da û li ber wezaretê dest bi “Nobeda jiyanê” kirin. Çalakiya endam û nûnerên sendîkayan li ber Wezareta Perwerdehiyê berdewam dike.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî şaxên Îzmîrê yên Egîtîm Sen, Egîtîm Îş, Hurriyetçî Egîtîm Sen, Anadolu Egîtîm Sen, Egîtîmîn Gucu Sen, TEÇ Sen û Sendikaya Mamosteyên Sektora Taybet li ber Avahiya Bajêr a SGK ya Konakê civiyan û ber bi Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr a Îzmîrê ve meşiyan.

Di meşa ku bi hezaran kedkarên perwerdeyê beşdar bûn de, dovîzên bi nivîsa “Xwîn bi pêştemalan ket” hatin hilgirtin û ji bo temsîlkirina êrîşê pêştemalên bi xwîn hatin lixwekirin. Kedkarên perwerdeyê çelenga reş danîn ber deriyê midûriyetê û li wir demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Daxuyaniya hevpar a çapemeniyê; li ser navê Egîtîn Îş Ozgur Şen, li ser navê Egîtîm Senê Hamdin Çalik, li ser navê Hurriyeçî Egîtîm Senê Adnan Sarisayin li ser navê Anadolu Egîtîm Sendikasi Mehmet Kaya, li ser navê Egîtîmîn Gucu Sendikasi Ali Kilinç li ser navê TEÇ Senê Rakip Kurtar û li ser navê Sendikaya Mamosteyên Sektora Taybet Rabîa Atbaş xwendin.

 

 

Etîket: Egîtîm SenŞaxên Egîtîm SenêSiwêreg
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

26 HEZÎRAN 2026
Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

19 HEZÎRAN 2026
Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

Kedkarên ji kar hatine dûrxistin dest bi nobeta edaletê kirin

5 HEZÎRAN 2026
Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne