• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Aygul Dokû: Malbata Altaş navê kujerê Gulistanê ji me re got

Dêrsim / AW

15 NÎSAN 2026 - 14:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku ji hevalê Mûstafa Turkay Sonel, Ûmût Altaş hîn bûne ku xwişka wê Mûstafa Turkay Sonel kuştî ye û xwest waliyê wê deme Tûncay Sonel ji peywîrê bê girtin û darizandin.

Xwendekara pola 2yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Dokû (21), di 5ê Çileya 2020an de hate windakirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di 13ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de kurê waliyê demê yê bajar Tuncay Sonel ê bi navê Mûstafa Turkay Sonel, parastvanê walî û midûrê emniyetê yê berê jî hene. Piştî geşedanên nû yên di lêpirsîna Gulistan Dokû ya hatiye destpêkirin de malbata Dokû li ber Edliyeya Dêrsimê daxuyanî da çapemeniyê. Ferdên malbatê û parêzerê malbatê Alî Çîmen tev li daxuyaniyê bûn.

Xwişka Gulistan Dokûyê, Aygul Dokû ya li ser navê malbatê axivî têkildarî bûyerê agahiyên nû dan. Aygul Dokû da zanîn ku ji hevalê Mûstafa Turkay Sonel ê kurê waliyê demê Tûncay Sonel e, Ûmût Altaş hîn bûne ku xwişka wê Mûstafa Turkay Sonel kuştî ye. Aygul Dokûyê ev agahî dan: “Ûmût Altaş 2-3 caran li min digere, dixwaze vebêje lê cesaret nake. Pişt re diçe nîşeyekê ku li ser ‘Kesê ku Gulistan kuştî ye, Mûstafa Turkay Sonel ê kurê Walî Tûncay Sonel e. Dozgerê wê demê zêde bi wê nîşeyê re mijûl nabe. Pişt re em çûn ku bi malbatê re hevdîtinê bikin. Beriya ku em rûnin ji me re gotin ‘Xwedê rehma xwe lê bike’. Em li wir ketin nava şik û gumanan. Heta niha kesekê tiştekî wiha negotibû. Me jê re got ‘Çima tu tişteke wiha ji me re dibêjî?’ Em bi ser de çûn dayîka wî ji me re got ‘yekane sûcê kurê min ew e ku bi kurê walî re hevalînî kiriye. Me kurê xwe gelek caran hişyar kir, me got ev ne kesekî saxlem e. Kurê min bi wî re bû heval û serê xwe şewitand.’”

‘Heke Ûmût nebûya min navê kurê Tuncay Sonel nedizanî’

Aygul Dokû bi lêv kir ku Ûmût Altaş reviya ye Amerîkayê û wiha got: “Me ji dayîk û bavên wî re got ‘Heke kurê we reviya be Amerîkayê kurê we Gulistan kuştî ye.’ Ev yek qet qebûl nekirin. Pişt re nimreya Ûmût dan, ez lê geriyam. Ûmût Altaş dema ev bûyer qewimî hêj 18 salî bû. Nekariye vê bûyerê ragire. Ew nîşe biriye daniye Baroyê. Hewl daye ku xwe bigihîne min. Tûncel Sonel ew demildest şandiye Amerîkayê. Ûmût got ‘Min nekiriye lê ez ê ji te re bibim alîkar, 2-3 rojan wext bide min.’ Ûmût da bi min re biaxive. Malbata Ûmût û kesên li vê derê nehiştin biaxive. Pişt re me nekarî xwe bigihînin Ûmût. Ûmût dibêje dema Gulistan hate kuştin di wesayîtê de bû. Dema hate kuştin Ûmût li cem wan bû. Heke Ûmût kujer bûya ji min re nedigot ‘ez ê alîkariya te bikim’. Heke Ûmût nebûya min navê kurê Tûncay Sonel nedizanî.”

Aygul Dokû diyar kir ku beriya xwişka wê were kuştin ew xistine kemînê û xwest ku Tûncay Sonel demildest ji peywîrê bê girtin û darizandin.

Etîket: Alî ÇîmenAygul DokûDêrsimGulîstan DokuTûncay Sonel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê ACAyê hat girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de Midûrê Asayîşê yê wê demê hat girtin

2 TEBAX 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

30 TÎRMEH 2026
Roj bi roj amadekariya windakirina Gulistan Doku kirine!

Roj bi roj amadekariya windakirina Gulistan Doku kirine!

30 TÎRMEH 2026
Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 18 kes hatin binçavkirin

27 TÎRMEH 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê ACAyê hat girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê ACAyê hat girtin

24 TÎRMEH 2026
Cipersayîşê Gulîstan Dokû de 3 gumankerdeyî ardî edlîye

3 gumanbarên dosyeya Gulistan Doku birin edliyeyê

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne