Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Midûrê Asayîşê yê Dêrsîmê yê wê demê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28an.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Erzirom û Dêrsîmê der barê windabûna Gulîstan Doku dabû destpêkirin de, di pêla 4emîn a operasyonê de kesekî din hat girtin.
Çarçoveya lêpirsînê de di 27ê Tîrmehê de bi awayekî hevdem li 16 bajaran operasyon hat kirin. Kesên hatin binçavkirin kar û barê wan yên îfadeyê hat temamkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna de Midûrê Asayîşê yê Dêrsîmê yê wê demê Ertugrul Aslan hat girtin. Di lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 28an.













