Derbarê Serokê Partiya Paşerojê ku xwe fesix kir Ahmet Davutoglû de bi hinceta “heqaret li Serokkomar kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin.
Ahmet Davutoglu di civîneke nava gel de polîtîkayên AKP û Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan rexne kir. Ahmet Davutoglû bertek nîşanî dewlemendbûna rayedarên AKP û Serokkomar da û wiha got: “Mîlyaran li mîlyarên xwe zêde kirin. Xwarina heram xwarin, derdorên xwe kirin dewlemend. Zavayê xwe kir wezîr, xizmên xwe dewlemend kir. Tirkiyeyê pêşkeşî 5 mutahîdan kir.”
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Ahmet Davutoglu de ji ber nirxandinên kiriye bi hinceta “heqaret li Serokkomar kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.
Derbarê Ahmet Davutoglu de
Ahmet Davutoglu di navbera salên 2003 û 2009An de şêwirmendiya polîtîkayên derve yên Recep Tayyîp û Abdullah Gul kir, di navbera salên 2009 û 2014an de Wezîrtiya Karên Derve meşand. Herwiha Ahmet Davutoglu di 29ê Tebaxa 2014an de wek 2yemîn Serokê Giştî yê AKP hat hilbijartin û wek Serokwezîr hikûmetên 62 û 63yemîn ava kir. Herî dawî di 22yê Gulana 2019an de ji erkên xwe îstîfa kir û Partiya Paşerojê ava kiribû. Ahmet Davutoglu di 22yê Tebaxê de daxuyand ku wan xebatên Partiya Paşerojê bi dawî kirine û partî fesix kirine.












