• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aktivîstên TJAyê: Heta rêzdar Ocalan azad nebe jin û civak jî azad nabin

Abdullah Esen / AW

15 NÎSAN 2026 - 10:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Sêrt – Aktivîstên TJAyê yên Sêrtê derbarê meşa ku wê di 19ê mehê de li Gemlîkê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêk bê bang li jinan kirin û gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku li Gemlîkê em bi hev re ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd biqîrin.”

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinan û Rêber Apo ye” di 18ê mehê de ji herêma Botan, Serhed û ew ê ji milekî aliyê Tirkiyeyê ve jî li hev kom bibin û ew ê ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve birêkevin. Jinên ku wê birêkevin dê roja 19ê mehê hemû li hev kom bibin û ew ê saet di 13:00an de dest bi meşa xwe bikin. Hevseroka DBPa Sêrtê Mûazez Bûlga û aktivîstên TJAyê Kiymet Mût û Hasret Arslan derbarê meşê de ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Rêxistina DBPa Sêrtê Mûazez Bûlga bi bîr xist ku sal û nîv e pêvajoyek ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Rêzdar Ocalan bang li Tevgera Azadiya Kurd kir û tevgerê jî ew banga wî bi cih anî. Piştî vê yekê êdî bar ketiye ser milê dewletê. Lê mixabin heta niha dewletê tu gaveke wisa şênber neavêtiye. Ji ber vê yekê hêviyên gelê Kurd ên ji pêvajoyê qut dibin. Her çiqas komîsyonek hatibe avakirin jî ji aliyê vê komîsyonê ve tu tiştek derneket holê. Digotin, dê piştî cejnê gav bêne avêtin lê mixabin gavên ku hatine avêtin jî tu şênberbûneke wê tune ye. Ji bo azadiya rêzdar Ocalan em dikarin meşan li dar bixin. Ji ber vê yekê jî Meclisa Jinan a DEM Partiyê û TJAyê biryarek da, dê li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê meşekê li dar dixe. Em ji bo tevlibûna meşê bangî hemû jinan dikin ku li Gemlîkê em bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd biqîrin. Heta rêzdar Ocalan azad nebe jin û civak jî azad nabin.”

‘Azadiya ciwanan û azadiya herkesî ye’

Aktivîsta TJAyê ya Sêrtê Kiymet Mût jî bal kişand de ser gavneavêtina dewleta Tirk û ev tişt got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Serokatî divê dewleta Tirk demildest gavên şênber biavêje û ji bo ku Serokatî azad bibe. Êdî sebra gelê Kurd jî nemaye, ji ber ku dewlet weke bi xapandin nêzîkê pêvajoyê dibe. Serok gavên herî mezin avêtiye, divê dewlet jî gav biavêje. Bangewaziya me ji herkesî heye ku xwedî li meşa Gemlîkê derbikevin. Her wiha xwedî li Serokatî û pêvajoyê jî derkevin. Azadiya Serok azadiya gelê Kurd, azadiya civakê, azadiya ciwanan û azadiya herkesî ye. Em ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Serokatî li ser piyan bin. Û ji bo azadiya wî em ê li meşa Gemlîkê bin. Bi vê yekê re em bang li hemû jinan dikin ku ew roj herkes li wir amade bibe.”

‘Divê em ji bo azadiya serokatî li Gemlîkê bin’

Aktivîsta TJAyê ya Sêrtê Hasret Arslan jî ev bang kir: “Em bang li hemû hevalên jin, ciwan û dayîkan dikin ku herkes roja meşa Gemlîkê amade bibe. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd birêz Abdûllah Ocalan bigihe azadiya xwe ya fîzîkî. Divê em ji bo azadiya Serokatî li Gemlîkê bin.”

Etîket: aktivîstên TJAyêHasret ArslanKiymet MûtMûazez BûlgaRêxistina DBPa Sêrtêsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

28 TÎRMEH 2026
Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne