• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Colemêrgê berfa avetîrkê: Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e

Nûda Arici - Sema Gezîcî / AW

15 NÎSAN 2026 - 09:36
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şêniyên gundê Bêmboyê yê Şemzînanê û Kertinisê yê Geverê der barê berfa ku di meha Nîsanê de bariya destnîşan kir ku berf ji bo xweza û çavkaniyên avê bereket e û gotin: “Heke amadekarî hebe, berfa biharê ne xirab e.”

Li herêma Colemêrgê, ji 10 heta 15 rojên destpêkê yên meha Nîsanê re ‘avetîrk’ an jî ‘stêrezerk’ tê gotin. Li avetîrkê piranî berf, baran û şilopeyeke zêde dibare. Îsal jî di dema avetîrkê de berfeke zêde bariya û bandoreke mezin li jiyana rojane ya welatiyan kir. Şêniyên gundan ku amadekariyên demsala biharê dikirin, bi barîna berfê re rastî rewşeke dijwar hatin. Kar û barên çandiniyê sekinîn û şert û mercên jiyanê zehmetir bûn. Lê belê şêniyên ku li benda vê berfê bûn, bal kişandin ser aliyên erênî û neyînî yên berfa Nîsanê.

‘Zehmetî zêdetir ji bo sewalkaran e’

Şêniyê gundê Bêmboyê yê Şemzînanê Reşat Arici, anî ziman ku berfê bandoreke neyînî li wan kiriye û wiha axivî: “Li vir şînayî derketibû û pez diçû çêreyê. Vê berfê xwediyên pez xistin rewşeke xirab, lê heke mirov amade be, berfa nîsanê ne xirab e.”

‘Divê em di payîzê de zivistanê bifikirin’

Welatiyê bi navê Bakî Yilmaz jî bi bîr xist ku sala borî erd ziwa bibû, av kêm bû û baxçe nedihatin avdan. Yilmaz wiha got: “Gel ditirsiya ku çavkaniyên ava vexwarinê zuha bibin, lê îsal berf zêde bariya. Wê îsal her tişt hebe; li her derê kaniyên avê derketine, di hemû newalan de av diherike û ji aliyê xwezayê ve gelek xweş e. Wê îsal giya hebe, dar û bar şîn bibin. Ev çend sal in em bêhna xwe teng dikin, ji ber ku em bêgiya û av mabûn. Lê îsal berf têra me bariya. Divê em di payîzê de zivistana pêşiya xwe bifikirin û li gorî wê amadekariyê bikin.”

‘Pêşiya avetîrkê bihar, piştî avetîrkê zivistan nîne’

Şêniyê gundê Kertinisê yê Geverê Zubeyt Arslan ê ku bi salan şahidiya zivistanên dijwar kiriye, ev tişt anîn ziman: “Ev çend sal bûn ev qas berf nebarîbû. Cok û rûbarên gund bi salan e kêm bibûn, carinan ziwa dibûn, lê îsal zêde bûn. Li gorî salnameya berê, hêj heft rojên zivistanê mane. Gotineke me heye; dibêjin ‘pêşiya avetîrkê çi bihar nîne, piştî avetîrkê çi zivistan nîne’. Li gorî salnameya kevn, piştî 7ê Nîsanê bihar dest pê dike.”

Bandora li ser çandinî û xwezayê

Şêniyê gund Cumhur Arslan jî diyar kir ku berfa Nîsanê hem aliyên xwe yên erênî hem jî neyînî hene û wiha pêde çû: “Aliyê baş ji bo av û xwezayê ye. Lê ji bo xwediyên sewalan zehmet e. Ji ber ku êm kêm e, gel perîşan bû. Salên borî di vê demê de bihar dihat, lê îsal dirêj kir. Heke mirov amade be, başiya berf û baranê ji xirabiya wê zêdetir e.”

Berf dê pincaran derxe

Ji heman gundî Sebîha Arslan jî destnîşan kir ku ew hêvîdar in îsal av zêde bibe û girêdayî wê dê genim û giya jî zêde bibin. Aslan ve tişt gotin: “Îsal ku berf heye, wê bandoreke baş li ser pancaran jî bike.”

Herî dawî Adîle Arslanê jî qala bandora berfê kir û wiha got: “Em li gundê xwe sewalan xwedî dikin û çandiniyê dikin. Nixte anku barîna berf û baranê tiştekî rojane û asayî ye. Ev nixte wê bandoreke gelek baş li ser zêdebûna avê, pancar û giyayî bike. Ev yek ji bo me hemûyan gelek baş e.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: Avêtîkên NîsanêBarîna berf û baranêColemêrgGundê BêmboyêGundê Kertinis
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne