• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çînê dorpêça deryayî red kir, DYAyê gefa xwe dubare kir

Navenda Nûçeyan / AW

14 NÎSAN 2026 - 08:21
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî biryara Trump ya dorpêça deryayî alozî bilind dibe. Çînê bertek nîşanî Amerîkayê da û diyar kir ku ew biryara dorpêça deryayî ya li dijî Îranê nasnakin. DYAyê ragihand ku dê keştiyên dorpêçê îhlal bikin, tune bikin.

Dorpêça deryayî ya ku Amerîkayê piştî têkçûna muzakereyên Îslamabadê li ser bendergehên Îranê ferz kiriye, bû sedema rageşiyeke mezin di navbera Pekîn û Washingtonê de. Çînê ragihand ku ew dorpêçê nas nakin û ewlehiya enerjiyê ya welatê wan nayê nîqaşkirin.

‘Destwerdanê li karên me nekin’

Wezîrê Parastina Çînê, Amîral Dong Jun, derbarê dorpêçê de bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Amerîkayê. Jun destnîşan kir ku keştiyên Çînê dê di Tengava Hurmuzê re bênavber derbasbin û wiha pêde çû: “Em ê li ser peymanên xwe yên enerjiyê yên bi Îranê re bimînin. Bila hêzên derveyî destwerdanê di karên Çînê de nekin. Tengava Hurmuz dê ji bo keştiyên me vekirî bimîne.”

Gefa li ser aboriya cîhanê mezin dibe

Pekînê diyar kir ku girtina tengavê û dorpêça li ser Îranê, li dijî azadiya bazirganiya navneteweyî ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê, Guo Jîakun, hişyarî da ku ev gav dê bibe sedema şokeke asîmetrîk a arzê û bihayê petrolê derxe ser 120 dolarî re û ev yek dê zirarê bide hemû sîstema dabînkirina cîhanê.

Çîn: Çareserî ne şer, dîplomasî ye

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi, bang li hemû aliyan kir ku xwe ji mîlîtarîzekirina deryayan dûr bixin û vegerin ser maseya dîplomasiyê. Çîn, ku nêzî ji sedî 80ê petrola Îranê dikire, vê dorpêçê wekî gefeke rasterast li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî dibîne.

Hêza deryayî ya Çînê li herêmê ye

Li gorî raporên îstîxbaratê, Çîn ji bo parastina keştiyên xwe yên petrolê, liv û tevgera hêzên xwe ya deryayî ya li herêma Zeryaya Hindî û Kendavê zêde kiriye. Ev rewş metirsiya rûbirûbûna rasterast a di navbera keştiyên şer ên Amerîka û Çînê de zêdetir dike.

Trump gefa bacê li Çînê xwar, keştiyên şer rû bi rû ne

Piştî ku Çînê ragihand ku ew ê peymanên xwe yên enerjiyê bi Îranê re bidomînin û dorpêça Amerîkayê nas nakin, Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiveke pir tund da Pekînê. Trump gef xwar ku heke Çîn piştgiriya Îranê bike, ew ê bi bacên giran pirsgirêkên mezin ji bo aboriya Çînê derxe.

Trump bersiv da Çînê: Dê bi pirsgirêkên mezin derkevin

Donald Trump li ber Qesra Spî ji rojnamegeran re axivî û li ser îdîayên ku Çîn amadekariya şandina sîstemên parastina hewayî (MANPADS) ji bo Îranê dike, hişyarî da. Trump got: “Heke Çîn vê bike, dê bi pirsgirêkên pir mezin re rû bi rû bimîne.” Trump eşkere kir ku heke Pekîn destwerdanê li dorpêçê bike an jî çekan bide Tehranê, ew ê bacên kûrikê yên li ser hilberên Çînê derxe asta ji sedî 50yan.

Ablukaya Hurmuzê bi fermî dest pê kir

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socîal û di daxuyaniyên xwe de ragihand ku ablukaya deryayî ya li ser bendergehên Îranê di 13ê Nîsanê de (duh) saet 17:00an de bi fermî dest pê kiriye. Trump diyar kir ku her keştiyek ku nêzî xeta dorpêçê bibe dê demildest were tunekirin. Amerîka dê rê nade ku Îran bi rêya şantajê ji sewqiyata petrolê sûdê bigire.

 

Etîket: çîndorpêçDYATengava Hurmuzê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

4 ÎLON 2026
DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne