• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

Stenbol/ AW

11 NÎSAN 2026 - 12:47
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Şemiyê di hefteya 1098emînde li aqûbeta Nezîr Acar ê ku di 8ê Nîsana 1992yan de hatibû windakirin pirsîn. Hevseroka Giştî ya ÎHDe Oya Ersoy diyar kir ku piştî windakirina Nezîr Acar malbata wî aqûbete wî pirsî lê zext li ser wan zêde bûn û got: Ji ber ku aqûbeta kurê xwe pirsî dayîk Celîle Acar hat binçavkirin û îşkence dît. Ji dayîk Celîle Acar re di îşkenceyê de gefa “çawa ku me kurê te kuşt em ê te jî bikujin” xwarin.

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1098emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Nezîr Acar ê ku berî 34 salan di sala 8ê Nîsana 1992yan de hatibû windakirin pirsîn.

Metna daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya ÎHDe Oya Ersoy xwend.

‘Piştî binçavkirinê tu agahî ji Nezîr Acar nehat girtin’

Oya Ersoy anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên bêcezahiştinê tên pêşxistin û wiha axivî: “Hiqûq diyar e, divê heqîqet were eşkerekirin. Kiryar divê bên darizandin û cezakirin. Em di hefteya 1098emîn de li aqûbeta Nezîr Acar ê ku doza wî bi hinceta ‘demborî’ hatibû betalkirin dipirsin. Nezîr Acar 28 saliya xwe li gundê Yalnizê ya navçeya Kerboranê a Mêrdînê dijiya û bavê 3 zarokan bû. Nezîr Acar di sala 8ê Nîsana 1992yan de dema ku ji bo sewalan bistîne çûbû mala H.Kyê ê ji navçeya Kerboranê. Leşkeran di saet 20.00an de avêt li ser mala ku Nezîr Acar lê dima. Leşkeran Nezîr Acar jî nav de çavê 3 kesan girê da û wan birin Fermandariya Cenderme ya navçeya Kerboranê. Li wir îşkence li wan hate kirin, 2 kes paşê hatin berdan. Lê tu agahî ji Nezîr Acar nehat girtin.”

‘Di 16ê Mijdara 2012yan de dosyaya Nezîr Acar bi hinceta demboriye hat girtin’

Di dawiya axaftina xwe de Oya Ersoy destnîşan kir ku Bav Halîl Acar ji bo aqûbeta zarokê xwe bizanê serî li Qeymeqamiya Kerboranê, Walîtiya Mêrdînê û Fermandartiya Alayê ya Mêrdînê da û got: “Lê herkes înkar kir û got ‘Nezîr Acar nehatiye binçavkirin.’ Piştî lêgerîna malbata Acar zext li ser wan zêde bû û Dayîk Celîle Acar hat binçavkirin û îşkence dît. Ji dayîk Celîle Acar re di îşkenceyê de hate gefa ‘Çawa ku me kurê te kuşt em ê te jî bikujin’ hat xwarin. Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê lêpirsînek baş nemeşand. Serlêdanê malbatê bêencam hate hiştin. Di sala 16ê Mijdara 2012yan de dosyaya Nezîr Acar bi hinceta demboriye hate girtin. Em di sala 34emîn ya ku Nezîr Acar hatiye windakirin bang dikin peyva demborî ji bo hiqûqe heye, lê belê ji bo heqîqetê tune ye. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Hevseroka Giştî ya ÎHDe Oya ErsoyMirov-Dayikên Şemiyêwindakirî Nezîr Acar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Halîl Alpsoy li ku ne û çi bi serê Kasim Alpsoy hat?

16 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne