• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

Stenbol / AW

10 NÎSAN 2026 - 18:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûçegihanê MAyê Adnan Bîlên di merasîma xelatdayînê yê Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe de axivî, diyar kir ku ew vê xelatê diyarî kesên ku li dijî zilmê li ber xwe didin dike û got: “Nazim û Cîhan ji bo tiştên ku li Kurdistanê diqewimin ji cihanê re radigihînin hatin qetilkirin, Hêro û Gulistan Tara bi rêzdarî bi bîr tînim, vê xelatê diyarî wan dikim.”

Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe bi tevlîbûna gelek rojnameger û nûnerên saziyan li avahiya Rojnameya Agosê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat lidarxistin. Hazar Dost bi nûçeya “Bi pêncên tirk re hev nas bikin: Ji çekên hatine guhertin de rola Tirkiyeyê çi ye?” xelat wergirt. Ji T24 Cengîz Anil Bolukbaşi bi nûçeyê “AYMê derbarê kuştina Veysel Atilgan ê di bûyera Komkujiya 10ê Cotmehê de hatiye kuştin biryara bi yek hevokî: Mafê jiyanê nehat binpêkirin” xelat wergirt.

Di beşa nûçeyên nivîskî de 3 xelatên juriyê yên taybet hatin dayîn

Ji Bîanetê Ayşegul Başar bi nûçeya “Ji D.K. ê li ser sînora Nisêbînê hatiye îşkencekirin îdiaya “daxistina alê” nehat pirsîn”, Eylem Nazlier bi nûçeya “Zarokên di Girtîgehê: Verastkirin an îşkence” û Cemre Demîrcîoglû, Zeynep Şentek, Craig Shaw û Vedat Orûç bi nûçeya dosya “Ji keskê ber bi gewrê ve” xelatên juriyê ya taybet wergirtin.

Xelata beşa dîtbarî

Di beşa nûçeyên dîtbarî de ji T24 Emre Şîmşek xelat wergirt. Her wiha ji Halk Tv Elîfcan Yuksel jî xelata juriyê ya taybet wergirt.

Adnan Bîlan: Vê xelatê diyarî kesên li dijî zilmê li ber xwe didin dikim

Xelata wêneyê nûçegihanê MAyê Adnan Bîlen bi wêneyê “Di bin postalan de şahidî” xelat girt. Adnan Bîlen xelata xwe ji rêveberê DÎSK Basin- Îşê Zana Kaya wergirt. Adnan Bîlen piştî xelata xwe wergirt axaftinek kir û got: “Piştî 19 salan ez dîsa heman xelatê distînim, ev ji bo min sedema şanaziyê ye. Bi vê wesileyê di şexsê Metîn Goktepe de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim. Xelata 2025an jî dîsa wêneya berxwedana gelê Wanê ya li dijî xespkirina mazbatayê min wergirtibû. Ez li vir silavan ji gelê Wanê yê berxwedêr re dişînim. Vê xelatê diyarî kesên ku li dijî zilmê li ber xwe didin dikim. Nazim û Cîhan ji bo tiştên ku li Kurdistanê diqewimin ji cihanê re radigihînin hatin qetilkirin, Hêro û GulîstanTara bi rêzdarî bi bîr tînim, vê xelatê diyarî wan dikim. Di şexsê rojnamegerên girtî Ziya, Nedîm, Alîcan û Îsmaîl de bang dikim ku rojnamegerên girtî berdin û herkesî vexdixwînim têkoşîna hevpar.”

Zana Kaya jî hemû rojnamegerên girtî bi bîr anî û got: “Ji heval Nedîm Orûç heta Merdan Yanardag tevahî hevalên me ji ber karê xwe hatine girtin. Rojnameger serî natewînin.”

Xelata rojnamgeriya herêmî

Di beşa rojnamegeriya herêmî de nûçegihan Akin Bodur bi nûçeya “Di sê zimanan cuda de muayene” a ku di rojnameya Îskenderûnê ya SESê de hatiye weşandin xelat wergirt.

Xelata Juriyê ya Taybet dane rojnamegerên girtî û yên dibin zextê de ne. Dayika Metîn Goktepe, Fadîme Goktepe li ser navê rojanemegerên girtî û yên di bin zextê de xelata juriyê ya taybet wergirt. Fadîme Goktepe diyar kir ku ew gelek keyfxweş e ku hevalên kurê wê hatine vir.

Piştî dayîna xelatan merasîm bi dawî bû.

 

Etîket: merasîmMetîn GokteperojnamegerîStenbolXelat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

‘Em bi saya şehîdan li ser piyan in’

27 TEBAX 2026
‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

26 TEBAX 2026
Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

Wêneyên bîranîna Stenbolê: Dem têra oxirkirinê nekir

23 TEBAX 2026
Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

Li 2 navendên Stenbolê dê cangorî bên bibîranîn

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne