• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

Îzmîr / AW

10 NÎSAN 2026 - 14:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên OHD, ÇHD, ÎHD û EGE-TUHAYDERê li ber Girtîgeha Jinan a Alîagaya Îzmîrê daxuyanî dan û bal kişandin ser binpêkirinên mafan û diyar kirin ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bi hincetên derqanûnî rê li ber tehliyeyan digirin û înfazên girtiyan dişewitînin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxuran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Alîagaya Îzmîrê li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila dawî li sepanên kêyfî û derqanûnî bê anîn” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa OHDa Îzmîrê Fatma Demîrer ve hat xwendin.

Fatma Demîrer diyar kir ku rejîma înfazê û pratîkên îdarî yên li girtîgehan, peymanên navneteweyî û rûmeta mirovahiyê bi rengekî sîstematîk binpê dikin. Fatma Demîrer destnîşan kir ku ev binpêkirin wekî îşkence, nêzîkatiya xirab, cezayên dîsîplînê yên kêfî û bi hincetên derqanûnî taloqkirina berdana bişert tên kirin û got: “Ev sepan ne tesaduf in û veguherîne sepanên giştî. Yek ji binpêkirinên herî giran ên li girtîgehan, astengkirina tehliyeyan bi hincetên kêfî û şewitandina înfazan e. Tehliyeyên girtiyên ku dema berdana wan a bişert nêzîk dibe, bi biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ku ji personelên girtîgehê pêk tên û tu formasyoneke wan a hiqûqî tune ne, tên astengkirin. Ev pêvajo mafê ewlehiya hiqûqî rasterast binpê dike û bi nirxandinên subjektîf û mekanîzmayên îdarî yên kêfî tê meşandin.”

Fatma Demîrer destnîşan kir ku nediyariya demên înfazê binpêkirina mafê darizandina adil e her wiha ferzkirina ‘qowîşa serbixwe’ û ‘poşmaniyê’, bi hincetên wekî; girtî teserûfa av û elektrîkê nake, berê cezayê disiplînê girtiye, ji pirtûkxaneyê têra xwe pirtûk nexwendine, der barê nameyên wî/wê de biryara ‘nameya bişeqam’ hatiye dayîn, ji gardiyanan re hêsanî çênekiriye, li ber personelan rabûye, tevî ku ji bo girtiyên siyasî derfeta kursan nayê dayîn jî ‘beşdarî kursan nebûye’ cezakirina girtiyan bi serê xwe kiryarên derqanûnîne û got: “Polîtîkayên înfazê yên bêrêzik û kêfî, rê dide ku dewlet hêza xwe ya cezakirinê bi awayekî bêsînor bikar bîne. Cezayên dîsîplînê ji armanca ‘başkirina girtî’ dûr ketine; bi ser hev de tên birîn û veguherîne amûreke cezakirinê ku girtî pê tê tecrîdkirin û înfaza wî pê tê şewitandin.”

Grevên birçîbûnê berdewam dikin

Fatma Demîrer diyar kir ku mînaka herî berçav a van sepanan li Girtîgeha Jinan a Alîgayê pêk tê û wiha dewam kir: “Ji ber ku girtiyan di hevdîtinên vekirî de li malbatên xwe girtine, cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Ev yek nîşan dide ku sepanên tecrîd û îzolasyonê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, êdî gihîştiye asteke wiha pûç ku têkiliyên herî bingehîn ên mirovî jî wekî sûc têne hesibandin. Rêveberiyên girtîgehan hiqûqa dîsîplînê wekî ‘çekeke cezakirinê’ bikar tînin da ku têkiliyên malbatî û hestyarî yên girtiyan qut bikin. Sepaneke din a diderqanûnî jî ferzkirina nasnameyê ye. Li girtiyan tê ferzkirin ku nasnameya girtîgehê her dem li ser xwe bigerînin. Dema diçin revîrê, parêzeran, hevdîtinê, girtina name û pirtûkan an jî nexweşxaneyê; yanî dema ji qowîşê gavekê bavêjin derve, nasname li wan tê ferzkirin. Li gorî qanûnê cezayê herî giran ê ji bo vê ‘kînayî’ ye, lê rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî nahêle girtî ji qowîşê derkevin û mafên wan ên qanûnî ji destê wan digire. Li dijî van sepanên rûmetşikên û derqanûnî, girtî Tugçe Nur Ozbay di greva birçîbûnê de ye.”

‘Rêvebiriyên girtîgehan bersivê nadin hiqûqnasan’

Fatma Demîrer di dawiyê de anî ziman ku daxwazên wan ên hevdîtinê yên ji bo rêveberiya girtîgehê bêbersiv hatine hiştin û wiha got: “Mixabin ji hevdîtinên me yên bi Serdozgeriya Girtîgehê re jî heta îro encameke berçav û hiqûqî derneketiye. Ev bêdengiya mekanîzmayên îdarî û darazê, dibe sedem ku sepanên kêfî zêdetir bibin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê û hemû girtîgehan bibe xwedî hesasîyet. Heta ku rejîmeke înfazê ya li gorî rûmeta mirovahiyê pêk tê, em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: binpêkirinên mafên girtiyanGirtîgeha Jinan a AlîagayêÎHDa ÎzmîrêOHDa Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026
‘Pêkanînên li dijî girtiyan dijminahî ye’

‘Pêkanînên li dijî girtiyan dijminahî ye’

18 TÎRMEH 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

2 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne