• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Wan / AW

27 TÎRMEH 2026 - 12:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Heyeta ÎHDê ya ku serdana girtîgehên Behra Reş û Îdirê kir, destnîşan kir ku tecrîd, lêgerîna nav dev, dirêjkirina înfazê ya bi kêfî û binpêkirina mafên bingehîn di van girtîgehan de pêk tên û bang li rayedaran kir ku ji bo bidawîkirina van pêkanînan gav werin avêtin.

Heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ji ji Cîgirê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Ercan Yilmaz, Rêveberê Navenda Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Navendî ya Girtîgehan Yusuf Erdogan û Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş pêk dihat, li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Giresûnê bi 26 girtiyan re hevdîtin pêk anî.

Heyeta ku piştî hevdîtinan li ser hesabên medya dîjîtal ên ÎHDê daxuyanî da û çavderî û binpêkirinên mafan ên tespît kirine, parve kir. Li ser navê şandeyê Ercan Yilmaz axivî.

Heyetê binpêkirinên mafan ên sereke ku piraniya girtiyan bi hevparî anîne ziman û çavderiyên xwe wiha rêz kir:

* Li ser girtiyan pêkanînên tecrîd û îzolasyona giran berdewam dikin.

* Ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve bi nirxandinên razber, bêhincet û dijqanûnî berdana hin girtiyan tê astengkirin û înfaza wan tê dirêjkirin

* Ji ber ku girtî bi sedan kîlometre dûrî malbatên xwe têne ragirtin, mafê rêzgirtina li jiyana malbatî û jiyana taybet tê binpêkirin.

* Mafê gihîştina çalakiyên civakî, çandî, werzişî û xebatên atolyeyan bi awayekî kêfî tê sînordarkirin.

* Bi taybetî girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Giresûnê, ji ber ku pêkanîna lêgerîna nav dev ku zêdetirî pênc salane tê sepandin qebûl nakin, sewqkirina wan a bo nexweşxane û Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê kirin û hat diyar kirin ku ev rewş ji bo mafê tenduristiyê dibe sedema binpêkirinên cidî.

‘Gavên pêwîst biavêjin’

Ercan Yilmaz destnîşan kir ku rapora çavdêriyê ya bi hûrgilî serdana li girtîgehan dê di rojên pêş de bi raya giştî re bê parve bikin. Ercan Yilmaz bang li Wezareta Dadê û rayedaran kir ku dawî li van pêkanînên kêfî bînin û got: “Di serî de ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonê, em bang li Wezareta Dadê, rêveberiyên saziyên înfazkirina ceza yên têkildar û hemû saziyên berpirsiyar dikin ku ji bo rawestandina bilez a dirêjkirina kêfî ya înfazan, binpêkirinên li dijî jiyana malbatî û taybet, astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê û hemû binpêkirinên din ên mafan, bi taybetî pêkanîna lêgerîna nav dev, gavên pêwîst bên avêtin.”

Etîket: binpêkirinên mafên girtiyanGirtîgeha BeşîkduzuGirtîgeha EspiyeGirtîgeha ÎdirêGirtîgeha KalkandereyêÎHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026
‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

1 ÎLON 2026
Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Hate xwestin ku girtiyê nexweş Saît Yildirim tavilê were berdan

29 TEBAX 2026
‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne