• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Otomatik taslak

    Li Wanê şewat: 2 xebatkar hatin rizgarkirin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kujerê Mûsa Tan hate girtin

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Koçyîgîte: Erjnayîşê Birêz Ocalanî yê derheqê Sûrîye de raşt vejîyayê

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

    Li dijî Komeleya AHBAPê operasyon

    Di lêpirsîna Ahbapê de 13 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

    Otomatik taslak

    Li Wanê şewat: 2 xebatkar hatin rizgarkirin

    Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

    Kujerê Mûsa Tan hate girtin

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

    Koçyîgîte: Erjnayîşê Birêz Ocalanî yê derheqê Sûrîye de raşt vejîyayê

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

    Li dijî Komeleya AHBAPê operasyon

    Di lêpirsîna Ahbapê de 13 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pêkanînên li dijî girtiyan dijminahî ye’

Amed / AW

18 TÎRMEH 2026 - 12:10
Kategorî: ROJANE
A A
Rizgar Turhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket qala binpêkirinên mafan kir û da zanîn ku îdareya girtîgehê faksa sersaxiyê ya ku wî ji bo hevalê xwe Abdulazîz Kulanç şandibû, negihiştiye destê wî û da zanîn ku ev pêkanînên li dijî girtiyan dijminahî ye.

Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome. Tevî vê yekê jî li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin. Nivîskar Rizgar Turhan ê ku di Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 1an a Afyonê de dihat ragirtin, piştî 30 salan di 1ê Cotmeha 2025an de hatibû berdan. Dema Rizgar Tûrhan li girtîgehê dihate ragirtin li çend girtîgehan girtiyê bi navê Abdûlazîz Kûlanç re mabû ku niha ew jî berdayî ye. Dema Abdûlazîz Kûlanc girtî bû hevjîna wî qezayekê derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Piştî ku Abdûlazîz Kulanç hate berdan jî zarokekî wî jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Rizgar Tûrhan ji hevalê xwe re di 25ê Adara 2025an de fakseke sersaxiyê dişîne lê ew faks nagihîje destê Abdulazîz Kulanç. Rizgar Tûrhan vê yekê dema ku ji girtîgehê tê berdan û Abdûlazîz Kulanç serdana wî dike pê dihese ku faksa wî negihiştiye destê hevalê wî. Rizgar Tûrhan derbarê vê rewşa navborî de ji ajansa me re axivî.

‘Tu girtiyê azadiyê bî dewlet dijminahiyê nîşan dide’

Rizgar Tûrhan da zanîn ku ew û Abdulazîz Kulanç li çend girtîgehan bi hev re mane û got: “Dema ez û hevalê Abdulazîz em bi hev re bûn, wê demê bûyerek hat serê heval Abdulazîz Kulanç. Hevjîna wî qezayek derbas kir, jiyana xwe ji dest da. Paşê em bi hev re sirgunî Afyonkarahisarê bûn. Em pênc sal û nîv li wir man. Di sala 2024an de heval tehlîye bû. Di sala 2025an de min bihîst ku kurekî wî jiyana xwe ji dest daye. Ez ji bo Heval Abdulazîz Kulanç pir xemgîn bûm. Ji xwe wexta ketiye hefsê du zarokên wî hebûn. Hîna pênc salên wî mabûn. Hêj xemgîniya hevjîna xwe derbas nekirbû tehlîye bû, piştî vê jî kurekî wî bi navê Hesen jiyana xwe ji dest da. Ew mirineke trajîk bû. Mirineke ku bi rastî her mirovî dilerizîne. Hesen, zanîngeh xelas kiribû û bûbû hemşîr. Nû dest bi karê xwe kiribû, întîhar kir. Em jî di girtîgehê de pêhesiyan. Em hemû heval pê êşiyan. Hevaltiyeke pir xweş û baş çêbûbû. Ji ber vê yekê, ev bûyerên ku hatine serê heval, em êşandin. Wê demê di 25ê Adara 2025an de min jî fakseke sersaxiyê ji heval re şandibû. Demek çû, min bi rêya malbatê pirs kir ku faks gihiştiyê an negihiştiye, gotin ku faks negihiştiye destê wî. Dema ez tehlîye bûm, heval hat cem min, me hevdû dît. Min behsa faksê jê re kir. Got ‘Faks negihîştiye.’ Ez jî dibêjim ku winda bûye. Rastiyeke girtîgehê jî ew e, çaxê tu girtiyê azadiyê bî, şoreşger bî, tekoşîna azadiya Kurdistanê bimeşînî, wekî ku xuya ye, dewlet an jî em bêjin rêveberiya girtîgehê çi dike? Dijminahiyê nîşan dide.”

‘Zagon li ber çavan nayên girtin, li ser kaxezê dimînin’

Rizgar Tûrhan da zanîn ku bi hezaran name, faks û kargoyên wan hatine windakirin û ev tişt got: “Îdareyê digot ‘xeberên me jî jê tune ne, nameyên girtiyan postexane winda dike’, bi kurtasî mînakên wiha bêbersiv dihiştin. Lê belê bi ser wê faksê re 15 meh û çend roj derbas bûn. Li gorî qanûna zagonî, sûce ku faksek du sê rojan negihe cihê xwe. Li gorî qanûnan fakseke ku di du sê rojan de negihe cihê xwe, tu dikarî gilî bikî û li gorî vê yekê pirs bên kirin. Lê belê ji ber ku zagon li ber çavan nayên girtin, li ser kaxezê dimînin.”

‘Girtîgehê hinek polîtîka weke tolhildanekê li dijî me dimeşandin’

Rizgar Turhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û wiha pê de çû: “Piştî salên dirêj di girtîgehê de, em tazî kirin, bi zorê dehan gardiyanan em avêtin hundir. Pêşiyê em ciwan bûn, xwîna me germ bû, li mirov zêde bandor nedikir. Bi rastî ez vê carê ji lêdanê bandor bûm, em bêjin dehan gardiyanên ciwan hatin hundir, em hemû yek bi yek, di wan odeyên tarî de tazî kirin û bi saetan em xistin hundir. Piştî ku em ketin rojiya birçîbûnê, carekê 40 roj, carekê 39 roj man. Me bi zorê hejmara serpêyan û hinek tişt dan qebûlkirin. Girtîgehê hinek polîtîka weke tolhildanekê li dijî me dimeşandin. Ev tiştên ku em dibêjin di nav deryayê de wekî dilopeke biçûk e.”

‘Me bi salan şer kir, me li ber xwe da di wan girtîgehan de’

Rizgar Turhan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aqûbeta faksê bi kurtasî rewşa li girtîgehan nîşan dide û ev yek anî ziman: “Niha pêvajoya çareseriyê, di bin perspektîfa Rêber Apo de tê meşandin. Em hêvîdar in ku bigihe armanca xwe. Lewra li vî welatî gelek êş, gelek jan, gelek mirin çêbûn. Me bi salan şer kir, me li ber xwe da di wan girtîgehan de. Xwîna me jî rijiya û xwîna wan jî rijiya. Dereng be jî, divê dewlet vê ferq bike. Bi vê minasebetê, bi serokatiya me re, bi rêbertiya me re rûniştin. Ez hêvîdar im ku vê carê, careke din em vê şansê winda nekin. Em serokatiya xwe jî baş fêm bikin, Rêbertiya me dixwaze çi bike, çima ev pêvajo dest pê kiriye, ev pêvajo tê çi wateyê, em êdî baştir fêm dikin. Dibe ku kêmasiyên me di vê xalê de hebin, hîna me tam bersiva xwe nedaye fêmkirin. Em dixwazin wekî deynê li hemberî civaka xwe, deynê li hemberî Rêberê xwe, deynê li hemberî şehîdên xwe, vê kêmasiya xwe jî ji holê rakin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

 

Etîket: binpêkirinên mafên girtiyanRizgar Tûrhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026
Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

2 GULAN 2026
Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

Li Girtîgeha Jinan a Alîagayê rejîma îşkenceyê: Girtiyek di grevê de ye

10 NÎSAN 2026
Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

Tûrhan: Dê Kurd nebin qurbaniyên siyaset û polîtîkayên hêzên navneteweyî

7 ADAR 2026
Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê: Mafên me tên binpêkirin

Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê: Mafên me tên binpêkirin

26 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel: Heke qanûn di Tebaxê de derkeve divê di Îlonê de jî têkeve pratîkê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bîra Stranan’ ji weşanxaneya Meymanê derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nexşa nasname, xweîfadekirin û tenduristiyê ya jinan: Deq

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên gel ên Rihayê: Ji gundan heya taxan siberoja xwe ava dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (683)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne