• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Sêrt / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 00:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar a ku li Sêrtê tev li civîna bû got: ” Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin. Divê rêziknameyên qanûnî bi lezgînî bikevin meriyetê. Dewletê her ku yekperestî ferz kir, neteweya demokratîk qezenc kir.”​

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya “Em bi gel re aştiyê ava dikin” li Qada Şêx Mahmût a Sêrtê, bi mijara “Têkoşîna li dijî hişbirê” civîneke gel pêk li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevli civînê bûn.

‘Mirovek çiqas xwe ava bike, dikare civakê jî ewqas ava bike’

Pêşî Rizgar Tûrhan ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê hatibû axivî û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên kirin banga têkoşîna rêxistinkirî li ciwanan kir û got: “Şerekî qirêj tê meşandin. Dixwazin ciwanên me ji rastiya wan dûr bixin û wan hînî hişbirê bikin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê her tax tedbîrên xwe bigire û însiyatîfa xwe biparêze. Divê vê yekê bixe meriyetê. Berê ketina hişbirê ya nav taxên me cihê şermê bû. Niha bi destê mafyayê dikeve taxan. Duh dema ku me li taxê xebat dimeşand, malbatan ji me re digotin, ‘Hişbirê ji taxê derxin, hûn çi bixwazin em ê bikin’. Heke gelê me ne rêxistinkirî be, her cûre amûrên şerê qirêj dikevin taxên me. Her yek ji me parêzvanê mirovahiyê ye. Hişbir û fuhûş dijminê mirovahiyê ne. Li Sêrtê ku bi hezaran şehîdên wê hene, ew qas belavbûna hişbirê ji bo me hemûyan cihê şermê ye. Ji bo ku mercên muzakereyê yên Rêber Apo çêtir bibin, divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em di her qada jiyanê de hêza xwe ya avakirinê nîşan bidin. Çare rêxistinbûyîna me ye. Divê em rexnedayîna xwe bidin gelê xwe û xwe tev li xebatan bikin. Mirovek çiqas xwe ava bike, dikare civakê jî ewqas ava bike.”

‘Temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9 salan’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar balê kişand ser kiryarên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin û wiha got: “Ev şer ciwanên Kurd dike hedef. Ev bi destê vê pergalê tê kirin. Ya din jî fuhûş e. Ciwanên me yên jin li zanîngehan û li gelek cihên din ber bi fuhûşê ve tên kaşkirin. Hovîtiya ku walî û kurê xwe kirin gelek dij mirovî. Lê ev pergal wan parast e. Îpek Er jî bi heman rengî. Dixwazin ku Kurd ji rastiya xwe dûr bikevin. Li Sêrtê jî wekî ku em dizanin gelek xwekujî pêk tên. Piraniya wan jî zilamên ciwan in. Dixwazin ciwanê Kurd ji partiya xwe û ji rastiya xwe dûr bisekinin. Di nava mentiqa ‘bila dûr bisekine û çi dibe bila bibe’ de ne. Pergalê bi xizaniyeke kûr re hişbir xist dewrê. Di hedefê de ciwan hene. Ji ber ku ciwan paşeroja vî gelî ne. Polîtîkayên şerê taybet bi awayê herî kûr tên sepandin. Em ê di vê mijarê de hişyar bin. Heke hişbir bikeve taxekê, em hemû berpirsiyar in. Em mal bi mal bigerin û ji ciwanan re rave bikin ku ji bilî hişbirê vebijarkeke din jî heye. Em di serdemekê re derbas dibin ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9 salan. Heke em li hemberî vê bêdeng bimînin, em ê sûcdar bin. Ev xefikek û xetereyeke mezin e. Em xwe li hemberî vê biparêzin. Li cihên ku fuhûş û hişbir lê belav in, em xwedî li nirxên xwe derkevin. Em dersekê bidin wê pergala ku dixwaze yekîtiya ciwanên Kurd asteng bike. Tişta herî bêexlaq ew e ku mirov ji mirina kesekî pere qezenc bike. Niha ev tê kirin.”

‘Divê rêziknameyên qanûnî bi lezgînî bikevin meriyetê’

Çigdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku hê jî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku ji hela Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin didome û ev tişt got: “Aştî pergalek e ku her kes bi nasnameya xwe tê de dijî ye. Ji axaftina li ser aştiyê û avakirina aştiyê pîroztir tu tiştek tune ye. Ji bilî komîsyona Meclîsê ya dewletê tu gavek neavêtiye. Heta ku li vî welatî pirsgirêka Kurd berdewam bike, dê baronên şer û firoşkarên hişbirê qezenc bikin. Polîtîkayên tundiyê niha li her derê ne. Gava ku li Rojhilata Navîn propagandaya şer tê kirin, birêz Ocalan destê aştiyê dirêj dike. Em dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Girtîgeh, qeyûm, nepejirandina biryarên AYMê ew gav in ku ji bo aşti neyê axaftin tên avêtin. Lê çi dikin bila bikin, dê aşti qezenc bike. Em ê ji her kesî re rave bikin ku hewcedariya her kesî bi aştiyê heye. Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin. Heke çareseriya pirsgrêka Kurd tenê ji çekan re bê hiştin, dê pêvajo xesarê dibîne. Divê rêziknameyên qanûnî bi lezgînî bikevin meriyetê. Dewletê her ku yekperestî ferz kir, neteweya demokratîk qezenc kir.”

​’Ji gotinê zêdetir pratîk girîng e’

​Piştî ku daxuyanî bi dawî bû şêniyên taxê mafê axaftinê girtin û wiha gotin: “Em di serdemeke wisa de derbas dibin ku ji gotinê zêdetir piratîk girîng e. Gotin heta ku nebin piratîk tu wateyê qezenc nakin. Gotina şehîd Viyan Soran a ku digot, ‘gotin wateya xwe winda kiriye, dor a çalakiyê ye’ divê bibe pêşenga serdema nû. Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, avakirina aştiyê û naskirina partiya me çend ji van in. Kesên ku hişbirê difroşin rûyên diyar in. Destpêkê yekî li erebeya min neda. Min gazî polîsê trafîkê kir, ji min re gotin ku kamera naxebitin. Lê belê me dît ku kamera dixebitîn. Dema ku me ji polîs pirsî û me got, ‘Hûn çima mudaxale nakin’. Gotin ku ew nikarin tiştekî bikin. Lê polîsên yûnûs tên taxê, nasnameyê ji mirovên ku li ser karê xwe ne dipirsin û tundiyê li wan dikin. Lê qet dest nadin kesên ku difroşin. Tenê temaşeyî wan dikin. Di van rojên dawî de yek 27 caran hat kêrkirin û bi kevir li serê wî dan. Piştî saet 18an a êvarê dibêjin em nikarin derkevin derve. Berê aramî hebû. Lê niha tune ye. Em hemû bi hev re bi awayekî rêxistinkirî li dijî vê têkoşînê bimeşînin.”

Dê bername sibê jî serdana berdewam bike.

Etîket: Abdullah Ocalancivîna gelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarRizgar Tûrhansêrtstatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne